Kejo dîsa li fîqê xist û sermest kir…

Evîna fîq a Kejo ji bo min her tim mereq bû. Kesê ku min qet nedîtibû yan jî qet rastî wî nehatibûm zelaliya dengê bilûra wî bibû xeyala min a zarokatiyê. Zarokatiya min bi guhdarîkirina dengê wî têper bû. Min di zarokatiya xwe de xeyal dikir ez ê rojekê bikaribim xwediyê vî dengê bilûra zelal bibînim, li gel wî rûnêm û guhdarî bikim.

Li gel dîroka bilûrvaniya wî, ez jî dîroka xeyalên xwe jê re bibêjim. Lê kengî, gelo wê ew roj bê yan na, ango rojeke wisa wê bibe para me/min; gumana zarokatiyê bû. Bi zelaliya dengê wî ez ê dîsa bikaribim xeyalên xwe vegerînim.

Dema ew roj bû para min û me silav da hev, min dît ku taybetmendiyên xweşikbûna hestê giyanê wî û hezkirina wî ya ji jiyanê re ji xeyalên ku min dikir gelekî mezintir bû. Rast e, temenê wî mezin e, lê hestê wî yê zarokan bû, bi hestên xwe mirov hembêz dikir. Dilnizmiya wî ez pir bi bandor kirim.

Kî ye ew, hûn dizanin an na? Ger hûn nas nakin ez dixwazim kêfxweşiya hestên xwe bi were parve bikim. Hûn jî mîna min jiyana Egîdê Cimo meraq dikin ez bawer im. Dîroka bilûrvaniya Apê Egîd çawa dest pê kir û hate vê rojê, kî ye Egîdê Cimo, riya hunermendiya jiyanê çawa berdewam kir û îro dixwaze çi bike?

Kurtejiyana çîroka demdirêj bi çend gotinan dest pê dike: “Mirov bi malbata xwe tê naskirin. Berî ku mirov xwe bide naskirin divê derbasî paşerojê bibe û bi vî awayî dirêjahiya jiyana xwe vebêje.”

Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Ermenistanê ji dayik dibe. Lê bav û kalên wî di sala 1918’an de ji Roma Reş direvin tên Ermenistanê.

Bav û kalê wî ji navçêya Wan ê, qeza Bêgiriyê ji gundê Çiboxliyê hatine. Wê demê bav û kalê Egîdê Cimo li Elikê nasdarbûne û ji aliyê her kesî ve jî hatine hezkirin û kesên rêzdar bûne. Ji ber vê yekê dewleta tirk (yanî roma reş) ji wan hez nekirine û êrîşî wan kirine. Ew jî neçar mane hatine Ermenistanê. Malbata wî ji egide_cimo.jpgmalbata Cangîr Axa bûne. Ji ber Cangîr Axa xwedî hezaran leşker û hêz bûye. Dewleta tirk li hemberî wan şer kiriye li ser wan zilm û zorî daye meşandin. Ew jî neçar mane ku dev ji şûn û warê xwe berdin û bêne Ermenistanê.

Ji qamişê Çemê Reş fîqê çêdike

Apê Egîd di temenekî biçûk de dest bi hunermendiyê dike. Hêj di 9 saliya xwe de li gund diçe ber berxan. Li biniya gundê wan Çemê Reş derbas dibe Çemê Reş jî çemekî mezin e. Qamişê Çemê Reş qamîşekî rind bûye. Rojekê dikeve sere wî dibêje ka ez ê ji xwe re fîqekê çêkim. Ji xwe re qamiş tîne ji qamişê fîqekê çêdike û dibîne ku dengekî pir zelal ji wê qamişê (fîqê) tê. Bi şabûna fîqê ji destê xwe bernade, li ber berxan her tim lêdide û bi dengê fîqê her kes li derdora wî dibe. Hêdî hêdî li temamiya gund ji aliyê her kesî ve dengê fîqa wî tê bihîstin, ji dûrve jî ew deng pir xweş dihate guhê mirovan. Dema zarok bûye porê wî kej bûye. Ji ber wê çendê jê re gotine Kejo. Ji bo dengê fîqa wî re jî gotine dengê fîqa Kejo. Bi taybet sibê zû dengê bilûrê pir dûr diçe, êvaran jî dengê fîqê pir bilind e û pir xweş tê guhê mirovan. Gel li êvaran li ser baniyên xwe rûniştine û li dengê apê Egîd guhdarî kirine. Ji ber wê yekê jî di zarokatiya xwe de gelekî hatiye hezkirin. Bi kêfxweşiya hezkirinê her êvar çûye ser ban û li fîqê xistiye. Apê Egîd vê bîranîna xwe wiha vedibêje: “Ez ji bo wan kesan, êvaran diçûm ser banî min li fîqê dixist. Tê bîra min her kes derdiket ser banî ji hev re ban dikirin digotin rabin Kejo dîsa li fîqê da. Ev axaftin hestên wisa li min dida jiyîn, heçku ez konserekê didim gel.” Egîdê Cimo jiyana xwe ya hunermendiyê tu carî ji bîr nake û dibêje jiyana min ew e ku çawa min çavê xwe li jiyanê vekiribe û min dest bi hunermendiyê kiribe hetanî mirinê wê berdewam bike û tu carî nikarim ji bîr bikim.

Lêxistina wî ya zirneyê

Cara yekem li zozanên nasên xwe li zirneyê dixe. Jiyana wî ya lêxistina zirneyê jî wiha ye: “Em diçûn zozanan. Zozanên nasên me hebû bi nave Bozkosê. Ew zozan dawiya tevahî gundan e ku diçe hetanî Arbaxanê. Niha ew gund tune ye. Em diçûn me zozanên xwe li wir derbas dikir. Jixwe ew der jî zozan in. Tevahî keç û bûkên wî gundî dihatin cem mala Eşo. Mala Eşo jî gelek mezin bû lê kurê wî tune bû. Me li wir hetanî sibê mîna em konserê bidin me mey û zirneyê dixist. Yanî cara yekem bi fermî min di dawetan de li zirnê xist. Wekî hûn dizanin cara yekem min bi fîqê dixist piştre mey û piştre jî zirne.“ Egîdê Cimo di ciwaniya xwe de zirneyê bi firotina du dîz qatixan peyda dike. Wê demê ji ber dayika wî çûye rehmetê bi xwe dîz qatixan çêdike li pişta xwe dike û bi piyan ji zozanan tîne hetanî Êrîvanê. Her du dîz qatixan difiroşe û zirneyê ji xwe re dikire. Li ser ked û peydabûna jiyana hunerî riya xwe gav bi gav berdewam dike.

Nasîna bi Şamilê Beko re

Di dema şahiyan de du sazbendên ermen çûne gundê wan. Yek ji wan li defê yê din jî li zirneyê xistiye. Lê wan her du kesan jî hem bi kurdî û hem jî bi ermenîkî stran gotine. Di rêza bîranîna jiyana Egîdê Cimo de defçiyê bi nave Hayk cihekî girîng girtiye. Bi vî awayî aşiqê lêxistin û sazbendiya wan bûye. Di dawetan de stranbêjiya wan û girtina dîlanan li ser Egîdê Cimo bandoreke mezin daye çêkirin. Bi vê bandorê Egîdê Cimo jî xwestiye mîna wan li bilûr, mey û fîqê bixe û kilaman bibêje. Bi demê re bandora wan kesan li ser Egîdê Cimo kêm dibe. Koma Şamilê Beko re hevnas dibe, di dema xwe de Koma Şamilê Beko li Ermenistanê hatiye naskirin bi xwe jî sazbendekî bi nav û deng bûye. Li Ermenistanê Koma Şamilê Beko ji keç û xort û malbata wî pêk hatiye. Egîdê Cimo van rojan bi van gotinan wiha tîne ziman: “Wê demê bi tevî koma xwe hatibûn gundê me ku pîrozbahî çêkin. Kur û keçên wî pê re distriyan. Dema hate gundê me ji bo konserê bidin wê demê gundiyan ji Şamilê Beko re gotin ev zara gelekî bi huner e û pir xweş li meyê dixe tu dikarî li gel xwe bibî ji bo kar bike. Şamil xwest ez jê re li meyê bixim. Dema min li meyê û fîqê da ez ecibandim, ji min re got ‘divê tu ji vir û şûn de li gel min kar bikî’ Ez sê salan zêdetir li gel koma wî xebitîm hetanî sal 1955’ an. Wê demê berpirsyarê radyoya Êrîvanê di beşa kurdî de Casimê Celîl bû. Min bi vî awayî xwest ez li gel wan kar bikim.”

Dema Radyoya Erîvanê

Berî ku di radyoyê de derbasî beşa kurdî bibe nêzî deh salan bi peretî kar dikin. Li gorî stranbêjiya wan heman demê ji wan re pere hatine dayîn. Ji ber baş lêdana mey û fiqê Egidê Cimo didine pêş ew jî bi vî awayî rê ji bo pêşxistina hunera xwe dibîne. Piştî xebateke demdirêj di sala 1962’yan de ji bo koleja sazbendiyê ya herî mezin a Ermenistan ê tê hilbijartin. Di konservatura Romanos Melikiyan de nêzî 5 salan dixwîne, ji ber roj di radyoya Êrîvanê de dixebitê beşa roj hildibijêre û bi vî awayî salên xwe yên perwerdeyiyê dewam dike. Egîdê Cimo bi van gotinan van salan bilêv dike: “Piştî xebata demdirêj, di sala 1962’yan da ez ji bo kolêja sazbendiyê ya herî mezin a Ermenistanê hatim pejirandin. Min 5 salan di konservadura Romanos Mêlîkîyan de xwend, a bi roj 4 sal û ya bi şev jî 5 sal bû. Ji ber ez bi roj di radyoyê de dixebitîm min bi şev dixwend. 5 salan di wê dibistanê de min beşa muzîkê ya senfonî û opera xwend. Li nav xebatên radyoyê min karên mîna çûyîna gundan û dîtina dengbêjan her wiha amadekirina stranan û anîna wan ji bo radyoyê jî me dikir û heman demê Casimê Celîl jî ev xebat pêşkêş dikir. Stranên min di ber çavan re derbas dikir û bi vî awayî diweşand. Min jî li kêleka van karan heman demê karê çûyîna dibistanê û wekî din maqam û uslubê stranan rast dikir û amade dikir, her meh me ew stranên hatine amadekirin diweşand. Bi pejirandina giştî min fermî ev kar rêve dibir.”

Rola Casimê Celîl

Li gorî ku Apê Egîd dibêje di mezinbûna kar û xebat û pêşketina wî de Casimê Celîl cihekî girîng digire. Çêkirina stranên nû û lihevanîna dengan kêfxweşiyekê mezin daye Casimê Celîl û heman demê kesekî pir welatparêz bûye. Heman demê dibeje ez nikarim mafê beşdariya Casimê Celîl bixwim. Li gel bilêvkirina kesayeta Casimê Celîl bîranîna xwe jî wiha tîne zimên: “Qet ji bîra min naçe. Carekê li gund defçiyekî me hebû, defa wî pir mezin bû, ji bo nivîsandina stranê em ji gund diçûn bajêr. Wê rojê Casim jî hat ew defa mezin da ser mile xwe û di koçê de meşiya, min jê re got Apê Casim şerme ka wê defê bide min te çima ew defa mezin daye ser milê xwe. Got birazî; qet ne şerm e def çiqas mezin be em jî ew çend mezin in, ev rêz û şerefa me ye, divê em qet şerm nekin. Xwedê rehma xwe lê bike. Ez nabêjim min ew kar bi tena xwe kir, ne wekî minet lê Apê Casim gelekî qedrê min û qedr û qîmetê tevahî hunermendan digirt.”

Du rê li pêşiya wî bûn

Egîdê Cimo li gel çûyîna dibistana huner di zarokatiyê de dest avêtina jiyana hunerî di pêşxistin û gavavêtina muzîkê dema radyoya Erîvanê de jî gelekî ked daye. Kompozisyona ermenan a lûrdelûr fantaziya marşa kurdî amade kiriye. Heman demê Şalik Şînokê çêkiriye û ev stran hem di kasetê de cih girtiye û hem jî di radyoya dengê Êrîvanê de jî hatiye gotin. Muzîka lûrdelûr hem hatiye ecibandin hem jî di pêşbirkê de bûye duyemîn. Nota û muzîk a Egîdê Cimo bixwe ye, nêzî 15 deqîqeyan dikêşe. Dema Egîdê Cimo ew muzîk çêkiriye, li Ermenistanê hunermendê herî bi nav û deng Konavîwî Onîk Paraşiyan bûye. Bi muzîka ku çêkirî ji aliyê hunermendên ermen Paraşiyan û Levon Aleyivan ve plaketa hunerî hatiye dayîn. Girtina xelateke wiha girîng, dibe sedem ku Egîdê Cimo hê zêdetir karê xwe nas bike. Bi girtîna xelatê û fikirandina fantazî ku ji aliyê Paraşiyan ve hatiye ecibandin û Egîdê Cimo bi hêz hatiye dîtin çûyîna wî ji bo konservatuarê hatiye pejirandin. Ew û sê kesên ku yek ji wan xortekî ermen, yek qerebaxî ku di hunerê de hatiye ecibandin ji bo çûyîna konservatuarê hatine hilbijartin. Ev û 3 kesan li Ermenistanê wekî hunermend di çêkirina kompozisyonê de yên herî xurt hatine qebûlkirin. Lê ji ber zarokê Egîdê Cimo biçûkbune aborî têrî nekiriye û di xaniyê kirê de jiya ye, ne kariye biçê dibistanê. Jixwe zanîngeha muzîkê bi zehmetî xilas dike. Ji ber mecbûr e ku zarokên xwe xweyî bike û ji bo mezinkirina wan biçe dawet, şahî, şînan ku heqdest bigire dev ji fersendeke wiha berdide. Ji hevalên xwe xatir dixwaze vedigere malê. Bi vî awayî têkiliyên xwe bi dibistanê re di cih de dihêle. Ji ber dabînkirina jiyana zarên xwe û zehmetiyên jiyanê cara duyem nikare biçe dibistanê. Piştî ku Egîdê Cimo nikare biçe dibistana ku di pêşbirkê de hatiye pejirandin ew belge ji aliyê dewletê ve paş ve tê standin.

Hin xebatên kirine

Lê di jiyana hunerî de neçûyîna dibistanê li ser wî bandorekê dide çêkirin dibe sedem ku vê yekê di kesayeta xwe de wekî kêmbûyînekê hîs bike. Dibêje du hilbijêrk hebûn li pêşiya min yek çûyîna dibistanê ya duyem jî dabînkirina jiyana zar û malê. Ew jî ji neçarî dabînkirina jiyana zarokên xwe hildibijêre. Lê piştre dengê Radyoya Êrîvanê ji bo bixebite derfetekê dide wî. Li gel Egîdê Cimo 12 kes di radyoya Êrivanê de dixebitin. Li gel jiyana zarokatî alîkariya Casimê Celîl û nêzî 30 salan xebata di radyoya dengê Êrîvanê Osoyê Miho li ser jiyana wî ya hunermendiyê cihekî girîng digire. Kilam gotina Osoyê Miho û li gel kilam gotina wî binav û dengbûna wî û ji aliyê gel ve hatine hezkirin li ser Egîdê Cimo tesîrekî dide çêkirin. Di gotinên xwe de dibêje “hetanî niha min dengekekî wiha ne bihîstiye”. Û Egîdê Cimo wekî din jî di fîlmê ku Nizamettîn Arinç çêkirî yê binavê Beko de rolê şivanekî dilîze. Muzîka fîlmî bi nave huner ku hatiye pêşkêşkirin bi xwe amade kiriye. Di fîlmê Votka Lîmon de rolekî biçûk lîstiye. Heman demê di şanoya bi navê Ehmedî Xanî Tê jiyanê de rolê kalo lîstiye.

Kaseta wî ya yekem

Li gel tevahî kar û xebatê dayî meşandin kaseta xwe bi fermî di sala 2003’yan de derdixe. Dema cara yekem diçe Kurdistanê li ser riya Stenbolê re derbas dibe. Bi alîkariya hevalan wê derê destpêkê kaseta Feyzoyê Rizo tê derxistin. Lê ji ber nebûna awaz, rîtm û deng xebata xwe li Ermenistanê li studyoya mezin a dewletê bi nave Mîrê Bilûre Egîdê Cimo kaseta wî derdikevê. Li gorî nêrînên Egîdê Cimo hunermendek di nava jiyanê de bi kilamên xwe dijî, ger di nava rojê de çend caran stranan nebêje û ne strîne wê nikaribe bijî. Eger dengbêj şerm bike û nikaribe di nav komekê de kilaman bibêje an jî derfet tunebe wê biçe çolê bistrê, ji ber ku ew dîroka me ye em bi vê dîrokê mezinbûn û hatin vê rojê. Li kêla vê dibêje pêwîst e çendek ji wan çîrokan bê nivîsandin û bibin pirtûk. Dibe ku di dema wan de huner di nava dengbêjan de milên profesyoneltî pêşketibe lê di nava stranbêjiyê de xweşikbûnî, bengînî, laqirdîtî, kêf û henek, êş û şahî tevahî hebûn ku mirovan li van guhdarî dikir û mirov dikare tevahî van tiştan di nav kilaman de bibîne. Ji ber wê jî dengbêjiyê pir diparêze û dibêje ger em neparêzin ew kesên ku kilambêjin dema mirin wê hemû hînbûnên xwe bi xwe re bibe. Ji bo vê jî dibêje ji îro pêve divê mirov hebin ku tiştên hatine jiyîn binivîsînin. Ji ber ku hinek dengbêj henin ku her çend aliyê hunermendiyê ve dewlenmend in, lê nayên naskirin divê di vî alî de em şiyar bin û ew berhemên ku nehatine nivîsandin pêşkêşî gel bikin. Heman demê Egîdê Cimo di nav axaftinên xwe de dibêje gelek muzîkjenên me hene, dibistana hunermendiyê dixwînin, hindek jî konservatuar xilas kirine û heman demê dixwînin, ewana dikarin van dengbêjan bibînin û bibin gel xwe. Van xezîneyan biparêzin û bikin xizmeta gelê xwe.

Tesîra dengê jinan

Li gel hunera hunermendekî, dibêje civak jî bi çavekî gelekî mezin li hunermendan dinêre. Lê tunebûna merc, derfet û cih ji bo pêşxistina hunermendiyê jî wekî bê şansiyê dinirxîne. Dibêje ji ber cih, derfet û mercên me hebûna wê gel ji van nirxan zêdetir nirx bidana hunermendan, wê hunermend jî bikarîbana xwe zêdetir pêşbixistina. Dîsa jî wekî sazbendekî spasiya xwe ji gelê kurd û hunermendên kurd dike û dibêje roxmî gelek bê mercî û bê derfetî û astengiyan karîn rê nîşanî hunermendan bidan û hunermendên kurd jî karîn xwe pêş bixin û bi moraleke mezin kar û xebatên xwe pêş bixin. Di dengbêjî û muzîka kurdî de egido-cimoo.jpgbandora jin bi çend gotinên girîng tîne ser ziman. “Stranên ku li ser min bandor dike û di giyanê min de rûdinê dengê jinê û dengbêjiya jinê ye. Dibe ku stranên benginiyê be ango merxasiyê be li gorî min destpêkê jinan gotiye piştre zilaman. Lê di dema me de ew zelaliya deng nemaye. Berê di dengê jinan de mirov zelaliya deng didît.

Daxwaza dibistana hunerê

Ji bo pêşerojê de hunera kurdî gav bavêje pêş bikeve û mezin bibe dibêje divê xwendina hunermend a dibistana hunermendiyê hebe. Ji ber ku huner hêdî hêdî derbasî nivîskî dibe. Ji bo wê jî divê her kes hewl bide paşerojê biparêze. Heman demê hunermendiyê bi serê xwe wekî meslekekê dibîne. Di vê xalê de kar û xebatên ku li Kurdistanê tê meşandin weke derfeteke mezin dibîne. Û dibêje lewra ez gelekî dixwazim li Kurdistanê vî karî bikim. Li gel Arsen Polat bîranîna xwe jî wiha tîne ziman “Min û Arsen Polat di sala 2003’yan me dixwest li Amedê xebatekê bidin meşandin. Lê ew bi qezayê çû ser dilovaniya xwe bi vî awayî mixabin karê me nîvco ma. Xeyalê me bi Arsen Polat re hebûn. Wî dixwest şanoya kurdî çêbike ez jî muzîka şanoyê çêbikim.” Li gel van gotinan dibêje bi van gotinan mebesta min ew e ku divê hunermendek bikaribe li welatê xwe xwedî derkeve û zarokên xwe baş bide xwendin. Ji bo pêşxistinê huner li derfetên wisa digere lê mixabin nabîne. Van derfetan bi taybetî li Amedê dibîne û dibêje li Amedê mercên çêkirina dibistan û saziyan hene ku mirov bikaribe zarokan ji biçûkayî perwerde bike. Xeyal û daxwaza wî ya herî mezin jî ew e ku li Amedê vê hunera xwe pêşkêşî zarokan bike û wan perwerde bike. “Ger derfetek wiha bikeve destê min ez dixwazim xeyalên xwe bi ruh û bi can pêk bînim. Ji ber ku ez vê hêzê di xwe de dibinîm wekî min li jor jî anî ziman hunermendî bi xwe meslek e. Ez daxwaz û hêvî dikim, cihekî mîna Amedê komekê ji kesên bi hunerî hilbijêrim û bi riya wan hunera ku me afirandiye li her cihî pêşkêş bikim. Dema ez mirim bila bibêjin Egîdê Cimo ev kom ava kiriye û keda min li Kurdistanî bibînin.”

*Ev dosya bi salan berê ji aliyê Hêlîn Cûdî ve hatiye amadekirin û bi boneya koça dawîn a Egîdê Cimo em jinûve diweşînin.