Li Hewramanê Pîr Şalyar bi hezaran sal in tê bibîranîn

Cejna Pîr Şalyar yek ji cejnên herî kevnar a kurdan e. Dîroka wê digiheje beriya ola îslamê. Ev cejin bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê pir girîng e

Bi hatina yekem çarşema meha çileyê re gelê Hewramanê ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin Hewramana Text (navend), ji bo cejna hezaran salan a Pîr Şalyar pîroz bikin. Cejin bi belavkirina mewîj û lêdana defa  derwêşan dest pê dike. Heman cejin di demsala biharê de jî tê pîrozkirin.

Nêzî hezaran sal in gelê Hewremanê Pîr Şalyar bi bîr tîne. Pîr Şalyar yek ji 99 pîrên bi nav û deng ên Hewraman ên baweriya zerdeştî ye. Gelê Hewramanê vê cejnê 3 rojan bi merasîm û çalakiyên cur bi cur pîroz dike.

Merasîmên kevin ên Pîr Şalyar ji aliyê rûniştvanên Hewramana Text ve bi girtina govenda Pîr Şalyar bi nav û deng e. Her sal ev cejin di werza zivistanê nîveka meha çileyê de tê pîrozkirin. Wekî çandekê di vê cejnê de kesên beşdarvan li defê dixin, stran û awazên taybet ên girêdayî vê cejnê dibêjin.

Çîroka Pîr Şalyar

Dîroka govenda Pîr Şalyar heye û li gorî welatiyên herêmê; Kralê Buhara qîzek pir ciwan a bi navê Şah Bihar Xatûn hebû lê di axaftin û bihîstinê de zehmetî dikêşa. Ew ji bo tedawiyê dişînin cem Pîr Şalyar. Ger Bihar Xatûn baş bibe dê destûra zewacê bihata dayîn da ku bi Pîr Şalyar re bizewice. Piştî demek dirêj tedawî dibîne, baş dibe. Bi Pîr Şalyar re dizewice. Lê ji ber ku Pîr Şalyar hejar bû derfetê wî yê daweta xwe bike tunebû. Lê ji ber ku Pîr Şalyar di nav gelê Hewremanê de dihat hezkirin û qîmeteke xwe li cem xelkê hebû, tê gotin hemû xelkê Hewremanê ji Pîr Şalyar re dawetek gelek xweş û bi nav û deng dikin.

Cejna Pîr Şalyar jin, zilam, zarok û kesên bi temen dikarin beşdar bibin. Wekî mizgîniyeke dawî hatina sermaya zivistanê jî tê pênasekirin. Ji ber wê her kes bi kêfxweşî beşdarî vê cejin û merasîmê dibe. Di vê cejnê de jinên Hewremanê hem diyarî werdigirin hem jî nanekî taybet ku li Hewremanê jê re dibêjin ‘Gitemije’ çêdikin û li kesên beşdarvan parve dikin. Her wiha gelê deverê gora Pîr Şalyar ziyaret dike.

Di roja dawî ya vê cejnê de heya derengiya şevê xelk dîlan dikin û çend saetan li ser gora Pîr Şalyar dimînin. Berf û sermaya zivistanê tu carî nekariye bibe astengiyek li pêşiya xelkê Hewreman û beşdarvanan ji bo lidarxistina bîranîna Pîr Şalyar. SILÊMANÎ