Bûyer û jiyîn

Mehmet Çakmak

Gava ku berê xwe vedigerînim dîrokê, bi xwezayî kelecanekê his dikim. Wekî ku dê dîrok dîsa xwe dubare bike, bi baldarî dişopînim. Di eslê xwe de çend nêrîn an jî veger hene li dîrokê. Ji ber vê jî gava ku em dibêjin “dîrok” em nikarin behsa tiştekî tenê bikin. Gelek hêlên dîrokê hene lê, ez ji du aliyan ve dinirxînim. Ya yekemîn bûyer e ku seranserê dîrokê pêk tîne. Jixwe bêyî bûyerê em nikarin behsa dîrokê jî bikin. Bûyer di heman demê de encama tevgerekê ye. Ya duyemîn jî jiyîn e.

Her çi qas her du têgeh an jî hêmayên dîrokê gelek nêzî hev û heta wekî hev bixuyên jî ji gelek hêlan ve ji hev vediqetin. Tişta ku em jê re dibêjin bûyer beriya her tiştî bi sînor e, ne domdar e û tenê ji bo carekê ye. Lê jiyîn ne wisa… Beriya her tiştî jiyîn ne yekalî ye. Yanî tenê êş tune ye, tenê kêfxweşî, tenê aramî, tenê bedbextî, tenê serkeftin, tenê têkçûyîn tune ye. Hûn çi bixwazin ew heye di jiyînê de. Ger ji aliyê azmûnê ve were fikirandin jiyîn, bîreke bêbinî ye û dibe ku bûyer encax bibe parçayekî biçûk ê jiyînê.

Jiyîna ku behs dikim mirov dikare wekî temenekî jî hilbigire dest. Di temenekî de çi hebe di jiyînê de jî ew tişt hene. Kelecana ku ji dîrokê his dikim herî zêde di vir de min digire nav lepên xwe. Ji ber ku bala min gelek dikişîne herî zêde jî bi dîroka wêjeyê ve elqedar im. Lê di vir de problemek heye, ew jî ez ê çawa karibim rûpelên wê vekim?

Di dîroka wêjeyê de bûyerên pir mezin tune ne. Di serî de herî zêde berhem hene, lê bi xwezayî em nikarin van berheman tenê ji parçeyekî dîrokê bihesibînin. Berhem, di nav rûpelên dîrokê de nemane, rast e ji dîrokê dest pê kirine, lê ayidî roja me ne û dikarin xwe bigihînin rojên pêş jî. Ji ber ku berhem jî jîndar in.

Di destê me de tenê jiyîn dimîne ji dîroka wêjeyê. Bûyer, gelek çilmisî dimînin li hember jiyînê. Ji ber vê jî li gor min biyografî di dîroka wêjeyê de cihekî girîng û taybet digire. Ez dikarim bêjim dîroka wêjeyê herî zêde ji biyografiyê pêk tê. Ji bo min gelek girîng e ku nivîskarekî/e çawa jiyaye û çawa nivîsandiye. Ma ew berhemên ku em ji wan re dibêjin klasîk ne encama jiyînan e? Jê re şik tune ye ku berhem parçeyekî jiyana nivîskar e.

Gelek pirsên ku ez nikarim ji bo xwe bibersivînim bi xwezayî di biyografiyan de ji ber xwe ve dibînim. Biyografî, ger em karibin ji wan sûdê werbigirin ronahiyeke gelek sûdewar e di dîroka wêjeyê de. Di wêjeyê de ger di rêza yekemîn de berhemên klasîk hebin, di rêza duyemîn de jî biyografî hene. Bi biyografiyekê em dikarin serdemekê dahurînin û zelaliyeke mezin ji bo şolîbûna dîrokê bi dest bixin. Gelek kes jî biyografiyan naxwînin, ew jî bi serê xwe tiştekî din e…

Afirîneriya jiyanê xwe çawa dide der?

“Afirînerî ew tişt e ku hêj beriya we civakê nedîtiye”, dibêje Joseph Campbell.

Di navbera afirînerî û ramanê de têkiliyeke gelek nêz heye. Raman taybetiya herî mezin a mirovan e. Ji ber vê yekê jî dikare bi hêsanî were gotin ku afirandin jî têgeheke bi mirovan re têkildar e. Herî zêde jî pêdiviyên mirovan dike ku ew afirîner bin, nexwe dê jiyan wisa ne hêsan bûya. Lê carinan difikirim û ji xwe re dibêjim ku ew qas afirînerî gelo ji bo mirovahiyê baş e an xerab e? Lewre ev taybetiya mirovan di heman demê de belaya wan a herî mezin e jî. Êdî ev, mijar û meseleyeke din e.

Gelek caran ji me re wisa tê ku afirînerî di cihê bi pirsgirêk de derdikeve holê. Ligel vê rastiyê bêyî pirsgirêkan jî gengaz e ku afirînerî peyda bibe. Ji bo vê têgehê xeletiyeke din jî heye, ew jî têkiliya ji tunebûnê avakirin û afirînerî ye. Bi vegotineke din, afirînerî ji tunebûnê nayê. Ji nav hebûna têgeh û fikran peydakirin û têkildayina têgeh û fikrên nû ne. Tam jî di vê xalê de xeyal derdikeve pêşberî me. Û helbet piştî wê jî ramana analîtîk tê. Yek jê sînoran nas nake, ya din jî tenê bi pîvan tevdigere û rê û rêbazan dişopîne. Her du bi hev re jî afirîneriyê peyda dikin.

Piştî ku ramanek an jî têgehek hat afirandin hewcedariyê bi mantikê dibîne. Mantik jî li vê derê dikeve dewrê û ramana afirandî li parzûnê dixe. Ev parzûn di heman demê de pesendkirina rê û rêbazên nû ne. Gava ku Albert Eînsteîn ramana xwe ya nû afirand tu kesî maf nedabûyê, ji ber ku li gor rêgezên mantikê ramaneke wisa ne pêkan bû. Lewma jî camêr wisa dibêje; “Hêza xeyalê ji agahiyê girîngtir e.”

Di jiyana xwe ya yeknasekiyê de em dikarin çi qas afirîner bin? Vê pirsê gelek caran ji xwe dipirsim û bersiveke min a erênî mixabin tune ye. Bêyî ku haya min jê hebe, dibînim ku hemû lêgerîna min ji bo yeknasekiyê ye. Yanî dixwazim jiyana min rûniştî be, zêde tişt ji min neyên xwestin, tu carî serê min neêşe û hwd. Baş e, gava ez van yekan dixwazim ez ê çawa bikaribim afirîner bim? Ji hêla din ve jî li ser navê afirînerî û cudabûnê wê beredayîbûna min bi ku de here.

Gava em li ser pirtûkekê dixwînin ji me re gelek xweş tên wateya têgehan. Û di ser de jî wek ku min jî li jorê kiriye, em li pey hev şîroveyên xwe yên “zanyarî” jî dikin, lê mixabin bersiva van gotinan di jiyanê de wisa ne hêsan in. Gava ku ligel her tiştî em karibin rast bijîn, li gor min afirînerî jî dê derkeve holê. Beriya her tiştî divê em li gor xwe bijîn ne li gor kesên din. Ew jî ger em karibin…