Li Helebceyê pêşangeha wêneyan

Li Helebceyê pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di pêşangeheyê de 62 tabloyên mamostayan hatin pêşandan

Li Dibistana Şehîdên Kîmyebaranê ya Helebceyê ji aliyê mamosteyan ve pêşangeheke hevbeş hat vekirin. Pêşangeha salane tê vekirin, 54 mamoste bi 62 tabloyan beşdar bûn.

Tabloyên wan li ser rewşa diyardeyên di nav civakê de bûn. Tabloyên wan li ser tundiya li hemberî jinan, şerê desthilatê, bi awayekî xerab bikaranîna telefonan, binpêkirina mafên zarokan bûn.

Bi seden xwendekar, mamoste û welatiyan serdana pêşangehê kirin. HELEBCE