Ji jinên ciwan pêşengaha ‘Xema me, çavê me’

Li navçeya Kelarê komek jinên ciwanên wênegir ên Germiyan bi navnîşana ‘Xema me, çavê we’ pêşangek hate vekirin

Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê pêşangehek bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate vekirin. Pêşangeh bi navnîşana ‘Xema me û çavê we’ bi alîkariya rojnama Newjîn ji bo koma jinên ciwanên wênegir ên Germiyan hate vekirin.

Di pêşangehê de 19 tabloyên ku ji aliyê 9 jinên ciwan ve hatibûn çêkirin hate nîşandan. Di hemû tabloyan de xem, êş û astengiyên ku di civakê de derdekivin pêşberî jinan têde hatibûn xîzkirin. KELAR

Dikarî Biecibînî