aram

Deng û rîtmên kurdan lêkolîn dike

Vedat Allak piştî xebata xwe ya der barê qewl û qewlbêjiya êzidiyan, niha jî muzîk û rîtma dirûşmên ku kurd di çalakiyan de berz dikin lêkolîn dike. Allak, destnîşan kir ku wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û ew dixwaze di çarçoveyeke zanistî de lêkolîn bike

Vedat Allak ê ji Mêrdînê, hîn wexta xwendekarê pola sisêyan a Konservatûvara Zanîngeha Dîcleyê ye, ji bo perwerdeya muzîkê diçe Fransayê. Allak, qederekê li Farsansayê dimîne û di sala 2011’an de vegeriya.

Berî biçe Fransayê, zanîngehê jê re gotiye ‘wexta tu vegerî tu yê têkevî ezmûnan’, lê belê piştî alîgirê midûrê fakulteyê guherî nehiştin têkeve ezmûnan. Li ser vê Allak, dev ji Zanîngeha Dîcleyê berda û li Parîsa Fransayê li 8 zanîngehan perwerdeya xwe domand. Piştî kutakirina perwerdeyê, Allak li heman zanîngehê bi kurdî di warê Etnomuzkîlojiyê de lîsansa bilind xwend. Teza wî ya ewil ‘Di Êzidîtiyê de Qewlbêj û Li Dîasporayê Rola Qewlbêjan” bû. Niha jî ji bo teza xwe ya duduyan li ser “Li Parîsê Ambiyansa Çalakiyên Kurdan” hûr dibe.

Allak destnîşan kir ku Etnomuzîkolojî di warê çandeyî de li ser muzîkê hûr dibe û zanisteke muzîkê ye. Allak ji bo xebatên xwe ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal re axivî û wiha got: “Civak çawa çanda xwe û zimanê xwe diparêzin, çi qasî diparêzin, çi qasî winda kirine û çi qasî bi pêş xistine. Em vê yekê lêkolîn dikin. Ev qada urf û edet, lixwekirin, awayê xwarinan, awayê gotina stran û kilaman, têkiliya jin-mêran lêkolîn dike.”

Allak anî ziman ku ew der barê nasnameya kurdî de lêkolînan dike û got: “Berî her tiştî ez ji bo xwe dikim. Çand, ziman û nasnameyeke vî gelî heye. Loma divê herkes tiştekî bike. Ez jî muzîkjen im û di vî warî de tevdigerim. Ez hay ji kêmasiyên vê qadê heme û dixwazim van kêmasiyan temam bikim.”

Deng û muzîk

Allak der barê teza xwe ya ewil de jî ev tişt gotin: “Em êzidiyan pir nas nakin. Tenê em hay ji taybetmendiyên ola wan hene. Muzîka wan çawa ye? Jiyana wan çawa ye? Di dîrokê de xwedî roleke çawa ne? Em pir hay ji van tiştan tune ne. Wexta ez di vî warî de xebitîm, min dît ku ew jî li nasnameya xwe digerin. Helbet wekî her kurdî tirsa wan jî heye. Her wiha di nav xwe de parçe jî bûne. Hay ji vê jî hene. Qewlbêjî, pir dişibe dengbêjiyê. Qewlbêjî, pergaleke patrîarkal e ku ji bav derbasî kur dibe. Di destê sê malbatên mezin de ye. Her wiha deng û muzîka di vir de tê biakaranîn, der barê kurd û êzidiyan de agahiyên ecêb didin der. Helbet ev aîdî kurdan, êzidiyan e.”

Allak destnîşan kir ku teza wî ya duyemîn jî; li ser dirûşmên kurdan e. Allak bilêv kir ku ew li ser dirûşmên ku kurd li Parîsê di çalakiyan de berz dikin hûr dibe û ambiyansa derdikeve holê lê dikole.

Allak wiha got: “Wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û dixwazim vê yekê bi awayekî zanistî derxim holê. Kurd xwedî awayekî xwesr ê gotinê ne. Ez dibêjim ev di dirûşmên wan de heye. Loma ez di vî warî de lêkolînekê dikim. Helbet her gelek xwedî awayekî gotin, strandin û guhdarîkirinê ye.”  MÊRDÎN