Di dîdara hunerî de pêşangeha şêwekariyê

Di roja duyem ya dîdara hunerî ya Gemriyanê ya li Kelarê de pêşangeheke şêwekarî ya karê destan vekirin

Li navenda Îdareya Germiyan bajarê Kelarê dîdara hunerî di roja duyemîn de bi pêşandana berhemên şêwekarî yên karê destan dewam kir. Gelek hunermend, şêwekar û hunerhez di pêşangehê de amade bûn. Di pêşangehê de berhemên hunerî yên karên dest yên jinan û şêwekarên Germiyanê hatin pêşandan. Di pêşangehê de 94 tabloyên şêwekarên herêmê ku xwedî peyamên taybet bûn hatin pêşandan.

Hêjayî gotinêye roja yekem a dîdara hunerî ya Germiyanê duh li navçeya Xaneqînê hatibû destpêkirin. Wê sibe jî dîdar li bajarokê Kifriyê berdewam bike. KELAR