Qeydên zimanê kurdî dest pê kirin

Qeydên serdema biharê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin. Li komeleyê dê dersên zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî bên dayîn û ders di 23’yê sibatê de dest pê dikin

Qeydên serdema biharê yên zimanê kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin. Wê li komeleyê dersên zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî bên dayîn. Yek ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi diyar kir ku serdema wan a biharê di 23’yê sibatê de dest pê dike û ji bo beşdarbûyînê bang li her kesî kir.

Subaşi anî ziman ku ew ê di vê serdemê de dersên sê zaravayên kurdî bidin û wiha got: “Em ê dersên kurmancî, kirmanckî û soranî bidin. Wê kurmancî çar ast bin, kirmancî du ast û soranî jî astek be. Wê ders di nav hefteyê û dawiya hefteyê de bên dayîn. Di nav hefteyê de du rojan; duşem û çarşem. Dawiya heftê jî roja şemiyê.”

Di axaftina xwe de Subaşi destnîşan kir ku wan berê ji bo zaravayê soranî atolye vekirine lê belê niha dê wekî ders bidin û wiha domand: “Em dixwazin bi awayekî dersên xwe yên soranî jî berdewam bikin. Em ê di vê serdemê de tenê ji bo astekê dersa soranî bidin. Paşê em ê di asta duyem û sêyem de berdewam bikin.”

Banga tevlibûna dersên kurdî hat kirin

Her wiha Subaşi ji bo beşdarbûyîna dersan û qeydan wiha bang kir: “Destpêkê, bang li hemû kesên ku dê vê nûçeyê bixwînin dikim. Bila vê nûçeyê belav bikin. Bi vî awayî jî dikarin piştgiriyê bidin xebatên me. Em dibêjin kurdî jî weke her zimanên din xwedî alfabeyekê ye. Bi alfabêyê tê nivîsîn. Ji bo wê alfabeyê bizanibin û pê binivîsin, bila werin vir û di demeke kin de hînî alfabeya kurdî bibin. Hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji ber ku heta kesek bi zimanê xwe yê dayikê bi xwendin û nivîsînê nizanibe, ew ê nebe xwendevaneke/î tam. Lewma jî bila werin vir hînî xwendin û nivîsandina kurdî, çand û huner û edebiyata kurdî bibin.”

Roja dersan û astên dersên komeleyê wiha ne:

-Kurmancî, asta 1: Duşem û Çarşam: saet: 19.00-21.00

Asta 2:  Duşem û Çarşem saet: 19.00-21.00

-Soranî, asta 1: Sêşem saet: 18.00-21.00

-Kurmancî dawiya hefteyê, asta 1: Şemî saet: 11.00-14.00

Asta 2: Şemî saet 14.00- 17.00

Asta 3: Şemî saet : 14.00-17.00

Asta 4: Şemî saet : 17.00-20.00

-Kirmanckî (Zazakî), asta 1: Şemî saet: 11.00-14.00

Asta 2: Şemî saet: 14.00-17.00”

Lînka forma qeydê

Kesên ku dixwazin qeyda xwe çêbikin dikarin biçin komeleya li Taksîmê, an jî dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêbikin:

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSetf9evmRqsK58QqOu4ZpHT-zjTGltGZQOxixVWlhAJ4dKI9Q/viewform?c=0&w=1 STENBOL

Dikarî Biecibînî