aram

Dengbêja jin 39 sal in stranan distre

Jina bi navê Necah Hesen bi behreya xwe ya ji dayika xwe girtî, ev 39 sal in stranên folklorî distre. Necah Hesen got ku divê dayik û bav zarokên xwe fêrî stranên folklorî bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan

Jina bi navê Necah Hesen ji gundê girê Şîra yê girêdayî Qamişloyê ye. Ji zarokatiya xwe ve ji dayika xwe fêrî stranên folklorî bûye. Tişta ku behreya wê zêde dike, xwezaya li derdora wê ye. Necah Hesen bi stranên xwe têkiliya jin û xwezayê vedibêje.

Necah Hesen di malbateke ku girêdana wê bi folklor û mîrasa kurdî heye, mezin bûye. Bi taybet gundê girê Şîra ku bi dewlemendiya stranbêjan tê naskirin, heta roja me ya îro jî nifşên wan vê çandê  diparêzin. Dayik û xaltîka Necah di şahiyan de stran digotin, bi taybet di demsala çandiniyê de ku li gel gelê kurd tê naskirin, lorîk digotin.

Stran baweriya wê bi wê zêde dike

Piştî ku Necah hîs kir ku ew dikare vê behreyê bi pêş bixe, hewl da di cihên giştî de bistrê. Bi vê yekê meşa wê ya hunerê dest pê kir. Di salên 1980`yî de dest bi hunerê kir û gelek stranên folklorî di nav komên muzîkê de, bi taybet di cejnên Newrozê de distran.

Şoreşa Rojava rêya wê firehtir kir

Necah Hesen bi hemû hêza xwe di Koma Koçerata de kar dike, bi taybet piştî ku Şoreşa Rojava hişt ku pêdiviyên pêwîst peyda bike û vê behreyê bixe xizmeta şoreş û avakirina nifşên nû. Beşdarî  gelek mihrîcanên li herêma Cizîrê pêk hatin, bû. Di serî de xwest bi her awayî parastina folklora Koçereta bike.

Bendên hişmendiya baviksalar şikandin

Necah Hesen wiha dibêje: “Behreya stranan, hêzê dide rihê mirov, bi taybetî dema ku mirov bi tena xwe be dikare hîs û zehmetiyên xwe vebêje, di vir de behreya mirov mezintir dibe. Her stranek çîrokeke xwe heye, tu stranên bêçîrok tune ne, çîrok ji bûyerekê, evîn, bûyereke dîrokî yan jî koçberiya di demên aloziyê de. Gelek bûyeran bi rêya stranan deng veda.”

Necah Hesen destnîşan kir ku folklor her dem zindî ye, tevî wê yekê gelek jinên stranbêj ji ber hişmendiya mêran rastî rexneyan tên û got ku ev hişmendî qebûl nake ku jin li ser dikê stranan bibêjin û wiha pê de çû: “Tevî hemû zehmetiyan jinan ev derbas kir û di meşa xwe ya hunerî de meşiyan, ev yek bi saya keda jinên şoreşger ên di Şoreşa Rojava de pêk hat.”

Bi folklora kurdî xwest gelê kurd vebêje

Necah Hesen da zanîn ku ji ber nifşên nû stranên klasîk guhdar nakin, wate û nirxên stranên folklorî ên mîna lorîk, payîzokan heta astekê ji holê rabûne. Necah teqez kir ku gelek kesên temenmezin stranên kevn jiber kirine û nas dikin, ji ber vê yekê divê wan stranan tomar bikin û nifşên nû perwerde bikin da ku bên parastin û neyên jibîrkirin.

Necah Hesen bang li dayikan û bi taybetî yên herêma Koçerata kir ku zarokên xwe fêrî stranên folklorî bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan. QAMIŞLO