Ji bo Wîkîpediyaya bi kurdî Googleyê alîkarî da

Navenda Nûçeyan

Zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî jî di nav de, Googleyê ji bo Wîkîpedîa bi lez bi gelek zimanan were tercûmekirin, 2 milyon dolar alîkarî da

Wîkîpedîa ku ansîklopediya herî berfireh a li înternetê ye, heta niha bi 15 zimanan bi rengekî otomatîk wergerê dike. Metneke bi zimanekî din, di cih de ji bo zimanên cuda werdigerîne. Ev sîstem êdî bi gelek zimanan tê bikaranîn ku zaravayê kurmancî yê kurdî jî di nav wan de heye.

Hate ragihandin ku tevî Kurmancî, dê sîstema wergera bi lez û bez, bi zimanên Haûsa, Yorûba û Zûlû yên li Efrîqayê jî dest pê bike. Proje bi pêşengiya Înîsiyatîfa Zimanên Herêmî yên Navneteweyî “Growîng Local Langûage Content” ve hate amadekirin û hate ragihandin ku Google jî piştgiriya vê dike.

2 milyon dolar alîkarî

Google, ji bo zimanên herêmî li nav înternetê hîn bêhtir bên bikaranîn, alîkariya ji 2 milyon dolarî da vê projeyê. Tê texmînkirin, zimanên herêmî yên behsa wan tê kirin, ji aliyê 100 milyon mirovî ve tên bikaranîn.

Li Wîkîpedîa ya bi kurmancî ku sala 2004’an dest pê kir, heta niha zêdeyî 24 hezar metn hene. Ji bilî kurmancî metnên bi zaravayên soranî, kelhûrî û dimilkî jî di Wîkîpedîayê de hene.