aram

Here were bi şîranî

Di axaftina kurdî ya resen de ji bo ravekirine her rewşê têr û tije biwêj hene. Gelek biwêj hene ku bi bajar an erdnîgariyên cihanî tên vegotin

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Azîz Ogur di nivîsa xwe ya vê hefteyê de têkildarî biwêjan nivîsand û  tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;

“Di axaftina kurdî ya resen de ji bo ravekirine her rewşê têr û tije biwêj hene.

Mînak, “Beroşa Behlûl” e. Ji rewşên ku ji aliyê mantiq ve tu têkiliya wan bi hev re tune be lê mîna ku girêdayî hev in were nîşandan ev yek tê gotin. Yanî ji bo rexnekirin an çewt nîşandana; têkildar danîna du bûyerên ku ne nêzî hev bi gotina “bû beroşa behlûl” tê rexne kirin.

Çîroka wê jî heye. Dibêjin şeveke sermayî ketine şert û Behlûl qebûl kiriye heta sibehê li derve bimîne. Di şert de Behlûl bi ser ketiye lê belê li ser israrê Behlûl gotiye, dema li ber sermayê bû ji gundê pêşber şewqek ber bi çavê wî ket. Li ser vê yekê tevan zext lê kiriye ku wî xwe li ber agirê wê şewqa ji gundê pêşber xwe germ kiriye û di şert de têk çûye. Neçar e wan vexwîne xwarinê. Lê Behlûl vê yekê vediguherîne derfeta tolhildanê.

Roj hatiye li mala Behlûl civiyane, lê belê xwarin amade nebûye. Saetek, du saet, nîvro, êvar xwarin nehatiye ber wan. Her cara pirs kirine jî Behlûl gotiye “li bendê bin xwarin dikele”. Herî dawî ji birçîbûna çûne cihê xwarin lê dikele. Mûme pêketiye, Behlûl beroş bi darake di serê re bilind girêdaye. Hêrs dibin û dibêjin, xwarin çawa bi agirê mûmê dikele? Behlûl ji wan re gotiye, “Çawa ji mesafeya navbera du gundan we bawer kir ku min xwe germ kiriye, çima hûn bawer nakin ku bi agirê mûmê xwarin bikele!”

Bi beroşê em biwêjan bidomînin…

Ji bo wan kesan ên ku di rewşekê de ne ku tiştekî wenda bikin nemaye û hewl didin bi derxistina aloziyan sûdê werbigirin jî, “Dixwaze beroşa vala li ya tijî bixe” tê gotin. Ji bo îfadekirina bêderfetî û xizaniyê jî biwêja, “Bavê min ji nêza mir, gotin, çima te birincek jê re çênekir!”

Here were bi şîranî: Li herêma Mêrdînê û bi taybetî li Torê ev biwêj navdar e. Dibêjin axayekî keça xwe zewicand. Lê belê her hefte keça wî dihate mala bavê xwe. Piştî çend caran bav ji keça xwe re got, “Qîza min here were bi şîranî”. Yanî xwest bibêje êdî mala te cuda ye, heta em bêriya hev bikin, were serdana me wê baştir be. Em ê bi hev şîrîn bin. Lê belê qîzê şîreta bav şaş fahm kir, piştî çend rojan dîsa hat û bi barê hespan ‘şêranî-fêkî” ji bi xwe re anî. Di heman wateyê de biwêja, “Şîreta xesûyê li bûkê kir” jî tê gotin.

Xidiro her roj li vir o: Dema kesê zêde nayê hezkirin biçe û were, yan pêwistî pê tuneye jî xwe dixê nava mijaran tê gotin. Bi maneyeke nêzîk ji bo kesê êdî mirovan of bike, tê gotin, “Şero mêvanê her ro“.

Dîsa ji bo rewşê mêvandarî û bargiraniya li ser mazûlvan gotina, “Mêvan ji mêvan ne xweş e, xwediyê malê ji herdûyan nexweş e” tê gotin. Gotineke mîzahî û îronîk a ji bo mêvan an kesan e ku sînorê xwe zanibin jî, “mal mala te ye, lê bi aliyê firaxan de neçe” tê gotin.

Dîtim ez im, nedîtim diz im: Ev biwêj ji bo wî kesî tê gotin ku li ser xirabiyê bê girtin, wê xirabiyê nebe serî û xweş û bêş bike, heke bi ser de neyê girtin jî wê bibe serî. Ji bo kesên di bin navê dostaniyê de xiyanet yan xirabiyê dike, tê gotin. Yanî ew kes ji malê an mîna dost tê naskirin. Heger hate girtin ji xwe bi dostanî tevgeriya ye, heger xwe neda dest û gihişt armanca xwe, li kirina xwe xwedî dernakeve. Ji bo kesên xwedî karakterê wisa gotinên, “Pişt paniya me dikole”, “Nanê wî li ser kaba wî ye”, “bê nanû xwê ye” jî tê gotin.

Kesê di dizî an bikaranînê de zîrek jî bi gotina, “Heta min lê pirsî, avêt bin diranê kursî” tê gotin.

Ji bo dirî yan xirabiyên ku neçarî aşkerebûnê ne jî biwêjên mîna, “Dizên bostanan mikûr tên zivistanan”, “Giya di bin keviran de namîne” tê gotin. Şirîk, heval an dostên bi hev re xayin jî bi gotina, “Dizan ji dizan dizî, erd û ezman lerizî” tê îfadekirin.

Biwêj û erdnîgarî

Gelek biwêj hene ku bi bajar an erdnîgariyên cihanî tên vegotin. Mînak, bi gotina “Ji vir û Çiyayê Şengalê” kes yê pêşberî xwe bêminet dike ku çi ji destê wî were bike. Dîsa gotina, “Hev û din di Bombayê ve derxistin” hebû. Piştî salên dirêj ez têgihiştim ku Bombay bajarekî Hindistanê ye. “Ji vir heya Dêra Domê” mesafeya dirêj îfade dike û qala Dêra Dom a li Koln a Almanyayê tê kirin. “Mirov bi pirsê diçe Xursê” jî lêgerîn û israr a hewldan a ji bo xwegihandina encamê îfade dike. Xurs gundê Qoserê ye û bi tutina xwe navdar e.

Xweşiya waletê mirov bi gotina, “Şam şekir e, welat jê şêrintir e” îfade dibe. Her wiha “Bilbil kirin qefesa zêrîn, dîsa got ax werê min” jî, xwedî heman naverokê ye. Ji bo erdema sebir û sebatê biwêj an gotina, “xwediyê sebrê, melikê Misrê” tê gotin.

Ji bo kesên tevî ne li qalibê wê yekê ne gotina, “Şeb û şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir” tê gotin.”

Dikarî Biecibînî