Penaberê kurd Boochanî xelata wêjeyê wergirt

Penaberê kurd Behroûz Boochanî ku ji sala 2013’an ve li Girava Manûsê asê ye û ji hêla tu welatan ve nehatiye qebûlkirin, hêjayî xelata herî hêja ya wêjeyê ya Awûstralyayê hate dîtin

Penaberê kurd Behroûz Boochanî (36) ji bajarê Îlam ê rojhilatê Kurdistanê ye. Yek ji damezirînerên kovara wêjeyê ya kurdî Weryayê ku li Rojhilat tê çapkirin e. Di sala 2013’an de hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê bi ser buroya kovarê de girt û der barê Boochanî de biryara girtinê da.

Ji ber vê zextê jî nivîskarê kurd neçar ma ku ji Rojhilat koçber bibe û berê xwe da Awûstralyayê. Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melboûrneyê ve nehate qebûlkirin, li Girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê ma. Boochanî mehekê li girtîgehê ma û di encama çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl de hate berdan. Lê belê vê carê jî destûr nehate dayîn ku ji girava ku ser bi Papûa Gîneya Nû ye derkeve.

‘Ji bilî çiyayan dost nîne’

Penaberê kurd dest bi jiyana li nava xwecihiyên giravê kir. Boochanî dema li girtîgehê bû bi rêya telefonê peyam (SMS) ji weşanxaneyekê re dişand. Peyamên wî par bûn pirtûk. Pirtûk bi navê “No Friend But the Mountains: Writing from Manus Prison” (Ji bilî çiyayan dost nîne: Notên ji girtîgeha Manûsê) hate çapkirin. Pirtûk hêjayî xelata ‘Victorian Premier’s Literary Award’ hate dîtin ku ev xelat xelata herî hêja ya Awûstralyayê ye.

Girava Manûsê

Lê belê ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê nehate qebûlkirin, rayedarên Awûstralyayî destûr nedan ku Boochanî ji bo wergirtina xelatê bê Melboûrneyê. Girtîgeh û kampên penaberan ên li Girava Manûsê bi kiryarên li derveyî mirovahiyê tên naskirin. Tê gotin ku penaberên li ser rêya Awûstralyayê tên girtin, timî dibin hedefa tundiya hêzên ewlekariyê û birçî tên hiştin. Nivîskarê kurd Boochanî jî hewl dide van rojên zor û zehmet ên li giravê di pirtûka xwe de vebêje.

Sala 2017’an jî rojên Behroûz Boochanî û Arash Kamalî Sarvestanî yên li Girava Manûsê, bi dokûmantera bi navê “Chauka, Please Tell Us the Time” hatibû weşandin. Dîmenên dokûmanterê hemû bi telefonê hatibûn kişandin. MELBOÛRNE