Dengbêjê pirçêker

Stranbêjê û çêkerê stranan ê kurd, Adir Jan Tekîn di metnên çeprast ên stranên xwe rêûresmên kurdî digihîne hev. Wî albûma xwe ya destpêkê ya bi navê Leyla di Trikontê de derxist

Stranbêj Adir Jan Tekîn beriya bi şeş salan beriya ku mastira xwe temam bike di beşa Latînê û Îtalyanî de, dev ji xwendina xwe berda di encama burnoutekê de. Karê li komeleya kurdan zêdeyî serê bûye, bavê wî wefat kiriye û kûçikê wî yê gelekî jê hez dikir jî.

Axir Adir Jan Tekîn biryar da berê xwe bide muzîkê ku bi pirranî bi kurdî nexasim jî şêwezarê dayika xwe kirmanckî bûye zimanê muzîka wî. Ji hingê ve ew (pêşî weke endamê koma Ajirjam) di rêza şahiyan a bi navê Zembîl de a li Kreuzbergê derdikeve ser dike. Piştî demekê ew tevî navê xwe û Zembîlê çû SO36´ê. Jixwe konsera danasîna albûma wî jî îna bihurî li wir bi rê ve çû.

Albûma bi navê Leyla hefteya bê wê bikeve bazarê. Di albûmê de 10 stran hene, 9 jê bi kurmancî û kirmanckî ne û yek tenê bi tirkî ye. Ji bo Adir Jan Tekîn ya muhim zimanê kurdî ye.

Adir Jan dibêje di dinyayên wî hene ku ew wan bi muzîkê digihîne hev. Yek jî ya wî ya kurdbûnê ye û ya din jî ya hevcinsîbûna wî ye. Strana wî ya bi navê Keskesor jî îşaret bi wê yekê dike ku ew bi hunerê xwe hewl dide pirran di navbera van dinyayan de ava bike. Axir albûm wê 15´ê sibatê derkeve û kî meraq bike dikare li muzîka wî guhdarî bike. AMED