Helbestkarê hub û nûjeniyê; Mîkaêlê Reşîd

Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên kurd kirine. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd

Sê berhemên helbestkarekî ji nifşê duyem ê kurdên Sovyeta berê, Mîkaêlê Reşîd ji weşanxaneya Belkîyê li Amedê derketin. Her çendî ew li nav kurdên Sovyetê navekî eyan be jî ji ber ku helbestên wî bi latînî nehatibûn çapkirin, li Kurdistanê ew gelekî nedihate naskirin. Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak sedama vê yekê wiha rave dike: ”Mîkaêlê Reşîd delaliyê civata xwe bû lê bi tenê bû.”

Ew bi hevçaxên xwe Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen re trioya helbesta kurmancî bûye û bi helbesta xwe têhna şiîra ewropî aniye nav helbesta kurdî. Emerîkê Serdar ji bo wî dibêje, ‘ji mekteba şayîrtiyê derbas bûbû’.

Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak, helbestvanekî di qubaleyên kurdî de jibîrkirî li ser banê helbesta kurmanciyê raxist. Êdî dora xwendevanên kurdî ye ku vê biharê rêya xwe bi wî banî bixin.

Em bi Bulak re li ser jiyan û helbestvaniya Mîkaêlê Reşîd axivîn.

Mîkaêlê Reşîd kî ye?

Mîkaêlê Reşîd di sala 1925’an de, li paytexta Gurcistanê Tibilîsê li maleke kurdên êzidî ji dayik bûye. Hê pirr biçûk e, bavê wî dimire û sêwî mezin dibe. Li gorî Emerîkê Serdar wî xwestiye bi keça Emînê Evdal re bizewice, lê daxwaza wî neçûye serî. Ew jî bi jineke rûs re zewiciye, bavê du zarokan bûye. Di sala 1985’an de jî çûye rehmetê.

Lê gava em behsa helbestkar Mîkaêlê Reşîd bikin, ev hevpeyvîn wê têrî behskirina wî neke. Lê dîsa jî bi kurtî be jî çend tiştan bibêjim. Nifşê duyem ê kurdên Sovyetê, piştî salên 60´î dest bi nivîsandinê dike. Wî çaxî jî wan alfabeya kirîlî bi kar dianî loma jî bi pirranî nifşê duyem bi alfabeya kirîlî berhemên xwe nivîsandine. Di wan salan de di hêla helbestê de sê nav pêşeng in; Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Li hin cihan tê gotin, Mîkaêlê Reşîd paşê fêrî kurdî bûye, ev agahiyeke kêm e, ew ji ber ku li gundê rûsan mezin bûye, neçûye mektebên kurdî. Lê wî bi kurdî dizanî. Lewma pêşî bi rûsî, ermenîkî xwe li nivîsandinê diceribîne. Lê ew aşiqê kurmancî bûye, loma jî piştî mirina wî Çerkezê Reş di helbesteke xwe de ku diyarî wî kiribû, digot: ‘Min bişon bi kurmancî.’

Heger em helbestên wî yên ji bo zarokan nehesibînin, di ser hev de 7 pirtûkên wî yên bi kurmancî hene. Niha 3 jê bi latînî çap bûn.

Çima heta niha nehatiye nasîn?

Erê, heta niha zêde nedihat naskirin lê di nav kurdên li welêt de. Di nav kurdên Sovyetê de navekî pirr eyan e, helbestên wî hê jî li ser zimanan in. Ji bo vê pirsê em xweşik rave bikin, divê em behsa têkiliya du ekolên sereke yên wêjeya kurmancî; Hawar û Riya Teze bikin.

Di navbera du ekolên edebiyata kurmancî de, Hawar û Riya Teze, têkiliyeke birêkûpek tunebe jî hay ji hev nebûn. Bi qasî em dizanin têkiliya ewil bi rêya Hecîyê Cindî bi şandina çend nusheyên Riya Teze û çend kitêbên mekteban dest pê dike. Celadet di hejmara 8’an a Hawarê de cara ewil behsa Riya Tezê û weşanên din ên çapbûyî dike.

Salên 1940’î nivîskar û rewşenbîrên kurd Wezîrê Nadîrî, Mihemedê Siloyê Bava jî li ser navê Sovyetê bi mebesta karên dîplomatîk diçin Kurdistanê, li wir jî nasînek çêdibe. Dîsa di van çaxan de nivîskarê kurd û xwediyê romana ‘Pêşmerge’ Rehîm Qazî jî li Bakuyê ye.

Lê nasîn û pêwendiya edebî ya herî xurt bi saya serê kurdolog Qanatê Kurdo çêdibe. Tosinê Reşîd di nivîseke xwe de behs dike û dibêje ku sala 1955’an bi rêya Qanatê Kurdo çend şiîren Cegerxwîn gihîştine destê kurdên Yekitiya Sovyêta berê. Dîsa nameyên Emerîkê Serdar hene ku sala 1960’î ji Cegerxwîn re şandine. Şiîrên Cegerxwîn di warê şiûra neteweyî de tesîr li wan kiriye. Lê di warê edebî de mirov nikare eynî tiştî bêje, ango fikrên wî ecibandine lê nedane pey şairtiya wî. Têkiliyên siyasî yên Sovyetê bi dewletên din re jî kiriye ku li ser rewşa edebî ya kurdan jî tesîr çêbe. Wekî mînak sala 1966’an eskerên Baesê li Sûriyeyê bi darbeyeke eskerî dibin desthilatdar, têkiliyên xwe bi Sovyetê re xurt dikin. Di eynî salê de çend şiîrên Reşîdê Kurd di Riya Teze de neşir dibin.

Dîsa divê mirov bi bîr bixe ku Qedrî Cemîlpaşa di kitêba xwe ya ‘Doza Kurdistan’ de ku çapa wê ya ewil nîsana 1969’an belav bûye, navê gelek nivîskarên kurdên Sovyetê dide. Yek ji wan navan jî Mîkaêlê Reşîd e. Heta wî çaxî haya wan ji hev hebû bes nekarîne berhemên hev bi dest bixin û çap bikin – ji xeynî romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca meseleya wê jî dirêj e.

Lê têkiliyên bi rêkûpêk û berbiheve berî salên 1980´yî dest pê dikin. Li wir çend kovarên li Tirkiye û Ewrûpayê derçûne, bi roleke diyarker radibin. Wekî mînak di kovara Ozgurluk Yolu de (Sibat- Adar, 1978) çend şiîrên Eskerê Boyîk belav dibin, dîsa di Ronahî Hevra, Azadî, Roja Nû, Roja Welat, Tîrêj de derheqê nivîskarên kurd ên Sovyêtê de nivîs, hevpeyvîn, şiîr, çîrok neşir dibin. Heta 1979’an kitebekê Eskerê Boyik bi tirkî- kurdî ji weşanên Ozgurluk Yolu çap dibe. Dîsa digel ku van pêlên dawî Fêrîkê Ûsiv li Bakur di nav xwendevanên kurd de eyan bûbe jî, ew bi çavên serê xwe çapbûna kitêba xwe bi herfên latînî dibîne. Kitêbeke wî ya bi navê Hîveron bi herfên latînî sala 1993’yan li Stockholmê ronahiyê dibîne.

Paşê jixwe êdî li welêt jî pirtûkên nivîskarên kurd ên Sovyetan çap dibin. Li ser meselê, berhemên Fêrîkê Ûsiv bi saya rehmetî Firîda Hecî Cewarî li Başûr û Bakur çap bûn. Wê bixwe tîpguheztina pirtûkên Fêrîk dikir û ew belav dikirin, her wiha kir ku berhemên Heciyê Cindî jî bi latînî çap bibin. Dîsa tevahiya pirtûkên Emerîkê Serdar bi kirîlî bûn, qîza wî Nûrê alî wî kir ji bo ji nû ve bi latînî çap bibin.

Lê Mîkaêlê Reşîd ku delaliyê civata xwe bû, bi tenê bû. Li pey wî ji malbatî wî kes tunebû ku berhemên wî ji nû ve biweşîne, her wiha têkilyeke wî ya siyasî û ferdî jî tinebû bi kurdên li welêt û Ewropayê re. Mixabin, halê nivîskarên me werê ye, heger bê pişt bin, ji bîra me jî diçin.

Têkiliya wî bi nivîskarên derdora Riya Teze re çawa çêbûye û bi çi awayî ye ev têkilî?

Wek min gotî ew delaliyê civata xwe bûye. Nîvîskar û lêkolînerê kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî dibêje: ‘Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra ewropî anîn nav wêjeya kurdî, çawan dibêjin ‘ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin’

Nivîskar û helbestvanê kurd Eskerê Boyîk jî ji bo wî dibêje: ‘’Mîkaêlê Reşîd yek ji helbestvanên kurdên Sovyeta berê yê herî navdar û xweyê berhemên giranbiha bû. Ew pêşengê helbesta nûjen a kurdên Sovyetê bû. Wî gelek cûre û stîlên helbesta nûjen a cîhanî anî nava helbesta kurdî. Di helbestên xwe de teknîka helbestvaniya nûjen carna bi zanistî tevî cûrên klasîk û zargotina gelêrî dikir û cûrenaverokeke nû ya xweşik dihûnand.’’

Nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: ‘’Ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wî de hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtiyê derbaz bûbû, û ew yek nava afrandinê xwe de xwey dikir.’’

Piştî wan gotinan ez dibêm qey êdî ne hewcê ye ez tiştekî din bibêjim.

Çi cudayî di nava helbesta wî û ya hevçaxên wî de heye? Meyla wî bêhtir li ser çi ye?

Herçî ne xerîbê helbestên nivîskarên Riya Teze ye, gava helbestên Mîkaêlê Reşîd bixwîne, wê bibîne ku ew bi şêwaza xwe ji şairên dîtir cuda ye. Çawa?

Wî di Kurmancî de şêwaza helbesta çîrokî bi serketî ceribandiye. Di kurdî de hostayê wê Şêrko Bêkes e. Heta Şêrko Bêkes ji bo pirtûka xwe ya Dal gotiye ‘çêruke şî’r’. Di kurmancî de Mueyed Teyîb, Rojen Barnas û Edo Dêran jî ev şêwaz ceribandiye. Helbestên Mîkaêlê Reşîd Hekîm, Bal Lenîn, Dilê Kalê, mînakên baş in ji bo şêwaza helbestên çîrokî re.

Di helbestên wî de hest û ramanên neteweyî pirr xurt in. Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên kurd kiriye. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd.

Ji hin helbestên wî xuya ye ku haya wî ji rewşa Kurdistanê hebûye. Vê yekê xwe di helbesta wî de çawa daye der?

Erê wan çaxan li Iraqê şerê kurdan û dewletê hebû ango ez behsa salên 60’î dikim. Wî di Riya Teze û radyodê tercûmanî dikir, xeberên li ser kurdan jî wî tercûme dikirin. Jixwe di helbesta xwe ya ‘Ez tercimeçîme’ de dibêje:

‘’Ez tercime dikim/Xûn dimewice nava temara/Kurd hê şer’dikin/Bila şa nebe dilê neyara/Wê rojeke bê/Ça nûra sibê/Ez ê tercimekim be’seke xêrê/Kurdistan dijî/Neyar çû gorê.’’

Mîkaêlê Reşîd bi 4 yan jî bi 5 zimanan zanîbûye û bi sê zimanan nivîsiye. Haya wî ji dinyayê jî ji Kurdistanê ji hebû. Ji bo Hîroşîma jî helbest nivisiye ji bo şervanên kurdan jî. Rihê wî yê neteweyî jî yê gerdûnî jî xurt e.

Ma wê rehettir nebûya ku helbestên wî li gorî rastnivîs û gramera kurmancî ya îroyîn bihatana çapkirin?

Min bixwe qet dest nedaye transkrîpsiyona wan. Hin weşaxaneyên kurdî berhemên kurdên Sovyetê li gorî qaîdeyên xwe diguherînin. Nizanim ev çiqas durist e. Ma dibe mirov deqên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî redakte bike û li gorî gramer û rastnivîsa kurmanciya îro bifesilîne. Kurmanciya wan di heman demê de daneyên dîrokî ne. Her wiha ji bo navê Mîkaêlê Reşîd jî dixwazim bêjim bi çend şiklî navê wî tê nivîsandin, wekî; Mîkayêle Reşîd, Mîkaîlê Reşîd, Mîkayîlê Reşîd. Lê a rast, Mîkaêlê Reşîd e, tevahiya berhemên xwe bi vî navî nivîsandine.

Dawîyê jî dixwazim bêjim li hin cihan helbestên wî li ser navê hinekên din belav bûne. Wekî mînak, strana Aram Tîgran ‘Qîza Kurda’ helbesta Mîkaêlê Reşîd e, Serhat Çarnewa jî pêrar albumek derxist û eynî stran bi navê ‘Gelo Ew Kî ye’ got, lê li cihê xwediyê helbestê navê Fêrîkê Ûsiv daniye. Dîsa strana eyan a Koma Wetan ‘Çi digerî’ jî helbesta Mîkaêlê Reşîd e. Lê li hin ciyan li şûna xwediyê gotinê navê Kerem Gerdenzerî heye. FRANKFURT

*Ev hevpeyvîn ji aliyê Argeş Kehnîhejîrî hatiye amadekirin û ji malpera Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye wergirtin.

Dikarî Biecibînî