aram

Êzidî Cejna Xidir Ilyas bi hêviyan pêşwazî dikin

Welatiyên civaka êzidî roja pêncşema yekemîn a meha Sibatê li gorî salnameya rojhilatî wek Cejna Xidir Ilyas anku “Bêxwîn” pêşwazî dikin. Her wiha êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê yekem car e bi coşeke mezin amadekariyên cejnê dikin

Cejna Xidir Ilyas xwedî taybetmendiyên cuda ye. Di vê cejnê de goşt nayê xwarin û qurbanî nayên serjêkirin. Nêçîr û kuştina zindiyan jî qedexe ye, bi taybetî di dema rojiyê de. Ji ber ku li gorî êzidiyan meha Sibatê meha aramî û hezkirina hemû zindiyên li ser rûyê erdê ye.

Êzidî 3 rojan rojiyê digirin û ji berbangê dest pê dikin heta “Şîva Roava” didome.

Di cejnê de ya herî balkêş rola jinan û bi taybet jinên ciwan e. Ew amadekariyên hemû pêdiviyên cejnê dikin, rojên rojiyê (bêxwîn)ê amade dikin ku ew jî sembola xêr û bereketê ye.

Bêxwîn ji qelandina hemû cureyên tene û peqleyan wekî tovên ku têne çandin, tê çêkirin, ango ji xwezayê pêk tê û 7 cure (genim, nîsk, fol, nok, garis, berberoj, kuncî û hindek xwê) pêk tê.

Piştre jin van tov û teneyan di destarê kevirî de dihêrin. Dûre bi şevê tişta ku hatiye hêrandin, dikin tepsiyekê û li cîranan tê belavkirin da ku ruhê Xidir Ilyas bê mala wan û pîroz bike.

Li bajarê Helebê nêzî 800 malbatên êzidî hene û piraniya wan li taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne. Her wiha li taxên din jî wekî El-Eşrefiyê, Benî Zêd, Suryan, Biêdîn, Şêxfaris, Bistan Başa hene.

Di salên borî de ji ber êrîşên li ser taxê çêbûn, êzidiyên Şêxmeqsûdê cejn li malên xwe bi xwendina ayînên olî pîroz dikirin.

Meha aştiyê veguherand meha êş û azaran

Riyad Umer yek ji şêxên Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûdê ye û di vê derbarê de wiha got: “Xidir Ilyas, firîşte (melek) ye û heta roja îro zindî ye. Girîngiyeke mezin a cejnê heye. Ji lew re di vê mehê de rijandina xwînê hatiye qedexekirin û gunehkirin, ji ber ku sibat meha aştî û aramiyê ye.”

Cejna vê salê rastî salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat. Şêx Riyad komplo şermezar kir û wiha got: “Ocalan dixwaze nameya aştî û biratiya gelan belav bibe, hêvîdar im rêber Abdullah Ocalan rizgar bibe.”

Êzidiyên Şêxmeqsûdê cejnê pêşwazî dikin

Di vê salê de û yekem car e êzidiyên Şêxmeqsûdê Cejna Xidir Ilyas bi xweşî pêşwazî dikin. Bi taybet piştî vekirina Mala Êzidiyan ku bûye girêdana di navbera hemû pêkhateyên vê taxê de û bi taybetî di navbera êzidiyan de.

Êzidiyên li taxê kevneşopiyên xwe yên taybet bi çêkirina bêxwînê amade dikin. Her wiha koma zarok û keçan ji bo xwendina sirûdên olî jî tê amadekirin

Di cejna vê salê de tişta balkêş ew e ku hemû pêkhateyên taxê tev li pîrozbahiya cejnê dibin, ji ber ku hemû pêkhate di nava biratî û aramiyê de bi hev re dijîn. HELEB