Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin

Chalak Events 14´ê sibatê bi boneya Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe

Chalak Events 14´ê sibatê bi boneya Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe. Mêxandina sêvekê heta du saetan dom dike, di navbera van saetan de her kes bi dilê xwe ye çi çaxî tê.

Her wiha wê rojê li atolyeyê dê ji saet 16.00’an pê ve heta dawiyê 4 muzîkjen li enstrumanan bixin. Dîlan Yeşîlyaprak bi darbûkayê, Sarah Atkinsonbi çelloyê, Kajîn Dara bi sentûrê û Bêrîtan Kalbîşenbi flûtê beşdar bibe. Digel performansên tekane dê her çar hunermend bi hev re jî çend performansan pêşkêşî beşdaran bikin. Çalakî di 14’ê sibatê de li Şevîn Cafeya li Beyogluya Stenbolê pêk tê.

Çandeke kevnar e

Sêva mêxekrêj heta sed salî jî xera nabe, bêhna xwe tim diparêze. Li cem kurdan sêva mêxekrêj ku çandeke pir kevn e, tê wateya evîn û aştiyê. Dema kesek evîndar dibe û nikare vê bîne ziman sêva mêxekrêj çêdike û wek nîşana evîna xwe jê re dişîne. Du kes an du evîndar dema ji hev dixeyidin yek ji wan ji bo li hev werin sêva mêxekrêj çêdike û diyarî dike. Ev proje li Herêma Federal ya Kurdistanê ji aliyê Desteya Giştî ya Tûrîzmê ve cara yekem wek sembol û diyariya kurdewar hatiye pejirandin.

Chalak Eventsa ku di sala 2017’an de ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li Stenbolê hat avakirin, heta niha çalakiyên cur bi cur li dar xistine. STENBOL

Dikarî Biecibînî