Azîme yan Keça Henekoyî

Romana bi navê Funny Girl (Keça Henekoyî) romaneke serkeftî ye. Bi ser de jî ew di vê mîzahê de bi xurtiya derblêanîna siyasî, henekên xwe xurtir û hûrtir dike. Ha ji vê romana bi vî şêwazê mîzahê hatiye nivîsandin, şanoyek jî hatiye çêkirin û di lîstikê de kesa sereke Azîme Gevaş e

Romana Anthony McCarten a bi navê “Ladies Night (Şeva Canikan)” li Ingilistanê têra xwe hatibû ecibandin. Ev romana komedî ya rastî kenekî wisa li xelkê raselitand ku beramberî kîn, reşbînî û arîşeyên înterkulturel bû û ji ber wê jî kenekî bi tîqetîq û ji dil bû.

Di vê romana xwe de wî malbat bi henek û mîzahê li hev dianî, û wî nakokî jî li hev dianîn. Di romana xwe ya sala 2015´an a bi navê Funny Girl (Keça Henekoyî) de jî bi heman şêwazî ew serketî ye. Bi ser de jî ew di vê mîzahê de bi xurtiya derblêanîna siyasî, henekên xwe xurttir û hûrtir dike. Ha ji vê romana bi vî şêwazê mîzahê hatiye nivîsandin, şanoyek jî hatiye çêkirin û ew şano niha li Landestheater Schwaben (Şanoya Eyaletê ya Schwabenê) tê pêşandan. Promiyera vê lîstikê, 28´ê îlona bihurî bû û wê heta 30´ê adarê jî ev lîstik wê li hola şanoyê ya li Memmingenê bê nîşandan.

Di navbera Xelîl û Celîl de

Axir li gorî romanê, di lîstikê de kesa sereke Azîme Gevaş e. Azîme Gevaş ji malbata koçber a kurd e ku li Londonê bi cih bûye. Dikaneke bavê wê heye ku ew lê mobîlyayên Ingilîz difiroşe. Ha mesele li vir dest pê dike, malbat li aliyekî dixwaze ji Ingilîzan jî Ingilîztir be, li aliyê din destê malbatê ji rêûresmên li Kurdistanê jî nabe. Axir Azîme di navbera Xelîl û Celîl de dimîne; weke ku di navbera du kevrên aşî de bê eciqandin û hûrkirin xwe di navbera Rojhilat û Rojava de hîs dike, di navbera sekulerbûn û dîndariyê de, di navbera ya modern û ya ji rêûresmê de.

Nezewicî bû stêrkek

Jixwe dayika wê kurd e û ya dilê wê ew e ku Azîme zû zûka bi zewice; herçî Azîme ye, dixwaze bibe Stareke komediyê, komedyeneke ku li çara serê xwe binihêre. Bi dizîka ew dest pê dike û diçe dibistana komedyeniyê. Pê re jî biryarê dide ku vê arîşeya xwe û biryara dayî eşkere bike. Vê dike û derdikeve ser dikê jî lê bi Burkayekê. Bi rastî jî di demeke kurt de Azîme serketî dibe, weke kurda yekem a ku weke komedyen dibe starek (stêrkek).

Ne ku tenê her kes jê razî ye û wê pîroz dike; di nava malê nexweşî rû didin û wekî din jî gefa kuştinê li wê tê xwarin. Azîme ya ku bi tena serê xwe dimîne, dilsozê xeyalên xwe dimîne û biryarê dide ku pê re jî ji malbata xwe qut nebe: “Navê min Azîme ye, tenê Azîme. Tenê gotinek. Weke Madonna. Adele. Herpes – gotinek her tiştî dibêje. Mîsyoneke min heye. Ez dixwazim şerê pêşhukman bikim. Ev şerê min ê mezin e. Ez dixwazim nîşanî we bidim ku aliyên fetwayê jî, terorê jî û tundrawiyê jî hene ku mirov bi wan bikene.”

Daweteke ji bo kenê serbest

Azime di lîstikê de bi van gotinan derdê xwe vedibêje. Rojnameya herêmê ya bi navê  Memminger Zeitung jî hê dawiya sala 2016´an li ser lîstika bi lîstikvaniya ekîbeke din ku ji bo vê koma jêhatî jî lê ye, gotibû; “Li ser dikê bicihkirina lîstikê, bi hin fikrên orîjînal ên derhêneriyê hatiye xemilandin. Bi xêra vê jî ji mijareke derbasbûna mijareke din û guhertina rolan (…) sivik û bi lez çêdibe. Ev yek dikê dihejîne û rê li ber gelek kêliyên henek barkirî derdixe holê, ev jî dike ku ekîb li ser dikê bi çepikan bixeriqe. Funny Girl bersiveke her pirsa elaqedarî wê yekê ye ka gelo mirov li ser Îslamê û bi Îslamê dikare bikene yan na. Naverok bi rastî jî weke dawetekê ye ji bo ku mirov serbest bikene – û tevî ewqas henekan jî mirovan dide hizirandin.”

Lîstik wê Landestheater Schwaben a li bajarê Memmingenê 10´ê sibatê, 10 adarê, 16´ê adarê û 30 adarê jî bê nîşandan. FRANKFURT