aram

Li Stenbolê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî dest pê dike

Wê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 6-10’ê Adarê de bê lidarxistin. Wê di mîhrîcanê de 33 fîlm û belgefîlm bên nîşandan

Wê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 6-10’ê Adarê de bê lidarxistin. Wê di mîhrîcana ku ji aliyê Mezopotamya Sînemayê b lidarxistin de 33 fîlm û belgefîlm bên nîşandan. Di nav van fîlm û belgefîlman de fîlmê “Çîrkîn Kral Efsanesî” yê Huseyîn Tabak, fîlmê “Zagros” ê Sehîm Omer Kalîfa, fîlmê “Reşeba” yê Huseyîn Hasan, fîlmê “Zor Bîr Karar” ê Ender Ozkahraman, belgefîlma “Bîr” a Veysî Altay û fîlm û belgefîlmên Komuna Fîlman a Rojava bên nîşandan.

Wê fîlm li eywana Mezopotamya Sînema ya li Beyoglûyê bên nîşandan. Koorîdînatorê mîhrîcanê Hebûn Polat û Adar Taş der barê mîhrîcanê de ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser re axivîn.

Polat, bi bîr xist ku Mezopotamya Sînema 2 sal berê jî heman xebat kiriye û got: “Par ji ber rewşa siyasî me li dar nexist. Îsal em çûn Dihok, Berlîn, Hambûrg û Amedê. Me nîqaş kirin û biryar da ku em mîhrîcanekê li dar bixin.” Polat, diyar kir ku li Stenbolê fîlmên kurdî nayên nîşandan û ew ê bi vê mîhrîcanê hewl bidin ku fîlman li Stenbolê pêtir derxin pêş. Polat, da zanîn ku wê gelek derhêner tev li mîhrîcanê bibin û got: “Ji çar perçeyên Kurdistanê fîlm hene. Me ji Ewropayê fîlmek hilbijart. Wê ji her çar perçeyên Kurdistanê derhêner bên. Her wiha wê 15-20 derhênerên ji bakur jî bên. Wê derhêne rbi fîlmên xwe tev li mîhrîcanê bibin.” Polat, bang li hemû sînemahezan kir.

Di 8’ê Adarê de fîlmên derhênerên jin

Kordînatorê mîhrîcanê Adar Taş jî, diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de fîlmên jinan jî bên nîşandan. Taş, diyar kir ku jin di qada sînemayê de jî tên binpêkirin û got: “Keda jinan, keda derhênerên jin nayê dîtin. Sedema vê jî feraseta zilam e. Loma me bi taybetî 8’ê Adarê hilbijart. Wê di 8’ê Adarê de fîlmên jinan bên nîşandan. Me xwest em bala civakê bikiînin ser derhênerên jin û xebatên wan ên di warê sînemayê de.” Taş, ji bo beşdarbûnê bang li hemû sînemahezan kir.

Bernameya mîhrîcanê

“* 06 Adar-Saet 19.30  Vekirina Mîhrîcanê. Paşê wê belgefîlma Bîr bê nîşandan.

* 07 Adar- Saet 13.00  Panela li ser sînemaya kurdî.

– Saet 15.00  Fîlmê “Acemî Avci” yê Sahim Omer Kalîfa, fîlmê “Eksîk” ê Halîs Saritag, fîlmê “Sîs” ê Ferdî Taşkir û fîlmê “Her malek dibistanek” ê Ardîn Dîren.

– Saet 17.00 Fîlmê “Çîrkîn Kral Efsanesî” ê Huseyîn Tabak.

– Saet 19.30 Lîstika “Tenê Ez” ê Teatra Jiyana Nû.

* 08 Adar- Saet 13.00 Fîlmê “Prenses model” ê Dîlan Ergîn û fîlmê “Gazîn” ê Ann Sophie Persson.

– Saet 17.00 Fîlmê “Çember” ê Rûken Tekeş, fîlmê “Sinirsiz Oyunlar” ê Elîf Yîgît, fîlmê “Tebeşîr” ê Ozge Astan, fîlmê “Siradan Bîr Gun” ê Nalîn Acar û Adar Taş û fîlmê “Pencere” ê Rezzan Bayram.

– Saet 19.30 Fîlmê “Reşeba” ê Hussein Hasan.

* 09 Adar Saet 13.00 Fîlmê “14’ê Tîrmehê” yê Haşîm Aydemîr.

– Saet 15.00 Fîlmê “Bîr Ulke Vardi” ê Hebun Polat, fîlmê “Madûn” ê Duzgun Akdenîz, fîlmê “12*1 fîlm” ê Komuna Sînemayê ay Rojava, fîlmê “12 Building” ê Amîr Gholamî.

– Saet 17.00 Fîlmê “Jina bê jiyan” ê Kaveh Moeinfar.

– Saet 19.30 Fîlmê “Zagros” ê Sahîm Omer Kalîfa.

10 Adar – Saet 13.00 Fîlmê “Oy” ê Ateş Alpar, fîlmê “Kumun Gecesi” ê Alî Guler, fîlmê “Cumartesî Duşu” Alper Kizilboga, fîlmê “Darên Bi Tenê” ê Komuna Sînemayê ya Rojava.

– Saet 15.00 Fîlmê “Zor Bir Karar” ê Ender Ozkahraman.

– Saet 17.00 Fîlmê “Kemberên Behrê” yê Amîr Gholamî, fîlmê “Arada” yê Alî Kemal Çinar.

– Saet 19.30 Fîlmê “Yansima” ê Veysi Altay, fîlmê “Yikintilar Arasinda” ê Ozcan Alper, fîlmê “Ulke ve Toprak” ê Hîcran Urun û Zana Kîbar. STENBOL

Dikarî Biecibînî