Dengê bilûrê ruhê mirov şad dike

Ciwanê bi navê Egîd Kara yê ku li penaberiyê mezin bûye diyar kir ku dengê bilûrê ruhê mirov şad dike û ew êş û kêfxweşiyên xwe bi bilûra xwe vedibêje

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ciwanê bi navê Egîd Kara yê 26 salî li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayîk bûye. Di nav malbateke wisa de mezin bûye ku temsîliyeta kurdîtiyê dike. Di nav malbatê de ji bavê wî bigire heta birayê wî yê biçûk bi hunerê re eleqedar dibin.

Egîd Kara têkildarî penaberî, huner û jiyana xwe ji nûçegihana ANF’ê Hîlal Rizgar re axivî û wiha got: “Ez li gundê Hîlal a Qilabana Şirnexê di 8’ê gulana 1993’yan de ji dayîk bûme. Malbata min ji 11 kesan pêk tê, em 7 bira, 4 xwişk in. Min dibistan heta amedehiyê xwendiye. Di nav malbatek asayî û welatparêz de mezin bûme. Di sala 1994’an de, di meha gulanê de ji ber dagirkeriya dewleta tirk em neçar man ku ji gundê xwe penaber bibin. Piştî ku em ji gund derketin, me berê xwe da başûrê Kurdistanê. Di rê de me gelek zorî û zehmetî kişand heta em gihiştin başûrê Kurdistanê. Dema em hatin Başûr, em li Wargeha Etrûşê bi cih bûn, li wê derê jî em çend mehan man. Li Etrûş jî ji ber ku PDK’ê derdora wargehê bi qereqolan dorpêç kiribûn, em neçar man ku em ji wê derê jî derbikevin.”

Rêwîtî û penaberî

Kara bal kişand ser guhertina wargehên penaberiyê û wiha pê de çû: “Bi van cihguhertinan re me gelek zorî û zehmetî kişandin, bi wê ve girêdayî me gelek wargeh jî guhertin, heta em hatin wargeha Mexmûrê. Li vê derê jî ji ber şert û mercên jiyana penaberiyê û rewşa jiyana cihê ku em lê bi cih bûyî bandorek neyînî di her aliyî de li ser me kir. Me gelek zor û zehmetî kişand. Nêzî 20 salan e ku em li wargeha Mexmûrê ne. Di nav van şertên zor û zehmet de min xwendina xwe heta amedeyî qedand, ji ber hinek rewşan min nekarî xwendîna xwe ya zanîngehê biqedînim.”

Kara di berdewamiya nirxandinên xwe de qala huner, hezkirina xwe ya bilûrê kir û wiha got: “Min di nav pirtûkên dibistanan de temaşe kir û min dît ku di wê derê de qala huneriya bilûrê dihat kirin. Di heman demê de li wargehê hunera saz, keman, gîtar dihat kirin û lê min li tu deran dengê bilûrê nedibihîst. Dema min dest bi bilûrê kir, min di destpêkê de tiştek jê fam nedikir. Bêyî ku yek min fêrî hunera bilûrê bike, ez xwe bi xwe hîn bûm. Ji bo fêrbûna tiştekî pêwîst e mirov li benda ti kesî nemîne. Ji bo ku ez hîn baştir fêr bibim û ji bo pêşerojê hîn baştir xwe di hunera bilûrê de bi pêş bixim, min li ser înternetê lêkolîn kir. Ev 5 sal in ku ez li bilûrê didim. Tu mamoste yan jî kesekî din, ez ferî bilûrê nekirim, ez xwe bi xwe fêr bûm. Piranî dema karê min nebe yan ji nexwazim wextê min vala biçe ez dest diavêjim bilûrê. Ez û bilûra xwe bi kefxweşiyeke bêhempa em wextê xwe derbas dikin. Dixwazim di demên pêş de dibistaneke hunerê vekim û der barê bilûrê de dersê bidim zarokan.”

Kara di dawiya nirxandina xwe de bang li tevayî hunermend û hunerhezan kir û wiha got: “Ew kesên ku bi hunerê re eleqedar dibin, divê li çand û hunera dîroka xwe xwedî derkevin.” MEXMÛR

Dikarî Biecibînî