Fîlma 14’ê Tîrmehê li ser Youtube ye

Navenda Nûçeyan

Fîlma ku mijara wê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye, ji hêla MîrFîlm ve li Youtubeyê hate barkirin

Fîlma ’14’ê Tîrmehê’ ku behsa îşkenceya Girtîgeha Jimar 5 a Amedê dike û berxwedana li zindanê vedibêje, piştî nîşandana li hêwanan û bi DVD’yên kete piyaseyan li Youtubeyê hate barkirin.

Hazirî û girtina fîlm 3 salan ajot. Di fîlmê de ku encama lêkolînên berfireh e, ji Mezlûm Dogan heta bi îşkencekar Esat Oktay Yildiran bûyeran vedibêje, her wiha mîna belfgefîlmekê ye jî.

Li Girtîgeha Jimar 5 a Amedê, 1982’yan ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê were bêkarîgerkirin, hovîtî û îşkenceyên giran hatibûn kirin.

Berxwedana Mezin a Zindanê ku yek ji damezirînerê PKK’ê û Endamê Komîteya Navendî Mezlûm Dogan dabû destpêkirin, 17’ê Gulanê bi çalakiya qehremaniyê ya Çaran domiyabû û bi çalakia Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gihaştibû qonaxa serfiraziyê.

Fîlm li ser vê lînkê dikare bê temaşekirin:

https://www.youtube.com/watch?v=OW1guJNuTZI&feature=youtu.be