‘Mîrê Bilûrê’ hat definkirin

 Kurdistaniyên li Ermenistanê bi merasîmekê hunermendê navdar, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo spartin axê

Mîrê Bilurê Egîdê Cimo di 30’ê çileyê de roja çarşemê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê çûbû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Cimo, ji hêla kurdistaniyên li Ermenistanê ve bi merasîmekê li goristana malbatê ya li gundê Qamişan ê ser bi Oktoberyanê ve hat definkirin.

Yekitiya Kurdistaniyên Ermenistanê, Komîteya Kurdistanê, hunermend Çiya Şenses ê ji bakurê Kurdistanê, ji NÇM’ê Veysî Altay ê li ser navê Sînemaya Mezopotamyayê, Mamoste Şêrko ê ji Ma Muzîkê, rêveberê KOM muzîkê Yemlîxan Adiguzel û ji başûrê Kurdistanê, Ewropayê gelek hunermend û dostên wî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Di merasîma cenazeyê Edîdê Cimo de Endamê Meclisa Damezrîner a Şengalê Silo Dirboyan bi navê Yekitiya Kurd a Ermenistanê û Komîteya Kurdistanê axivî û wiha got: “Sedsala 20’an sedsala kuştina kurdan bû. Ziman û çanda kurd hatibû qedexekirin. Apê Egîd ji malbateke kurd a êzidî bû ku neçar ma koçî Ermenistanê bike. Li radyoya Ermenistanê bi salan xwedî li çanda kurd derket. Bi huner û kesayeta xwe ya welatparêz mirovekî mînak bû. Bi hunera xwe li dijî her şêwe zext û zordariyan li çanda kurd xwedî derket. Hewl da destanên lehengiyê bi bilûra xwe bide bihîstin.” Dirboyan sersaxî ji malbatê, civaka êzidî, gelê kurd û hezkiriyên wî xwest û diyar kir ku dê xwedî li hunera wî derkevin.

‘Em ê xwedî li dengê bilûra wî derkevin’

Ji hunermendên Ma Muzîkê Mamoste Şêrko jî axivî û ev tişt anî ziman: “Nifşekî Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bû. Em soz didin te Apê Egîd, em ê zarokên Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bikin. Em ê xwedî li dengê bilûra te derkevin. Tu yê nemir î, di dilê zarokên Kurdistanê de her bijî. Li çar aliyê Kurdistanê tu yê bi dengê bilûra xwe bijî. Oxir be ji te re Apê Egîd!”

‘Bi rêya hunera xwe li welatê xwe bû’

Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Çiya Şenses jî wiha got: “Mamoste Egîdê Cimo dûrî welatê xwe bû. Lê belê bi hunera xwe eşqa welatê wî pê re bû. Ev yek hem di hunera xwe de hem jî di kesayeta xwe de nîşan dida. Êşa me giran e lê belê mamoste Egîdê Cimo namire. Ji ber ku bi huner, dengê bilûra xwe, bi eşqa xwe, bi dilsoziya xwe ya bi Kurdistanê re xwedî cihekî girîng e.” Şenses sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest û strana “Delal hay delal” got.

Cenazeyê Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo piştî axaftinên hunermend û nûnerên saziyan hat definkirin. ERÎVAN