Pîrê hunerê Egîdê Cimo

Kakşar Oremar

Oxira te ya xêrê be mamosta can, lê mirin tenê ya wan kesan e ku di jiyanê de xwedî hunerekê nebin. Û huner ji hunera te bilindtir jî yê kêm bê dîtin û bihîstin

Naxwazim weke kesekî li ser te binivîsim ku êdî di nav me de nîne! Çimkî huner hez û evîn e, tovê jiyanê bi hunerê hatiye reşandin û xwedî hemû dewlemendiyên xwe yên siruştî ye. Dema huner jiyan û hebûnê pêşkêşî mirovan bike, hingê tu kesekî ku nakevî rêza miriyên wenda û bênav û nîşan mamoste Cimo.

Dengê bilûra te dengê dîroka hunera Kurdistanê ye, lê dengekî nemir ku hemû malê dinê tîne. Bedelî hemû giraniyên cîhanê hunera te ye. Bihagiraniya hunera te ji ber nasnameya xwe ya cewherî bû ku him dûr ji teqlîdê û him jî dengê hezaran salên berê gehandibû roja me ya îro. Tu di karê xwe de hostayekî bêmînak û mil bi milê mezintirîn hunermendên cihanê bûyî dengê sazbendiya kurdî ya orîjînal. Taca serê wan kesan bûyî ku kedkarên doza neteweyî bûn.

Çi bêjim û binivîsim li ser kesayetiya te ya ku tevî mezinan mezin û li gel zarokan jî zarok bûyî! Kîjan peyv wê karibin wesfê dengê bilûr û fîqa te ya tije hezar dengên ji hevdu cuda bidin! Kî dikare hunera te ya bilind binirxîne ku qet û qet ji qada nasnameya xwe ya orîjînal û kurdewar derneket?

Salên dirêj em bi newa û dengê awazên te jiyan û mezin bûn. Carna xweşî, carna ken, carna jî tu bûyî ku te hestên xwe yên tije êş û birînên nekewandî bi milyonan kurdên belengaz û bêdewlet re parve dikirin.

Dengê bilûra te!

Ji sala 1932´yan heta roja îro 87 salên jiyana te tije êş, xerîbî, bêkesî û birçîtiyê bûn, lê dengê bilûra te hemû êş û elem ji bîra te û me biribûn. Hunera te tenê di Elegeza kurdan de nema, sînorên dengê fîq û bilûra te him sînor nas nedikirin û him jî sînorê qada hunera kurdan dida diyarkirin. Kesê ku li her derê parazvanê mîraseke çend hezar salî ye, Egîdê Cimo. Êdî xerîbî di nefesa te de xemên dûrî û xerîbiya “welatê me Kurdistanê” bûn.

Tu kesek bûyî ku sedan hunermendên mezin rastî te hatin û çi bextewar bûn dema ku dengê xwe tev li dengê bilûra te ya kurdî dikirin. Navên jêr yên bêmirin pirî caran behsa hunera te kirine: Karapêtê Xaço, Zadîna Şakir, Egîdê Têcir, Kobara Xido, Aslîka Qadir, Mecîdê Silêman, Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Sosîka Simo, Gulîzara Etar, Mihemedê Silêman.

Elbete bi dehan dengbêj û stranbêjên din bi rêya şîret, rêzanî û hunerê wî yê sazbendiyê bûn hevalbendên rêbaza wî ya hunerî. Ev serfirazî zû-zû nedibû para herkesî. Çimkî çi berhemên ku ew tê de bû, êdî bi nemirî dibû male dîrokê. Kesên ku di hevdîtinên xwe de tim bi rindî behsa milpanî, zaniyarî, hunermendî û nefsnizmiya wî kirine û dikin.

Akademîsyen bû…

Ew di meydana hunera xwe de kesekî akademîsyen û bispor bû. Berî ku di akademiya hunera bi navê Romanos Melîkiyan* de bibe xwedî dîplomaya herî mûteber û bilind li welatê Ermenistanê, di piraktîkê de weke kesekî şerezayî karê huner, navekî naskirî bû. Di mîhrîcan û helkeftên herî mezin de dema dengê bilûra wî dihate bihîstin, êdî bêdengî li her derê desthilatdar bû. Pisporên hunernas bi rindî li ser hunera wî analîzên zanistî di kovarên herî naskirî yên demê de dinivîsandin.

Egîdê Cimo xwedî ruhekî tije coş û liv-lebatên bêdawî bû. Rihek tije îlhamên esmanî ku nedihişt deqeyekê bêhuner bijî. Zikir û îbadeta wî muzîk û xwarina ruhê wî tije hestên nazik jî awazên kurdî bûn.

Yêrîvan xeber dide

Her carê piştî ku pêşkêşvanê kurd bi dengê xwe yê germ bang bike: “Yêrîvan xevev(xeber) dide”, radiyoyê carna bi dengê bilûra wî û amûrên sazbendên din ên kurd bangî milyonan kurdên hemû Kurdistanê dikir: “Ho xelkîno, em jî li vira ne, kurd in û evîndarên doza Kurdistanê ne, dengê me bibihîsin û rêyekê peyda bikin ku em jî ji xerîbistanê rizgar bibin…”

Ji sala 1955´an dema ku radiyoya kurdî li Êrîvanê vebû, gund nema ku Egîdê ciwan tevî Ordîxan û Cemîla Celîl lênegeriyan da ku dengbêjan bînin ku tevî nivîskar û helbestvanê navdar Casimê Celîl bingeha dîwarê xanekê deynin, ku piştre “fonda zêrîn a stran, muzîk û hunera kurdî ya otantîk” hate binavkirin. Ew huner bi karê şev û rojane yê bêrawestan bû malê arşîveke dîrokî. Arşîva ku Egîdê Cimo bi qedirnasiyeke bêhempa û mezin yek ji parazvanên wê bû.

Kî dimire?

Belê mamosta can: bila ji bîra kesî neçe ku di warê hunerê de tu dewlemendekî vê cîhana mezin tevê bûyî, lê mixabin birçîtî û bêxwedîtî bûne para te jî. Salên dawiyê te di zehmetiyên mezin de jiyaneke tije tehlî derbas kir. Heyf û mixabin hema li pey çend kêkiyên oxira te ya dawiyê, gelek kesan li ranê xwe da, vegeriyan mala wijdana xwe û bûn şermezarên nêrînên rûrastane û keda te. Em hê jî “zindîkujên mirîperest in” mamosta can.

Ez pirr daxbar im ku her carê dema me ji nêz ve hev didît, te tim ev gotin dianî bîra min: ”Erê wele heya em hene, qedirê hev nizanin, li pey mirinê jî êdî bila kes nekeve bîra min…, ma êdî ji çi re ye?”

Egîdê Cimo bi ruhê xwe kete nava cîhana hunerê, afirandkar bû û tevî hemû kêmasiyên jiyanê, heya dawiyê jî li ser doza xwe meşiya.

37 salan dengê bilûra wî xemil û rewşa mala hunera kurdî ya resen bû. Dengê ku bi rêya radiyoya Êrîvanê belavî hemû Kurdistanê dibû. Ew deng wê weke mîrateyekê giranbûha hebe û bimîne, lê çîroka jiyana xwediyê wê hunera bêmirin jî wê tevî axîn û kovanên giran di bîra me de bimîne.

Êdî ji îro û bi şûn ve: bilûr, zirne, fîq û amûrên din ên tije newayên xweş yê zêdetir ji her kesekî şîngirên hunera kurdî ya xwedî hemû çiq û likên xwe yên dewlemend bin. Êdî dengê bilûra wî hunermendê efsanewî jî sedelbete wê qet ji bîra dîrokê neçe.

Oxira te ya xêrê be mamostecan, lê mirin tenê ya wan kesan e ku di jiyanê de xwedî hunerekê nebin. Û huner ji hunera te bilindtir jî dê kêm bê dîtin û bihîstin.

* Romanos Melkian ( 1883-1935 ) komponîstekî naskirî yê ermen bû.

Dikarî Biecibînî