aram

Elewiyên kakaî li Dêrsimê ne

Elewiyên kakaî yên Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, ji bo zanînên xwe parve bikin hatin Dêrsimê, sazî û dezgehên elewî ziyaret kirin

Elewiyên kakaî yên li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dijîn, di çarçoveya bernameya hefteyekê de hatin Dêrsimê û hevdîtin kirin. Şandeya ji 15 kesan pêktê şevê din hat Dêrsimê. Hevserokên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş û Musa Kulu, Pîr û dayikan şande pêşwazî kirin. Şandeyê derbarê baweriya elewiyên Dêrsimê de bi hevdû şêwirin.

Şandeyê, di çarçoveya bernameyê de destpêkê çû Qada Seyît Riza û derbarê bûyerên di salên 1937-38’an de hatin jiyîn û Seyît Riza ji wan re hatin vegotin.

Elewiyên kakaî derbarê serdanên xwe yên sazî û dezgehên elewî yên li Tirkiyeyê agahî dan. Elewiyên kakaî, di hevdîtinên kirin de, anîn ziman ku hemû elewiyên cîhanê nas bikin û baweriya rêya heq a elewiyan bidin jiyîn. Kakaiyan diyar kirin ku ji bo vê baweriyê bidin jiyîn, ev gavek erêniye.

Şandeyê piştre Dayika Fatma ziyaret kirin, çira pêxistin û loqûm belav kirin. Di ziyaretê de, bandora Dayika Fatma ya li ser jinên elewî û civaka elewî hat vegotin. Şandeyê piştre Gola Çetû ziyaret kirin. Şande, dê di çarçoveya serdana îro de, biçe serdana Bavê Masûr û Ocaxa Agûçan. DÊRSIM