Hunermendê kurd Xelata Hector wergirt

Hunermendê peykertraşî û înstalasyonê yê ji başûrê Kurdistanê Hiwa K, Xelata Hector wergirt. Hîwa K bi kalîteya xwe ya teşe, vebêjerî û antropolojîk, ji nava hunermendên didin derdikeve pêş

Hunermendê peykertraşî û înstalasyonê yê ji başûrê Kurdistanê Hîwa K, Xelata Hector werdigire. Hola Huner a Mannheim (Kunsthalle Mannheim) a ku xelatê dide, da zanîn ku hunera Hîwa K bi kalîteya xwe ya teşe, vebêjerî û antropolojîk, ji nava hunermendên didin derdikeve pêş.

Ev xelata hanê ji sala 1997´an ve tevî Hevakera SAP´ê û Weqfa Teşwîqkerên Hola Huner a Hans-Werner Hector, li ser navê Hans-Werner Hector vê xelatê dide.

Herçî hunera Hîwa K ye ku kurdekî penaber e ji başûrê Kurdistanê, bi berhemên xwe li elaqeya di navbera koçberî û liderhiştinê de dipirse. Li pêşangeha cîhanê “documenta 14´ê de par li bajarê Kasselê, berhema wî ya hunerî ya ji lûleyên dêw ên binesaziyê ya li Friedrichsplatz bi rastî jî mêvanên pêşangehê ber bi xwe ve dikişandin.

Ev xelat tê dayîn ji bo teşwîqkirina hunermendên 35-50 salî ên li Almanyayê yên ku peykertraşiyê û yan jî hunerên din ê plastîk ê 3 dîmenziyonî (Hunerê eşyayan, înstalasyonên mekan û yên multîmedyayê) dikin.

Bi vî awayî ew hunera peykeran a ku pirraniya berhemên li Mannheimê berhevkirî pêk tîne, teşwîq dike. Xelat 20 hezar euro ye û pê re jî di vê li Hola Huner a Mannherimê pêşangehek bê organîzekirin. FRANKFURT