‘Guleke bi rastî ya çolê’

Fîlma Karzan Qadir a bi navê ‘Guleke bi rastî ya çolê’  serpêhatiyeke evînê ye li ser rûmet, wêrekî, hevrêtî û dilsoziyê

Xewnên kurekî li gundekî Kurdistanê mezin dibe û ka ew çawa malbata xwe ya pêşmerge di çavên xwe de dike abîdewarî, wê bibin mijara fîlmeke Hollywoodê. Çav li rê ye dîmenên fîlmê îsal li Herêma Kurdistanê bên kişandin.

Hilberînerê fîlmê Gabrielle Allen dibêje, ev çîrokeke gerdûnî ye. Ji bo wê, “Ev serpêhatiyeke evînê ye li ser rûmet, wêrekî, hevrêtî û dilsoziyê. Ew her wiha li ser wê yekê ye ka mirov çawa miamele dikin bi wan astengiyan re ku em hemû di jiyanê de li wan rast tên, çawa wan pirsgirêkan çareser dikin. Navê fîlmê wê dê bibe A True Desert Rose (Guleke bi rastî ya çolê) û senarîstê wê jî Karzan Qadir e.

Karzan Qadir bi fîlma xwe ya sala 2012’an a bi navê Bêkes, xelata Oscara xwendekaran wergirtibû. Ev fîlma nû li ser kurekî 12 salî yê li gundekî biçûk e. Xewna herî mezin a vî kurî ew e ku bibe pêşmerge, weke bavê xwe, bapîrê xwe û birayê xwe. AMED