Ziman û jiyan

Heger îro nevî û nevîçirçirkên wan milet û zimanên têkbirî di nava dista yekzimanî de hatibin kelandin û bişaftîbûyî bûbin; heger sedemeke wê şer be, ya duyem jî sîstema perwerdeyê ye

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Politîkayê Serkan Birûsk di nivîsa xwe ya vê hefteyê de balkişand ser girîngiya ziman û tevahiya nivîsê wiha ye;

“Wêje dihingive jiyanê, bi jiyanê dileyize û jê dixeyide, pê re dikene û ji ber wê digirî, jê hêrs dibe û wê ji xwe hêrs dike, di nîvê jiyanê de tevdigere lê konê wê timî li kevî û qorzîkên xalî û rêpênekî yên wê vedayî ye. Ji jiyanê dize jiyanê diafirîne. Bi saya hunerê wêjeyê, zindiyên bêziman diaxivin û di jiyana me ya rojane de wek karekterên bi xwîn û goşt dibin xwedî çîrok û derbas dibin.

Bi taybetî roman, çîrokên nûjen û yên gelêrî û wêjeya devkî di vê mijarê de xwedî derfetên gelek mezin in. Em bi saya van berhemên zimanî Cinan, Hûtên Heftserî, Roviyên Fenek, Şêrên Çeleng, Şahmaran nas dikin û fêrî serboriyên wan dibin û bi demê re em li derdora wan karekteran çandeke rasteqînî ava dikin.

Heta niha jî hebûnên mirî, tiştên bêruh û ajalan nekarîne behsa serborî û hestên xwe bikin lê mirovan bi alîkariya ziman bi rêya wêje ew biruh kirine. Di demên pêş de heger zanist ewqas bi pêş ve biçe û karibe miriyan ji goran rake, ango ji kromozonan wan bi awayekî fizîkî wek hebûnên bi xwîn û goşt, bi zar û ziman careke din li jiyanê vegerîne, em ê jî, hingê karibin çîroka jiyana wan ji devê wan bibihîzin. Bi taybetî wê sirên wan mirovên destpêkê ji bo me balkêş bin.

Ziman û jiyan ji serdema însan wek koviyan dijiyan û heta van rojan û ji niha û pêd ve jî, berdewamî tesîr li hev û din kirine û wê bikin jî. Jiyanê mirov afirandine, mirovan jî bi bipêşxistina ziman jiyana xwe ya ramanî û giyanî dewlemend kiriye. Têkiliya jiyan, însan û ziman di bipêşketina dinyaya îro de sê stûnên bingehîn in.

Lê carinan jiyanê xiyanet bi hinek zimanan re kiriye. Cure cure bela anîne serê mirovên wan û kiriye ku ew nema bi zimanên xwe biaxivin; ew bêdunde û sêwî mane û wek masiyê bêav mirine. Lê mirov bixwe bi temamî ji holê ranebûne, zarok û neviyên wan bi navên cuda yên nijadî bi zimanên nû jiyana xwe dewam kirine. Li vir a ku dimire û şopa wê ji vê dinyayê radibe ziman e. Wekî din komên mirovan bi zimanekî din jiyana xwe dewam kirine. Wek mînak îro li Tirkiyeyê behsa bi dehan nijad û zimanên ku ji holê hatine rakirin, tê kirin. Hejmareke mezin ji kurdan îro ji binî bi zimanê xwe nizanin û xwe wek tirk jî pênase dikin û tercîha wan a siyasî bi temamî li dijî nirxên nasnameya siyasî ya Kurdistanê ye. Li ser vê meseleyê, rola siyasetê gelekî diyarker e. Ev mirov tenê dikarin bi rêya berxwedan û destketiyên siyaseta kurd li xwe vegerin.

Em dizanin ku dîsa li Tirkiyeyê polîtîkayeke pir hişk û dijwar li dijî hemû zimanên xwecîhî heye. Zimanê dewletê yê fermî tirkî ye. Ev polîtîka fermî ya bîrdoziya dewletê welê lê hatiye ku hema bêje temamê kesên îro xwe wek tirk pênase dikin pir bi dijwarî wê diparêzin. Heta ji ber ku kurd doza zimanê fermî li dewletê dikin, ew ji aliyê pirraniya kesên çepgir û rastgir, karker û maldar, nijadperset û demokratan ve bihişkî têne rexnekirin.

Bapîr û dapîrên van kesan kî bûn û ji kîjan nijadê bûn ên ku îro li dijî ziman û mafê kurdan agir ji devê wan dibare, heta ji kurdan re dibêjin, ji welatê xwe herin. Li vir mebesta min bêguman ne ew e ku ez kes û nijadên îro hene; li ser esasê nijadên kevn ji hev û din veqetînim. Na. Tu derdê min ê wisa tune ye. Kî xwe bikîjan nijadnavî û zimanî pênase dike, bila bike. Lê mafê tu kesî û koman tune ku ji bo kuştin û nehiştana ziman û miletan xebatê bike.

Heger îro nevî û nevîçirçirkên wan milet û zimanên têkbirî di nava dista yekzimanî de hatibin kelandin û bişaftîbûyî bûbin; heger sedemeke wê şer be, ya duyem jî sîstema perwerdeyê ye. Dibistan û mamosteyên ku nûneriya pêşketin û paşerojê dikin, ji bo kurdan nexwedî heman misyonê ne. Dewra mamosteyan di kuştina çand û zimanên bindestan de ji ya leşker û polîsan gelek dijwartir e. Hêzên leşkerî welatan dagir dikin û miletan dîl digirin. Rola hêrandin û helandina miletên dîlgirtî dikeve ser milê mamosteyan. Ew in ên ku bi demê re hemû nirxên zimanî, çandî û nijadî yên miletên dîlgirtî têk dibin. Li ser vê xisûsê, rola mamoste û dibistanan ji rola esker û qereqolan gelekî dijwartir e.

Di rewşeke wisa de di destê bindestan de tenê cureyên berxwedanê yên çandî, zimanî û siyasî dimîne. Bi taybetî berxwedana zimanî û çandî dikeve stuyê nivîskar, stranbêj û bi giştî gel. Wek me di destpêkê de got heger ziman ji aliyê gel ve neyê bikaranîn û tenê ji aliyê hejmareke teng a rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ve were bikaranîn ew ê di demekê kurt de jiyan pişta xwe bide wê.”

Dikarî Biecibînî