PENa Kurd hevdîtina wêjeyê pêk tîne

Navenda PENa Kurd di bin sernavê “Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dîcleyê heta bi Elbe” bi çalakiyekê li bajarê Dresdenê li dar dixe. Dê nivîskarên kurd, alman û sorbî di vê çalakiyêde bên cem hev

Di navbera 15´ê û 17´ê adarê de Navenda PENa Kurd di bin sernavê “Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dîcleyê heta bi Elbe” bi çalakiyekê li bajarê Dresdenê yê Almanyayê radibe. Di vê çalakiya wêjeyî de nivîskarên alman, yên sorbî û yên kurd di hevdîtinek û hevnaskirinekê de ji berhemên xwe dixwînin.

Mebest ew e ku nivîskarên kurd, yên alman û yên sorbî hev û berhemên hev nas bikin, destê dostanî û hevaltiyê bidin hev.

Rêya beşdarbûna çalakiyê di bin mercên li jêr de li her endamê Navenda PENa Kurd vekiriye. PENa Kurd di danazena li ser vê çalakiyê de wiha got, “Em ê bi beşdarbûna we dilxweş û serbilind bibin” û bi vê banga beşdariyê li gel kir. DRESDEN

Dikarî Biecibînî