Bavê Felekê 30 sal berê xatir xwest

Rohat Ararat

Mihemed Şêxo bi navê din Bavê Felekê bi salan ji bo huner û muzîka kurdî kedek giranbûha da. Bi stran û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bavê Felekê bi giştî 14 kasetan derdixe, bi muzîk, deng û awaza xwe di dil û mejiyê kurdan de cih digire

Hunermend Mihemed Şêxo, di nav civakê de wekî Bavê Felekê jî tê nasîn. Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê Qamişlo ji dayik dibe. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Huhemmed Şêxo perwerdeya medreseyê dibîne û heta pola 9’emîn jî li Qamişloyê perwerdeya pergalê dibîn e û piştre dev jê berdide.  Mihemed Şêxo ligel zimanê kurdî zimanê erebî jî baş dizane.

Bêguman bandora hin kesan di hin pîşe û hunerî de li ser mirovan çêdibe. Li ser dengbêjî û hunermendiya Mihemed Şêxo jî bandora bavê wî zêde xuya dike. Lewre bavê wî bi xwe jî dengbêj bû. Di dema xwendina xwe ya li Qamişloyê de fêrî tembûrê dibe. Dema li Qamişloyê dixwîne, hunermendê navdar Aram Tîgran nas dike û li stranên wî guhdarî dike û pêre jî distirê. Şêxo, hunermend Aram wekî pireke di navbeyna stranên klasîk û nûjen de dibîne.

Gavên ber bi hunerê ve

Dibe ku dengbêjî û hunermendî ji bo me tiştekî zehmet xuya neke. Lê belê di rastiya xwe de heke ew hunermendê gel be, di stran û hunera xwe de bibe deng û rengê gel wê demê jiyana wan a hunerî jî gelekî dijwar dibe. Hunermand Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermendên kurd bi zor û zehmetî ji bo pêşxistana hunera xwe têdikoşe. Di dawiya sala 1969’an û serê sala 1970 de diçe Beyrûdê, perwerdeya muzîkê dibîne. Du salan li Yekitiya Hunermendên Lubnanê ya erebî dixwîne. Dîploma ya xwe ya amûrejenî û dengbêjiyê distîne. Mihemed Şêxo di navbera 1969 û 1972’yan de li Lubnanê ji bo muzîka kurdî xebatên xwe didomîne. Di sala 1972’an de Mihemed Şêxo dema li Beyrûdê ye bi komên muzîkê yên kurdan re têkiliyê datîne. Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Teyîb Tahir, Şêrîn Mele, Remezan Omerî û Rifetê Darî beriya Mihemed Şêxo çûbûn Beyrûdê û li wir bi berpirsiyarîya Seîd Yûsif, Koma Newrozê damezrandibûn. Têkiliyên wî ligel Koma Newrozê hebûn. Paşê têkiliyên wî bi Koma Serkeftinê re çêdibe ku ew kom ji aliyê Kemal Şambaz ve hatibû damezrandin.  Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe.

Destpêka navdêriya Şêxo

Hewildanên Bavê Felekê yên ji bo pêşxistina hunera xwe ranaweste. Li gorî hin çavkaniyan stranên ku yekem car ji aliyê Mihammed Şêxo ve hatine gotin ên Yûsif Berazî ne. Di sala 1972’yan de ji bo tomarkirina dengê xwe diçe radyoya Bexdayê. Li wir gelek kesên kurd nas dike. Yên wekî Mihemed Arif, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Şemal Tahir. Ji helbestvanan Sebrî Botanî û Xelef Zêbarî nas dike. Ji yek meheke zêdetir li Bexdayê dimîne. Lê piştî ku dizivire Sûriyeyê nav û dengê wî bêtir belav dibe. Li Bexdayê stranên wî yên ku tomar dibin hinek ji wana ev in: Carek min dîbû gewrek, Aman dilo, Min bihîstî tu nexweşî, Azad e şîrîn.

Tê  sirgûnkirin

Di dîrokê de gelek pêşeng, rewşenbîr, nivîskar, hunermendên kurd ji aliyê destilatên li ser xaka Kurdistanê dagirkerin ve yan hatine kuştin an jî hatine mişextirin. Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermen û rewşenbîrên kurd jiyenekî sirguniyê dijî. Lewre helwesta wî ya di stranên xwe de dide der ji aliyê rejîman ve naye tehamulkirin. Piştî ku nav û dengê Mihemmed Şêxo ji Radyoya Bexdayê bilind dibe û dengê wî tê bihîstin, dewleta Sûriyeyê jê aciziyan dike. Dewleta Sûriyeyê Mihemed Şêxo dibin Şamê û ji wir jî dibin Beyrûdê. Jê re dibêjin tuyê neyê Sûriyeyê. Lê Şêxo wekî her kurdewarekî li ser biryara xwe carek din dizivire Sûriyeyê û careke din berê xwe dide Bexdayê. Di sala 1973’yan de li Bexdayê çend stranên xwe yên din jî tomar dike. Di heman demê de diçe serdana televîzyona Kerkûk Tv û 2 stranên wî dikin wekî klîp. Yek ji wan ‘Dil kuştiyê awirên çavên te’ ye.

Girtin û îşkenceyê wî bêzar nake

Rejîma Sûriyeyê dev ji Bavê Felekê bernade. Rejîm dixwaze wî bêzar bike û serî pê bide tewandin. Lê hunermendê kurd li dijî pêkûtiyan gavê şûnde navêje. Mihemmed Şêxo ji ber helwesta xwe ya kurdewar û stranên xwe di 1974’an de li Sûriyeyê ji aliyê rejî mê ve tê girtin û gelek zextan dibîne. Rejîma Sûriyeyê gelek caran ew îşkence dikin û diavêjin zindanê. Mihemed Şêxo li hemberî hemû zextên rejîmê serî natewîne û hunera xwe didomîne. Şêxo strana xwe ya: “Di zîndanê dinalim ez ji sibê de heta êvarê.” jî wê demê dinivîsîne. Di salên 1973 û 1974’an de carna stranek di teybekê de gotiye û hatiye qeydkirin. Bes wê stranê carekê gotiye. Stranên wî yên bi ev rengî gelek in. Mihemed Şêxo bi vî rengî gelek caran tê girtin û rastî gef û îşkenceyên giran tê. Lê belê tu carî li hemberî rejîma Sûriyeyê serî natewîne û ji bo gelê xwe hunera xwe pêş dixe.

Hunermend Şêxo ji bo xebata xwe ya hunerî ranaweste. Mihemed Şêxo demekê li Kerecê dimîne. Kerec nêzî Tehranê ye. Dewleta Îranê ew ji Kerecê sirgûn dike ji bo bajarê Gunbetê Kawus. Ev bajar li qerexê Behra Hazarê (Xezar) ye. Li bakûrê Îranê ye û li wir kurd pir kêm in. Ji Tehranê 9 saet dûr e. Li wir wekî kurdekî Iraqê mamostetiya muzîkê dike. Di 1977’an de mamostetiya zimanê erebî dike. Li wir dizewice. Li Gunbetê Kawus kurek jê re çêdibe û navê wî dike Bêkes. Lê ew najî. Paşê kaça wî Felekê jê re çêdibe. Ji ber wê ye jê re dibêjin ‘Bavê Felekê’. Paşê 2 kurên wî çê dibin. Îbrahîm û Birûsk.

Li Îranê 4 kasetan derdixe

Mihemed Şêxo li Îranê helbestvanê kurd Mistefa Etrûşî yê ji başûrê Kurdistanê ye nas dike. Mihemed Şêxo 22 helbestên Mistefa Etrûşî dike stran. Gava Ez Mirim Gelî Zindiyan, Dayê Dayê, Dilvîna Min ji helbestên Mistefa Etrûşî hinek in. Li Îranê jî di sala 1981’an de rejîm du caran hewl dide wî bikujin. Lewre rejîma îslamî ya Îranê nedixwest Mihemed Şêxo li tembûrê bide. Lê belê Bavê Felekê ji ya xwe danayê xwarê û xebatên xwe didomîne. Her wiha Hunermend Şêxo li Îranê fêrî zimanê farisî jî dibe û dîplomeya xwe digire. Mihemed Şêxo li Îranê 4 kasetan tomar dike. Di nav wan kasetan de ‘Nesrîn’ û ‘Kewê xortê serê çiya’ hebûn ku nivîskarê wan Xelefê Zêbarî bû. Mihemed Şêxo heta dawiya sala 1982’yê li Îranê dimîne. Di meha kanûnê ya 1982’yan de tevî malbata xwe tê Şamê.

Bi giştî 14 kasetan tomar dike

Êdî Bavê Felekê di serdema xwe ya herî navdar û bi hêz de ye. Li Sûriyeyê di 1983’yan de kaseteke bi navê ‘Ez Bûm Firar’ derdixe. Piranîya stranan ji helbestên Yisûf Berazî bûn. Ji 1983’yan heta 1986’an her sal kasetekê tomar dike. Bi tevahî 14 kasetên wî hene. Lê car caran hin stran tenê carekê gotîye û paşî van stranan qet negotiye. Ger mirov vana jî hesab bike, dibe ku li dora 20 kasetan bigîjin hev. Di 1984’an de birayê wî Baha jî pê re li kemanê dixe, kasetekê dadigre. Ev kaseta wî, bêtir ji helbestên Seydayê Tîrêj e û Bêbehar (Yisûf Berazî) hatiye dagirtin. Ev kaseta wî bêtir bi navê ‘Lê lê Ciwanê’ navdar bûye. Mihemmed Şêxo li ser zîndana Amedê jî strabû. Yisuf Berazî li ser zîndana Amedê helbestek bi navê ‘Eman û eman, ez bûm warê xeman’ nivisîbû. Mihemmed Şêxo vê strana hanê jî got. Kaseta wî ya bi navê ‘Sebrê’ di sala 1985’an de hat tomarkirin. Bêtir ji helbestên Seyda Tîrêj, Bêbehar û Emerê Lalê hatiye dagirtin.

Koça dawî

Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê di nava rewşeke dijwar û xizaniyê de êdî nema dikaribû li ber nexweşiyê li ber xwe bide. Wî radikin nexweşxaneyê jî lê êdî hêviya jiyana wî namîne. Şêxo carek din tînin mala wî û di 9’ê adara 1989’an de hunermedê navdar diçe ser dilovaniya xwe. Di heman rojê de cenazeyê Mihemmed Şêxo, ji aliyê bi deh hezaran kurd û kurdistaniyan ve li goristana Hilêliyê dispêrine axê.

Bandora li ser muzîka kurdî

Bavê Felekê bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kaset amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng ‘Ay lê Gulê’ ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

Di civaka kurd de hin dengbêj û hunermend hene ku piştî diçin ser dilovaniya xwe jî di her zindî ne. Hunermendê kurd Mihemed Şêxo jî yek ji wan stranbêjane ku bi awaz, stîl, muzîk û hunermendiya xwe di dilê gelê kurd de ji xwe re textekî zêrîn çêkiriye. Hunermend Şêxo bi salên dirêj ji bo çand û hunera kurdî bi taybetî di warê muzîkê de gelek berhemên giranbûha afirand. Ji bo muzîka kurdî berhemên ku afirand û derxist holê di roja me ya îro de jî bi hezkirin û hestên bilind tên hezkirin û guhdarkirin. Berhemên hunermend di têkoşîna azadiya gelê kurd de ristek girîng lîst. Berhemên hunermendê kurd ji şevbêrk û şahiyên kurdan qet kêm nabe.

Hunermend Mihemed Şêxo heke di roja me ya îro de saxbûya guman tune ye ku dê li ser rewşa kurd û Kurdistanê bi dehan berhemên giranbûha biafiranda. Bi taybetî jî li ser Şoreşa Rojava, têkoşîna jinên kurd û şervanên doza azadiya netew û azadiya Kurdisatnê dê berhemên bi nirx ji bo civakê derxistibûna holê. Em di wê baweriyê de ne ku dê ew hesrata azadiya Kurdistanê ku nedikarî di stranên xwe de bianiya ziman dê bi berhemên ku biafirandina bixemilandina. Dê li ser Şoreşa Rojava, keç û xortên leheng berhemên zêrîn biafirandina û bi ew dengê xwe yê meswanî bigotana.

Heke hunermendek xwe aydê civaka xwe bibîne pêwîste di nav her şert û mercî de ji bo civaka xwe di qada xwe ya hunerî de bibe deng û awaza civakê. Hunermend Mihemed Şêxo jî yek ji ew hunermendî bû ku her di hesreta azadiya civak û welatê xwe de bû. Di salên ku ji bo kurdewariyê têdikoşiya tu carî ji sekna xwe ya welatparêzî gav şûnde neavêt û bi hunera xwe da xuyakirin.

Dikarî Biecibînî