aram

Hunera berxwedana Samiyan

Pêşangeha ”Bihêle bila çem biherike” qala berxwedana Samiyan û aktîvîstên hawirdorê dike. Ev berxwedan di navbera 1978-1982´yan de hatiye kirin li dijî talankirina cih û warê Samiyan ji aliyê dewleta Norwêcê ve

Wêneyên li ser berxwedana Samiyan a li dijî çêkirina santrala hîdroelektrîk a li ser Çemê Altayê, bi navê ”Bihêle bila çem biherike” li Stockholmê tê nîşandan.

Ev wêne û berhemên hunerî yên li ser berxwedana Samiyan a li dijî çêkirina santrala hîdroelektrîk a li ser Çemê Altay, yê li bakurê Norwêcê, li hola huner a Tenstayê ya li paytexta Swêdê Stockholmê tên nîşandan.

Pêşangeha bi navê ”Bihêle bila Çem biherike (bi zimanî Samî ellos eatnu)” mêvandariya berhemên 40 hunermendan dike.

Kevin û nû li cem hev

Yek ji van hunermendan nivîskar, helbestvan Nîls Aslak Valkepee ye ku di emrê xwe de (1943-2001) de ji bo bipêşvebirina çanda Samiyan gelek muzîk çêkiriye. Li pêşangehê her wiha berhemên hunermendên Samî û Skandînavyayî yên nifşên kevn û nû jî hene.

Pêşangeh ji berhemên hunermend, akademîsyen, şêwekar, wênegir û saziyên din ên çandê yên çar parçeyên Laponyayê pêk tê. Laponya bi xwe di navbera Norwêc, Swêd, Fînlandiya û Rûsyayê de hatiye parçekirin.

Piştgiriya ji Hawîrdorparêzan

Pêşangeha ”Bihêle bila çem biherike” qala berxwedana Samiyan û aktîvîstên hawirdorê dike. Ev berxwedan di navbera 1978-1982´yan de hatiye kirin li dijî talankirina cih û warê Samiyan ji aliyê dewleta Norwêcê ve.

Yekemîn berxwedana pasîf û çalakiya îteatnekirina sivîl a li dijî çêkirina santrala hîdroelektrîkê, 5’ê tîrmeha 1979’an dest pê kir. Xwepêşandêran xwe li ber makîneyên kar dirêj kir, ji bo ku pêşiyê li çêkirina santralê bigirin. Bi beşdariya mirovên ji çar aliyên welêt, çalakiyê heta Cotmehê dewam kir. Di demeke kin de hawirdorparêz, masîgir, mirovên pêşverû û sosyalîst jî tevlî berxwedana Samiyan bûn û berxwedan bi vî rengî berfireh bû.

Ji bo çandeke kêm dîtî

Pêşangeh destpêka sibatê amade bû û wê heta 22´yê nîsanê jî vekirî be. Berhemên di pêşangehê de ji salên 1978 ta 1982´yan dikin. Pêşangeh encama minaqeşyên 3 salan ên bi hunermend, akademîsyen û jêderên din ên agahdairya zanîna hunerî ya Sapmi (welatê Samiyan) re ye. Di nava berheman de berhemên kêmdîtî yên xwedî girîngiya dîroaka huner ên ji welatê Samiyan heye ku wekî din nakevin ber dîroka huner a Skandînavî. Wekî din materyalên ji arşîva Altasaken (berxwedana ji bo çemê Altay) hene. Wekî din muze di pêşangehê de weke bi rêbazeke nû ya muzevaniyê nîşan dide ku armanca wê ew e ku esasê dîroka hunerî di nava tiştekî global de bi cih bike.

Kuratorê pêşangeha ”Bihêle bila Çem biherike” Katya García-Antón ne bi hevkariya bi Antonio Cataldo re. Prof. Harald Gaski û Dr. Gunvor Guttorm jî şêwirmedên projeyê ne. STOCKHOLM

Nûçe: Mûrat Kûseyrî

Dikarî Biecibînî