Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriya Metîn Goktepe destpê kir

 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Metîn Goktepe a 22 sal in pêk tê, dest pê kirin

Serlêdanên xelatên rojnamegeriyê yên ji bo bîranîna nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê hat kuştin, a di sala 22’emîn de bê lidarxistin, dest pê kirin.

Juriyên xelatan

Navê kesên ku îsal di juriya Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe de cih birin wiha ne: Celal Başlangiç, Elîf Yilmaz, Farûk Bîldîrîcî, Fatîh Polat, Gokçer Tahîncîoglu, Mehveş Evîn, Nazim Alpman û Semra Kardeşoglu.

Şertên tevlibûnê

Pêşbirk ji sê beşên mîna Nûçe (Nûçeyên nivîskî û nûçeyên bi dîmen), wêne û rojnamegeriya herêmî pêk tê. Hilberînên di dîrokên navbera 10’ê adara 2018’an û 10’ê adara 2019’an de hatine weşadin dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Hilberînên beşdarî pêşbirkê bibin, ên di weşanên çapemeniya nivîskî de hatine weşandin, divê 1 esîl û 8 fotokopiyên wan hebin. Nûçeyên bi dîmen jî divê formata DVD a mînakeke wê hebe, yan jî di li hafizeyeke flash bar bikin û bişînin. Nûçeyên di medyaya înternetê de hatine weşandin jî dê di kategoriya nûçeyan de bên nirxandin.

Ên ku di beşa weneyan de beşdarî pêşbirkê bibin jî divê 1 esîl 8 fotokopiyan bişînin, li aliyê çepê yê pişt wêne li ser etîketekê nav, cihê lê kişandiye û dîroka kişandiye binivîse. Wêneyên dê bên şandin jî divê herî kêm ebata wê 18×24 cm  be. (Divê renglî yan jî reş û spî be)

Navnîşana ji bo serlêdanê

Berendamên beşdarî pêşbirkê bibin divê bi kurtasî kurtejiyana xwe, agahiyên xwegihandinê û wêneyekî xwe bişînin. Navnîşana Xelatên Rojnamegeriya Metîn Goktepe, Mehmet Akf Ersoy Caddesi, Mehmet Çıbıkçı İş Merkezi No: 2 Qat: 2 İşyeri No: 21 Şirinevler/Bahçelievler-İstanbul. Divê hemû berhem di 14’ê adara 2019’an de bigihêje vê navnîşanê.

Dê xelat, di roja jidayîkbûna Metîn Goktepe de10’ê nîsana 2019’an de bi merasîmekê bên dayîn. AMED

Dikarî Biecibînî