Rêzefilmên tirkî derûniya civakê xira dike

Gelek rewşenbîr, mamoste û derhêner ji bo qedexekirina rêzefîlmên tirk di televîzyonên Herêma Kurdistanê de dê daxwaznameyek pêşkêşî parlamento û Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê were kirin. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku weşandina rêzefîlman were rawestandin

Di 23’yê vê mehê de li bajarê Hewlêrê, bi pêşengiya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li hemberî tund û tûjiya li dijî malbatan semînerek li ser bandora rêzefîlmên Tirkiyeyê yên li ser civakê hat dayîn. Di semînerê de gelek derhêner, parêzer, nivîskar, mamoste û civaknas amade bûn. Di semînerê de gufguto li ser bandora rêzefîlman bi taybetî yên Tirkiyeyê li ser civakê hate kirin.

Herî dawî biryar hat girtin ku daxwaznameyek radestî Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Wezareta Rewşenbiriya Herêma Kurdistanê were kirin. Di daxwaznameyê de behsa bandora xirab a rêzefîlmên Tirkiyeyê tê kirin. Her wiha di daxwaznameyê de bang li parlamentoyê hatiye kirin da ku weşandina rêzefîlmên Tirkiyeyê werin sekinandin.

Li ser vê mijarê berdevkê Rêveberiya Têkoşîna Tund û Tûjiya li Hemberî Jinan Rewend Sabir ji RojNews re axivî û wiha got: “Me daxwaznameyek amade kiriye, di daxwaznameyê de me behsa bandora neyînî ya rêzefîlmên biyanî bi taybetî yênTirkiyeyê kiriye. Ji ber ku bandorek neyînî li ser civaka Herêma Kurdistanê dikin. Hem bandorê li zêdebûna bûyerên xwekuştin, tund û tûjî hem jî li xiyanetê dikin. Me daxwaz ji parlamentoyê kiriye da ku ev rêzefîlm werin astengkirin.”

Rewend di dawiyê de got ku ew ê daxwaznameya xwe radestî Parlamentoya Herêma Kurdistan û Wezareta Rewşenbiriyê bikin. HEWLÊR