aram

Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir!

Mîna civakeke xwezayî kurd di teşbîhan de lawir yanî heywanan gelekî bi hostayî bi kar tînin. Hem ji bo pesindayinê hem jî ji bo piçûkxistinê şibandina mirovan a heywanan rêbazeke bi bandor e

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Azîz Ogur di nivîsa xwe ya vê hefteyê de balkişand ser biwêj û gotinên pêşiyan. Tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;

“Mîna civakeke xwezayî kurd di teşbîhan de lawir yanî heywanan gelekî bi hostayî bi kar tînin. Hem ji bo pesindayinê hem jî ji bo piçûkxistinê şibandina mirovan a heywanan rêbazeke bi bandor e. Ji ber ku lawir jî xwedî taybetmendî û fitrat in. Karakter, taybetmendî û kesayeta tevlîhev-gelcoyî ya mirovan bi fitrat û taybetmendiya zelal a lawiran dikare zelaltir were nîşandan, kifşkirin.

Ji bo pesindayina mirov biwêjên bi lawiran têne rawekirin bi çend mînakan dikarin wiha werin rêz kirin: “Berxê nêr ji boyî kêr”, “Kewê baş ji hêka xwe ve baş e”, “Hespê çê be, bê nal be”, “Kewê ribat”, “Beranê çar gurçik” , “Teyrê Baz”.

Her wiha bedewî û lehengiya jinê jî bi biwêjên, “meş ordek”, “kevok”, “Kihêl (mehîna kihêl)”, “çav xezal” û hwd. tê ravekirin.

Biwêjên ji bo piçûkxistina jinê jî hene. Mînak ji bo bêesliya jinê, an lawaziya karakterê wê nîşan bidin gotinên, “bergîl”, “dêl”, “mehû” û whd. hene.

Her wiha ji bo piçûkxistinê jî şibandina hin cure lawiran rêbazeke hesan û bibandor e. Ji bo mirovên ku tirsiyabin û nikaribin ji bandora wê tirsê derkevin, şibandina “Miha ku gur di ser re qevistiye” têkirin.

Ji bo rewşa kesên ji tirsan bêhelwêst in dema derfetê dibînin dikarin çawa ji rê derkevin, bi “Pisîk ne li mal e mişk Evdirrehman e” tê gotin. Nêzî vê muhtewayê biwêjeke din jî “Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir” e.

“Simbêl bi pisîkan ve ji hene”, “Ji serê çûkan qelî çênabe”, “Çêliyê maran bê jehr nabin”, “Marê di tûr de”, “Gur dikujin qijik dixun”, “Kûçik ji kê bitirse bi wî alî direyê”, “Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike”, “Seyê dû şivanan” dikarin li van mînakan bêne zêdekirin.

Her wiha navlêkirinên mîna, “dupişk”, “marê reş”, “hirç”, “rovî”, “tajî”, “çeqel”, “se”, “gornebaş”, “ker”, “keftar”, “beraz” û hwd. jî tevî ku dijûn in lê ji ber ku her yek karakterekî rave dike, dikarin mîna biwêjan jî werin katagorize kirin, yan jî qet nebe di nava teşbîhan de xwedî cihekî taybet bin.

Biwêjên ku mîna teşbîhên ji lawiran hatine sazkirin ên hin rewşên taybet jî rave dikin, bi çend mînakan dikarin wiha werin rêz kirin:

Çavê beqê: Ji bo asta sosret a tercîha çewt a mirovan nîşan bide tê gotin. Temamê wê jî wiha ye; “Dibêjin kesek hebû dil ketibû çavê beqê” ye.

Şîrê şêr, di eyarê şêr de: Bi taybetî ji bo sofreya dewlemend a bêqisûr tê gotin.

Kero Nemire: Ji bo rewşa aloz a bêhêvî tê bikaranîn. Dirêjahiya wê, “kero ne mire bihar tê, pîrê nemire pincar tên” e.

Li kerê mirî digere ku nala jêke: Ji bo kesên bê ked, xwedî fen tê gotin.

Reva pisîkê heya kadînê ye: Tê xwestin were gotin ku derew heta cihekî didome û reva ji rastiyê tine ye. Biwêja, “ji rovî fenektir tine, li sûkê ji eyarê wi pirtir tine” xwedî heman wateyê ye.

Xeta xwar ji gayê pîr e: Xweziya bi ciwaniyê îfade dike. Mebest ew e ku bibêjin kalbûn, bêhêzî û kêmasiyan bi xwe re tîne.

Dema ga ket, kêr zehf in: Dostê ketiyan tunene, her wiha dema mirov ket yên pêl mirov bikin pir in.

Kewî min qijikî te: Bi taybetî ji bo heval û şirîkê hîlebaz tê gotin.

Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş: Bi helbesta Seydayê Cegerxwîn navdar bûye. Herkes li gorî asta xwe wateyê didê jiyanê.

Şahidê rovî terya wî ye: Ji bo mirovên derewîn tê bikaranîn.

Dibêm nêr e, tu dibêjî bidoşe: Rewşeke ku tu rê û çareserî jêre tine ne rave dike. Her wiha ji bo yên rastiyê nabînin û aqil didin bersivek e yê bêçare ye.

Yê çû masiyan, qûna wî şil dibe: Tiştekî bê bedel tune ye. Di heman wateyê de biwêjên, “Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be”, “Ê dizya hingiv bike wê mêş pêvedin” hene.

Bi gur re goşt dixwe, bi xwedî re dihizine: Ravekirin yan nîşandana rastiya mirovên xayin e. “Dinya li dinyê; çavê gur li mihê” jî mayindebûna xiyanet an dijminahiyê vedibêje. Lewra mîna panzehîra vê rewşê biwêja şîretê jî heye: “Dijminê te gêrikek be jî disa hesabê xwe bike.”

Behr bi devê kûçikan heram nabe: Teseliyek an tesbîtek e ku mirovên mezin û xwedî erdem bi derew, bêbextî an xirabnîşandana kesên asta wan nizm ji meznahiya wan tiştek kêm nabe.

Kerê mirî ji gur natirse: Mirovê tiştekî wî yê wenda bike tine be êdî natirse.

Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkira: Mirovên ku tehlûkeyan didin ber çavên xwe hesabê xwe jî kirine.” AMED

Dikarî Biecibînî