Ji siyasetê heta hunerê Aware

Aware bi rêya siyasetê çû nav cîhana hunerê. Yekem çalakiya hunerî beriya 33 salan bi şanoyek siyasî dest pê kir. Ji wê demê ve bê rawestan karê xwe yê hunerî berdewam dike

Şanoger û lîstikvan Şukriye Star bi nasnav Aware di sala 1962’an de li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li vê derê xwendina xwe heya dibistana amadeyî qedandiye. Piştî wê dev ji xwendinê berdaye.

Zext û zilma rejîma Baes wiha bandora xwe lê dike ku Aware hîn di temenek biçûk de hestên neteweyî pê re çêbibin. Ev dibe sedem ku heskirina wê ji siyasetê re çêbibe û beşdarî rêxistinên veşarî yên Komeleya Rêncderên Kurdistanê bibe.

Aware li dibistanê sirûda neteweyî dixwîne. Şehadeta bav û xalê wê hîn zêdetir bandorê lê dike û piştî Komeleya Rêncderên Kurdistanê beşdarî nav rêxistinên Yekitiya Niştiman a Kurdistanê dibe û bi berdewamî bi karê xwe yê siyasetê dibe.

Lîstika destpêkê “Ez jî mirov im”

Aware xwest bi rêyek din êdî xizmetê ji gel re bike û karê hunerî hilbijart. Bi rêya hunerê xebat û têkoşîna xwe berdewam kir. Yekem çalakiya hunerî di sala 1986’an de bi nîşandana şanoyek siyasî ya bi navê “Ez jî mirov im” bû. Astengiyên malbat û civakê nekarîn rê li pêşiya Aware bigire. Ji wê demê heya niha karê xwe yê hunerê berdewam dike. Di sala 1997’an de tevli pêşmergeyan dibe û salek di nav hêzên pêşmergeyên jin de dimîne.

Ji şano heta kurtefîlman lîstiye

Hunermend Aware heta niha di 30 drama, şano û gelek kurtefîlman de lîstiye. Yek ji diramayên ku Aware tê de cîh girtî, bi navê Niştiman Gule bê Rojekan, Gulekanî Malawayî ne. Yek ji kurtefîlmê tê de lîstiye jî bi navê, Kurpe Lêktirazan e. Herî dawî jî di dramaya Serab de lîstiye. Aware di sala 2003’an de, piştî rûxîna rejîma Baasê biryar da ku bi berdewamî kefiya kurdînî li serê xwe bi pêçe û di nav kar de jî her tim li serê wê pêçaye.

Huner bi qasî pêwîst e xizmetê nake

Aware ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku dixwaze bi rêya hunerê xizmetê ji gelê xwe, bi taybetî ji jinan re bike. Aware wiha got: “Li ku derê pêwîstiya gelê min bi min hebe ez li wê derê me. Lê rexneya min heye ku hunera kurdî bi qasî ku pêwîst dike xizmetê ji gelê kurd re nake. Sedema vê jî desthilat e. Ji ber ku desthilat bandora wê heye û hunermend bi ser berjewendiyên hizban de hatine dabeşkirin.”

Yek ji xemên din ku Aware pê xemgîn dibe yeknegirtina partiyên kurd e. Aware xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku hêj kurdan ji demê borî ders negirtine û heman şaşitiyên berê dubare dikin ku dijminên kurdan bi vê razî ne.

Şukriye Star bi nasnav Aware dayîka sê zaroka ye. Aware ji bilî karê hunerê wekî Rêvebera Tendirustiya Kanî Gume li Silêmanî kar dike. SILÊMANÎ