Walîtiyê ‘Rojên Şanoya Kurd’ qedexe kir!

Walîtiya Edeneyê bi hinceteke sosret ‘Rojên Şanoya Kurd’ qedexe kir. Şanoger û hunermend dê sibê li 4 bajaran nerazîbûnên xwe nîşan bidin

HDP’Edeneyê ji bo hunerhezan pilansaziya di navbera 10 û 13 sibatê de“Rojên Şanoya Kurd” li dar bixe. Lê belê Walîtiya Edeneyê bi hinceteke sosret a ‘Gefê li cemaweriyê dixwe’ qedexe kir.

Li gorî dihat organîzekirin dê di 3 rojan de lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê Tartuffe, Teatra Jiyana Nû, Tenê Ez û Şanoya Mencel a Wanê jî lîstika Kozik bilîstana. Li dijî vê biryara qedexeyê ya sosret a Walîtiya Edeneyê dê li 4 navendan bi awayekî hemwext daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. Daxuyanî dê sibê saet di 10.00’an de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edeneyê, li Dika Mezopotamya ya Stenbolê, Şanoya Bajêr a Amedê û Şanoya Mencel a Wanê bê dayîn. AMED

Dikarî Biecibînî