aram

Radyo Waşûkanî bûye dengê jiyana hevpar

Radyo Waşûkanî ya ku li navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê weşanê dike, bûye dengê tevahiya civakê û dengê neteweya demokratîk. Radyo îro dikeve sala xwe ya 5’emîn

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, tevgereke zêde ya ragihandinê çêdibe. Gelek dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, nivîskî û guhdarî dest bi weşanê kiriye. Beriya şoreşa Rojava, li herêmê tenê saziyên çapemeniyê yên girêdayî desthilatdariyê dihatin temaşekirin an jî guhdarîkirin. Niha êdî saziyên ku nûnertiya giyanê civakê dikin û nirxên jiyana hevpar a pêkhateyan vedibêjin, li herêmê hatin vekirin. Ev sazî dibin dengê gel û ji aliyê gel ve tên şopandin.

Radyo Waşûkanî li navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê weşanê dike. Radyo navê xwe ji navê dîrokî yê Serêkaniyê girtiye. Radyo wek minbereke civakî ye ku rojane bi hezaran şêniyên Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên wê digire nava xwe.

Radyo, rojane gelek bernameyên rengîn, siyasî, civakî, çandî, bernameyên zanistî  û aborî diweşîne. Bername bi zimanên kurdî û erebî tên weşandin. Li rex wan bernameyan jî bernameyên taybet ji bo jin û zarokan diweşîne.

Radyo Waşûkanî di 28’ê Sibata 2014`an de hatiye vekirin û îro derbasî sala xwe ya pêncemîn dibe. Di radyoyê de 10 endam ji her du pêkhateyên ereb û kurd, di beşên pêşkêş, nûçegihan û teknîkê de dixebitin. Radyo destpêkê li ser frankansa 89.7 weşan dikir û tenê li Serêkaniyê dihat guhdarkirin. Dewleta dagirker ji destpêka 2018’an ve êrîşî frenkansa radyoyê dikir. Radyoyê di Îlona 2018’an de frankansa xwe guherî û li ser frankansa 103.0 weşan kir. Piştî ku frekans guhertin, radyo li Serêkaniyê û gundên wê, li navçeyên Zirgan, Til Temir û Kaniya Xezalan a bakurê Kurdistanê tê guhdarîkirin.

Xebatkarên radyoyê dibêjin ew hewl didin xem û dozên civakê bigihînin aliyên têkildar. Her wiha teqez kirin ku armanca wan xizmeta civakê ye, hewl didin bibin dengê gel û rêgeza neteweya demokratîk.

Şêniyên Serêkaniyê razîbûna xwe ji radyoyê re anî ziman diyar kir ku Radyo Waşûkanî di nava civakê de ye û dozên civakî dişopîne.  Şêniyê bi navê Mihemed Hacî wiha got: “Radyo Waşûkanî bi nûçe û bernameyan dibe dengê Serêkaniyê û yê neteweya demokratîk.”

Xebatkar û endamên rêveber ên radyoyê Îbrahîm Bikarî û Lîloz Bedrî soz da ku ew ê xizmeta civakê bikin, bibin dengê civakê û neteweya demokratîk. HESEKÊ