Hemama Cincikli wêran bû

 Hemama Cincikli ya Siwêregê ku berhemeke dirokî û çandî ye, ji ber nehat paratin, wêran bû

Hemama Cincikli ya dîrokî  û çandî ya li Siwêregê ji ber nehat parastin û kes lê xwedî derneket, wêran bû. Gelê Siwêregê ku berê digotin Hemama Cincikli, piştî wêran bû niha dibêjin Hemama Wêran. Hemama dirokî ya li kolana Hîzanoglu ya taxa Karaburç ji ber dîrokçeya wê tune, nayê zanîn bê kengî û ji aliyê kê ve hatiye avakirin. Hemama ku navê wê di seyahatnameya Evliya Çelebî de derbas dibe, nîşan dide ku zêdeyî 400 sal temenê wê heye.

Welatiyên Siwêregê diyar kirin ku rêveberiyên herêmî beriya her hilbijartinê soz didin ku dê wê biparêzin lê heta niha tu xebat ji bo parastina vê berhema dîrokî nehatiye kirin. RIHA