Li her derî her kêlî kurdî

Mamosteyê zimanê kurdî Fettah Tîmar dibêje: “Di meseleya zimanê kurdî de divê em bi israr bin. Em meseleya zimanê kurdî weke çalakiyekê dibînin. Ne çalakî ye. Xebata ziman divê xebateke daîmî be. Her tim di rojeva sazîyan da be.”

Zimanê Kurdî ji ber siyasetên aşkera yên dewletên dagirker û helwestên wan siyasetan ji derve û di nava kurdan de beramberî zimanê wan afirandî, êdî li bakurê Kurdistanê û di nava civaka kurd a dîasporayê de bi talûkeyeke cidî re rûbirû ye.

Dema li deverekê di nava kurdan behsa zimanê kurdî tê kirin, bi serê zimanî be jî herkes xwedî lê derdikeve. Lê gava ku mesele dibe, kirin, rewş ne weke gotinê ye. Ji jor heta bi jêr ciwakê kurd hemû herçî meseleya ziman e, berpirsiyar e. Ji ber ku kurdên li Ewropayê, nexasim li Almanyayê dimînin, xwedî îmkan in, jî divê ew jî di warê bikaranîna van îmkanan de jî xwe berpirsiyar bibînin.

Mamoste Fettah Timar têkildarî mijara ziman ji nûçegihanê Yenî Ozgur Polîkîkayê Murat Mang re axivî. Timar li Almanyayê 46 salan mamostetiya kurdî kiriye. Timar heta niha 4 jê li ser zargotina Serhedê 6 pirtûk amade kirine. Mamoste ev çend sal in ku teqawît bûye. Mamoste Tîmar dibêje, nabe ku kurdî weke ku çalakiyek be bê dîtin û divê xebata fêrkirin û bikaranîna Kurdî xebateke daîmî be.

Divê bi qedrê ziman bê zanîn

Mamoste Fettah Tîmar sala 1971´ê dest bi mamostetiyê kiriye û wiha dibêje, “39 salan min li Almanyayê mamostetî kir. Qet tekiliya min û zimanê kurdî nehat birrînê.” Mamoste Fettah Tîmar behsa dema 97´an ya ku eyaleta Nordrhein Westfallenê (NRW) dike û gazinan ji malbat û zarokan dike ji ber ku hê wê demê zarok nedihatine dersa kurdî. Li gorî wî sedem jî ev e: “Ji ber ku tirs hebû li ser wan, çûyîn û hatina wan a Tirkiyeyê hebû. Weke sedema esas ez vê dibînim. Sedema din jî psîkolojiya li ser wan, dema meriv wan dide axaftinê, digotin, ´Em ê bişînin. Ma dibe ku em neşînin!´ Lê me lîste digirt ji 40 zarokan 6-7 zarok dihatin. Li aliyê din, dibêjin, ew ziman di jiyana min de ne lazim e ji min re. Ez ê li ku bi kar bînim! Bi wî zimanî nikarim pere qezenc bikim. Ew hesab jî dikirin. Bi taybetî polîtîkaya dewletê li ser kurdan ev e, zimanê kurdî bi kurdan wiha daye qebûlkirin ´zimanê we bi kêrî tiştekî nayê!´ tesîra wê jî heye. Tenê malbatên hişyar xwedî li zimanê xwe derdikevin; di nav malbatên hişyar de jî mirov dikare bibêje sedî sed daxwaziya zimanê kurdî nîne.”

Israra bi kurdî diyarker e

Mamoste Fettah Tîmar eleqaya malbatên hişyar ya zimanê kurdî jî kêm dibîne û sedema wê jî wiha tîne ziman: “Sedema wê jî ew e ku em mesela zimanê kurdî wek çalakiyê dibînin. Ne çalakî ye. Tenê carinan mirov ji bo zimanî tiştekî bike, wisa nabe. Divê zimanê dayikê tu caran ji rojevê dernekeve. Divê ew di rojeva hemû rêxistinan de bibe xebata bingehîn. Mînak, rêvebirên rêxistinekê dema hakimê zimanê dayikê nebe, axaftina xwe bi zimanên dagirkeran bike, ew bandorê li xebata rexistina wî dike.”

Helwesta malbatên ku dixwazin zarokên xwe hînî kurdî bikin, di warê rêbazê de mamoste Tîmar rexne dike û di wê mijarê di ji tecrûbeya xwe ya 46 salan wiha tîne ziman: “Hînbûna ziman hinekî ji hewcebûnê ye. Di nava malbatê de, di tekîliya endamên malbatê de dê û bav hişk li ser nasekinin. Her tim bi hevdu re bi kurdî naaxivin, bi mevanên xwe re bi kurdî naaxivin. Yanî, divê malbat, dêûbav di nava rojê de timî bi kurdî biaxivin ku ziman bi rola xwe rabe. Em bêjin dayik bi kurdî nizane, bav bila bi kurdî biaxive. Ev jî nîne. Gotinek ketiye devê millet, dibejin ‘ortak dili kullanalim (Em zimanê hevpar bi kar bînin)’ Ev jî tesîreke mezin dike li zarokan. Zarok hewcedariyê pê nabînin. Demekê paşê, navbera di zarokan de almanî an ji zimanên welatên din tên axaftinê. Malbatên kurd dikarin tesîreke mezin li hevdu bikin. Di nava malabatan de dê û bav bi biryar tenê zimanê xwe biaxivin, em dikarin gavekê bi pêş ve biavêjin.”

Navmalê divê bibe hêlîna kurdî

Mamoste Fettah Tîmar îşaret wiha bi girîngiya rola malbatan di fêrkirina kurdî de dike û rexneyan li helwêsta dêûbavan digire. Mamoste, tehlûkeya xwedî derneketina li zimanê kurdî wiha tîne ziman: “Bi vî halê xwe, xebatên me her tim wek çalakî dimînin. Em ê dîsa li ser pirsgirêkan biaxivin. Astengî çi ne? Çima nabe? Ji bo safîkirina meseleyê tenê tiştek heye. Herkes li nav mala xwe bi zimanê dayikê biaxive. Ya din jî, di warê xwendina zimanî de alîkarî neyî kirin, ew ziman wekî zimanêkî qels dimîne. Em dema gundan bînin bîra xwe, tenê dîrokbêjan, çîrokbêjan, dengbêjan zimanekî berfreh dişixuland. Civak bi zimanekî teng diaxive. Tenê zimanê rojane ye ew, û wiha nabe. Divê alîkariya bipêşveçûna wêjeyê, edebê bê kirin. Ev jî hinekî zehmet e ji ber ku dê û bav jixwe bi zimanê xwe yê nivîsê nizane. Ez çareyê di wir de dibînîm. Divê ku ew xisûs weke yeke esasî bikeve rojevê.”

Medya divê bi kurdî biaxive

Mamoste Tîmar dewra medya û çapemeniyê jî ji bîr nake. Mamoste rexne li çapemeniya kurdî digire û dixwaze ku hemû beşen medyayê di warê zimnê kurdî de bi roleke esasî rabin. Mamoste Fettah Tîmar li ser meselê wiha diaxive: “Rojekê rûnên, li medyayê guhdarî bikin û notên xwe bigirin. Bername çiqas bi tirkî û çiqas kurdî ye? Hunê ferqa wê bibînin. Li ser jina kurd divê bi kurdî biaxivin, li ser rewşa zarokan, pirsgirêkên malbatan, li ser lîstikan, li ser çîrokan, pirtûkan bi kurdî dikarin biaxivin. Divê giranî bi kurdî be. Kesên ji bo zimanê kurdî jî dixebitin, bi tirkî diaxivin. Divê medya bi wezîfeya mektebê, dibistanê rabe. Rojname dema li ser zimanê kurdî binivîse, divê ne bi tirkî lê bi kurdî binivîse. Ez van ne tenê ji rêxistisnekê re dibêjim, ev ji giştikan re dibêjim. Ji bo fêmkirinê hinek tiştên teorîk hene. Pirskirêk ew e ku neteweyî nafikirin. Pirsgirêka me ya mezin ev e. Dema di nava malê de dê û bav bi kurdî neaxive, ji zarokên xwe re bibêje, bi kurdî biaxivin, ev yeka hanê nabe. Ev dibe fena henekekê. Malbatên me bi zarokên xwe re bi kurdî biaxiviyana, rewş wê ne ev bûya. Em diçûn welat, zarokên min bi kurdî diaxivîn, derdor şa dibû gazî hevdu dikirin, digotin, ´Hele werinê, evana bi kurdî diaxivin!´ Ji ber kû zarokê wan bi kurdî nizanîbûn. Ev rewşa gundê min e, ya malbata min e ku ez behsa wê dikim.”

Bi zarokan bidin hezkirin

Mamoste Fettah Tîmar dibêje. “Divê em zimanê kurdî bi zarokan bidin hezkirin.” Ew li meseleya hesta neteweyî û elaqeya wê ya bi ziman re jî wiha dewam dike axaftina xwe: “Divê tiştek ji bo zarokan bê zelal kirin. Em bi zimanê xwe dikarin pere ji qezenc bikin. Vî xisûsî divê em bi zarokên xwe bidin bawerkirin. Dikarin tercûmaniyê bikin, dikarin bibin mamosteyên kurdî. Nexasim jî mesela kesayetiyê û nasnameyê heye. Ez dikarim wiha bibêjim; insanek dikare kesayetîya xwe bi ziman bide naskirin. Hemû tiştên din, tişten zanîstî ne. Ziman rabûna te, rûniştina te ye, çîroka te ye, kilama te ye. Dema zarok zimanî hin bibe, bê nasname, kesayet namîne. Her kes radibe qala, ziman, al, netewe, welatê xwe dike. Bi vê kesayetîya xwe tu dikarî bibî insan. Zarok dibê fêrî vê yekê bibe. Divê medya zêdetir li ser vî xisûsî bisekine. Milet zêde pirtûkan naxwîne.”

Mamoste Fettah Tîmar ê ji Qersê, di dawiyê de tecrûbeya xwe ya mamostetiyê bi me re parve dike û rewşa zarokên kurd ya li dibistanan rave dike: “Dema li dibistanan ji zarokan re dibêjin, her kes bila navê welatê xwe, zimanê xwe binivîse, ala xwe çêke, navê miletê xwe binivîse. Herkes dinivîse. tirk zimanê xwe, ereb jî navê welatê xwe dibêjin, Fas, Libnan û yên din. Hemû ereb in, lê welatê xwe dibêjin. Zaroka kurd dema ala xwe çê dike û li binî jî kurdî dinivîse. Wê demê ji zaroka kurdan ji tê pirsîne haaa tu kurd î? Lê ji ereban an jî tirkan re kes nabêje, haaa tu ereb î? Tu tirk î? Dema ku ji zaroka kurd tên pirsîn, derdora wî pêdihese ku haa ew ji Tirkiyeyê tê lê ne tirk e, yan jî ji Suriyeyê tê, ne ereb e. Wê demê hinekî jî jê dûr dikevin. Li vir mamoste bi rola xwe ranebe, vê yekê wekî tiştekî normal nede nîşandan, li ser nesekine, zarok hevaltiya xwe bi hev re qut dikin. Ev tişt bûne, qewimîne, ji bo wê ez dibêjim. Lê dîsa jî em bi israr bin. Meseleya ziman wek çalekiyekê divê nemîne. Divê xebateke daîmî be. Her tim di rojeva sazîyan de hebe.”. BIELEFELD

Dikarî Biecibînî