Rengê filmên kurdî li Munchenê veda

Li bajarê Almanyayê Munchenê 5’emîn Hefteya Filmên Kurdî hat lidarxistin. Di çarçoveya hefteya fîlman de gelek fîlm û belgefîlm hatin pêşandan

Kamo Issa kurdekî ji rojavayê Kurdistanê ye û beriya Şoreşa Rojava bi salekê li Almanyayê bi cih bû. Xwendekarê beşa zanistên siyasetê ye û têkiliya xwe bi çand û koka xwe re jî nabire. Wî tevî komeleya ji bo Hindikahiyên Etnîk, li bajarê Almanyayê Munchenê 5’emîn Hefteya Filmên Kurdî li Gasteigê organîze kir ku ji 6 heta 10´ê sibatê bi rê ve çû. Gasteig yek ji navend û nasnameyên çandî yên bajêr e.

Kamo Issa di nav van çend salên xwe de baş fêrî almanî bûye û li zanîngehê dixwîne. Lê dema xwe vediqetîne ji bo proje û karên mîna Hefteya Filmên Kurdî. Ew xwendekarê beşa zanistên siyasetê ye li Zanîngeha Ludwig-Maximiliansê. Ev çend sal in ku ew li Verein zu Foerderung ethnische Minderheiten (Komeleya ji bo Teşwîqkirina Hindikahiyên Etnîk) angaje ye.

Li gorî wî ew û komele li aliyekî bi hefteya filman çand û hunera kurd teşwîq û destek dikin, li aliyê din jî dîrok û jiyana kurdan ji temaşevanan re vedibêjin. Bi gotinên wî “Em dixwazin bibin platformek. Di van çend salên bihurî de konsept xweş hat pêşwazîkirin. Xelk bi awayekî erênî ecêbmayî mabû, ji ber başbûna filman. Vê yekê jî hêz da min û komeleyê. Îsal me xwest xwe bigihînin bêhtir mirovan.” Di nava fîlmên hat nîşandan de filma Zer a Kazim Oz, ya Kilometre Zero ya Hiner Salem, belgefîlma Dil Leyla ya Asli Ozarslan, Kurê Ciwan Siyar ya Hisham Zaman jî hatin nîşandan. MUNCHEN

Dikarî Biecibînî