Astengiyên li pêşiya hunerê rakirin

 Şervîn Elo ker û lal hate dinê lê dîsa jî li hemberî şert û mercên jiyanê li ber xwe da û niha bûye wênesazeke pispor û gelek tabloyên wê hene

Şervîn Elo 17 salî ye û ji şêniyên gundê Umera yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê ye. Ker û lal di nav malbateke welatparêz de hate dinê. Di malbata ku ji 5 endaman pêk tê de zaroka duyemîn e.

Beriya Şoreşa Rojava rewşa ku herî zêde astengî ji Şevînê re çêdikir, şert û mercên jiyana kurdan bûn. Di 7 saliya xwe de, malbata wê dixwaze wê di dibistanên kesên astengdar de tomar bike. Lê rêveberiya dibistanê şertên gelek dijwar ji bo qebûlkirina Şervînê dan pêşiya malbatê. Malbata Şervînê nekarî şert û mercên tomarkirina wê bîne cih û Şervîn ji xwendinê qut bû.

Lê xwesteka Şervînê ji şert û mercên li hemberî kurdan bi hêztir bû. Ji ber wê bi alîkariya malbata xwe Şervîn fêrî xwendin û nivîsandina bi her du zimanên erebî û kurdî dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re û rejîma Sûriyeyê ji herêma Rojava derket. Piştî ku yekemîn dewreya perwerdekirina wênesaziyê hate vekirin, ji ber ku Şervîn ji wênesaziyê hez dike, tev li dewreyê dibe.

Şervîn bi dehan tabloyên zeytî, hindek din jî bi rejî û risas xêz kirine. Di piraniya tabloyên wê de jinbûn xuya dibe. Şervîn bawer dike ku jin bingeha jiyanê ne.Şervîn li kantona Efrînê tev li gelek mîhrîcan û pêşbirkan ên ku Desteya Çand û Hunerê ji endamên xwe re wê demê organîze kiribûn, bûye. Bi destpêkirina êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ere, di 20`ê çileya 2018`an de mîna bi hezaran malbatên Efrînê malbata Şervînê jî neçar ma di 16`ê adara 2018`an de ji Efrînê derkeve.

Malbata Şervînê xwest tabloyên keça xwe bi rê bikin kantona Cizîrê lê Şervînê ew pêşniyar red kir. Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê di 21`ê meha borî de pêşangehek li Kampa Serdemê orgenîze kir. Şervînê jî bi tabloyekê ku tê de zarokek lîstoka xwe hembêz kiriye û bermahiyên şer li derdora wî ne, tev li pêşangehê bû. Di nîşaneyekê de ku zarokên Efrînê di encama komkujiyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de ji zarokatiya xwe bê par mane.

Dayika Şervînê Hemîde Mihemed der barê hewes û israra keça xwe ya ji bo wênexêzkirinê de wiha got: “Şervîn ji biçûkahiya xwe ve bi jiyanê ve hatibû girêdan. Rexmî astengdariya xwe û neqebûlbûna wê di dibistanê de lê dîsa jî wênesazî fêr bû heta ku di vî warî de bû pispor û şarezahiya xwe bi pêş xist.” ŞEHBA