Filmeke kontrastan

Gava jinên gerîla hatin gundê me, ev kontrasteke gelekî mezin bû. Weke tiştekî ecêb bû. Xelkê tişta wiha nedîtibû ku jin welê bên, disîplîna wan hebe, sîlehên wan ligel wan bin. Jinan gava ew dîtin, gotin em dikarin bibin xwediyê mafê xwe. Di filmê de diyar dibe, kontrast pirr heye.

Derhênerê Filma Zagros Sahim Omar Kalifa (Sehîm Omer Xelîfe) yek ji wan derhênerên Kurd e ku li Ewropayê pêşî bi kurtefilmên xwe hat nasîn û qedrê wî hat zanîn. Kurtefilma Baghdad Messi 60 xelatên navneteweyî wergirtin û Bad Hunter jî yek ji filmên gelekî serketî bû. Land of Heroes jî li Berlînale sala 2011´an di beşa Generation de baştirîn kurtefilm hatibû bijartin. Ji ber serketina xwe ew niha di Academy Awards de di nava derhêneran de ye ku dengê xwe li ser filmên namzet dide. Yekem filma wî ya metraj dirêj a fiksiyonê, Zagros jî têra xwe serketî bû hem di asta navneteweyî de û hem jî li Belçîkayê.

Sahim Omar Kalifa yê sala 1980´yî li Zaxo hatî dinê, ku bi xêzkirina resman û wênegirtinê dest bi sînemayê kiriye ji bo filma xwe Zagros dibêje, “Lê me xwest em nîşan bidin ku dîn, civak, adet û filan hene ku mirovan mecbûr dikin derewan bikin. Yanî jiyaneke wisa heye ku her tişt te mecbûr dike ku tu ne wek xwe bî. Lê hin tişt me hişt in ku temaşevan ji xwe bipirse, bo çî filan tişt jê re negot, diviya bibêje, û ew bi xwe bigihîje vê encama em dixwazin nîşan bidin.”

Filma Zagros a Kalifa, di Festîvala Filmên Kurd ên li Stenbolê de jî van rojan yekane filma ji Ewrûpayê bijartî ye.

Li ser zimanê filmê, destê te xweş, te kurmancî tercîh kiriye…

Kurmancî ji bo min gelekî girîng bû, ji ber ku zêdetir aktorê me ji devera Nisêbîn, Midyad, Mêrdînê bûn, me biryar da ku aksana wan jî di filmê de ev be. Ji bo aktoran jî bi fêde bû. Halîma (Ilter) ku li Almanyayê mezin bûye, bi xêra filmê kurmanciya xwe baş kir. Min nexwest ku yek bi soranî, yek bi kurmancî yek bi zazakî bipeyive û ziman bikevin ser hev. Min ew tercîh nekir, min bi zanîn yek aksana kurmanciyê bijart.

Di destpêkê de dîmen hene, lê gotin nînin, tu li çiyê yî û çavdêr î weke tameşevan û kamera. Te weke derhêner xwest ez weke temaşevan çi his bikim di vê destpêkê de?

Wexta me senaryo nivîsî, ev sehne ne li destpêkê bû. Piştre me hizra xwe kir, me got, çîrok li ser şivanekî ye ku ne klasîk e. Dinya wî firehtir e, têkiliyên wî bi çiya û gerîla re hene. Gundê ez jê 5 kîlometreyan dûrî Bakur e. Ya ku gelekî tesîr li min kir, ez 11 salî bûm li gund. Jinan xwarin çêdikir, cil dişûştin, wan tiştekî din nedikir. Gava jinên gerîla hatin gundê me, ev kontrasteke gelekî mezin bû. Weke tiştekî ecêb bû. Xelkê tişta wiha nedîtibû ku jin welê bên, disîplîna wan hebe, sîlehên wan ligel wan bin. Jinan gava ew dîtin, gotin em dikarin bibin xwediyê mafê xwe. Gelek kesan ev qebûl nedikir. Di filmê de diyar dibe, kontrast pirr heye. Mesela Havîn, hevjîna Zagros jî, ji ber ku xwişka wê gerîla ye, vê tesîr li wê jî kiriye. Ew ne weke xelkê gund e. Ew jî biryara xwe dide, destê xwe ji mafê xwe bernade.

Bi wî rengî Zagros jî ji ber ku li çiyê ye, têkiliya wî ligel gerîla heye, mejiyê wî vekiriye. Ji be rku hez ji tebîetê û çiya dike me navê wî kir Zagros. Me got tu Zagros bî tu hez ji çiya, xweza û azadiyê dikî. Kontrasta jiyanê wisa, ji ber wê me got, em bi wî dîmenê dest pê bikin.

Gava min li dîmen nihêrî, min got, ev çiya ne yên me ne, gelo reaksiyonên wisa çêbûn, tu jî bi wan hisiyayî?

Ez ne li gel te me. Çima? Ji ber ku pêşî me biryar da ku li Tirkiyeyê dîmenan bigirin. Lê piştî ku rewş xirab bû, şer çêbû di navbera dewletê û Kurdan de; hingê şirketên sîgorteyê qebûl nekir, dîmen li Trkiyeyê bên girtin. Me hingê biryar da ku filmê li cihekî din bigirin, jixwe, navê film Zagros e, sehneyên gerîla têde hene. Produktorê min got, yan Spanya, yan jî Yewnan dibe ji bo dîmengirtinê. axir me biryara xwe ji bo Yewnan da, ji ber ku Kurd lê pirr in û sempatiya Yewnanan ji bo Kurdan pirr e. Li Girîtê min gelek wêne girtin û ji hevalên xwe re şandin, min got, ev devera me ye, çiyayê me ne. Kesekî tê dernexist ku ne devera me ye. Hingê min ji xwe re got, heger malbata min û hevalên min nizanin, wî kî bizane.

Ji bo sehneyên li Tirkiyeyê, me 3 rojan li Stenbolê dîmen girtin. Me destûra girtina dîmenên li Balefirgeha Ataturk a Stenbolê wergirt. Dîmenên li hotelê filan ewqasî ne mesele bûn. Em bi komeke pirr piçûk çûn, xebatkarên deng, kamera me birin. Me pirr dixwest li bakurê Kurdistanê dîmenan bigirin ya rastî, belkî tişetkî din jê derketa. Niha jî qedexeyeke fermî nîne li Tirkiyeyê, lê festîval nîşan nadin.

Senaryo we çawa nivîsî, navê te û produktor weke senarîst heye?

Kurtefilma min Land of the Heroes (Welatê qehremanan) li Berlinale ya 2011´an xelat wergirt. Hindek programên Sundanceê gelek hez ji filmê kiribû. Wan ji min re got, em dixwazin filmên te yên dirêj bibînin. 2011, hingê ev senaryo min ji wan re nivîsî û şand. Ji bo Senario Lab (Labaratuwara Senaryoyê). Axir produktorê min ê hingê ne li gel min bû, ji ber wê çûm cem produktorên xwe yên ku niha Zagros çêkir. Du produktor in, û yek ji wan jî senarîst e. Me bi hev re kar kir da ku em senaryoyê hinekî biguherin.

Me senaryo hingê bi hev re ediland; lê wek fikr û senaryo hemû yên min bûn. Lê piştî ku me bi hev re kar kir, weke senaryo navê me herduyan heye. Min û vî produktorî berê filmeke din bi hev re çêkiribû, Bad Hunter (Nêçîrvanê xirab), hingê me xweş li hev kir, tecrûba me baş bû. Tu dizanî li ser filma hin tiştên xirab hatin gotin, di rojnameyan wan de jî, ji ber wê dixwazim agahiyan wiha bi kitekit bidim.

Di filmê de karektera te ku dibe sedema gotegotan, Elî, hîç xuya nake, tenê carekê, ew jî ji dûr ve ku mirov nikaribe dirûvê wî nas bike. Çima?

Ji ber ku Elî ne girîng e. Ya girîng ew e ka di navbera herduyan (Zagros û Havîn) de û reaksiyona civakê tevî zexta komeleyê ye. Yanî ya girîng heger ev in, me got ne lazim e ku em Elî û jiyana wî nîşan bidin. Lê li wir diviyabû tiştek hebe ku bike temaşevan bibîne ku Elî û Havîn hevdu nas dikin, û jixwe Zagros di dawiyê de diavêje ber Havînê, ji bo ku karibe li ser biaxive, me ew bi cih kir. Axir tevî ku Zagros xwedî fikreke vekiriye jî, ji ber koçberî, gotegotên çend bare û ew bûyera di filmê de ku em behsa wê nekin, bila temaşevan bibînin, tesîrê li Zagrosî dikin.

Çawa dibe ku Zagros ê fikrvekirî li şûna hizra wî bi pêş ve biçe, bi paş ve diçe? Çima ne bileksê wê?

Di filmê de em Zagrosekî ku karekî civakî dike, nabînin. Ew bi temamî şexsî tevdigere. Wî karekî şexsî kiriye. Hingê, li dijî Havînê gotegot tên kirin, û nexasim jî gotinên bavê Zagrosî dikin ku di dawiyê de paranoya bi Zagros re peyde bibe. Ew biryarekê dide û dizane ku ev biryar şaş e. Ne tenê li Kurdistanê jinê mezlûm dikin, lê li dinyayê hemûyî jî jin rastî şidetê tên. Lê guherîna wî şexsî ye. Ew dizane ku şaş kiriye, hîna ji destpêkê ve. Ji bo min di senaryoyê de ya muhim ew bû ku bûyer, piştî ku Havîn jê re dibêje têkiliya me xilas, biqewime. Axir, di filmê de gelek tişt jî sembolîk in.

Çima te Brader kir aktor?

Berê min zarok di kurtefilman de tercîh kirin. Hasilî, ji ber ku senaryo giran bû, me gelek pere ji bo castingê terxan kirin. Ji bo rola Ebdulah jî gelek nav hebûn, yek jê Yûsuf Çetîn bû. Ya muhim ji bo me ew bû ku divê muxtar domînant be. Ev hemû li cem Brader Musikî hebûn. Me biryara xwe ji bo Yûsuf Çetîn dabû, hevalekî got, Brader jî heye. Hema me biryar da, me castingek pê re kir, û me dît, hella hella, pirr baş bû. Yanî tam ew kesê di fikra me de bû, kontrola li ser malbatê û her tişta din. Produktoran jî got, waw, erê ev e. Ji bilî qabîliyeta wî, me got, kurmanciya wî jî baş e.

Çima gopal di destê Brader de heye, tevî ku xurt û domînant e?

Me xwest di navbera Zagros û bavê wî de girêdanek hebe. Şivaniyê dike. Gelek kes gopalê xwe ne ji ber ku ji taqet ketine bi kar tînin, lê weke sembol be; çi zanim, weke hinek hene bi destê xwe, tiliyên xwe dipeyivin, hinek jî bi gopalê xwe.

Ew sehneyên şebekeyên qaçaxçîtiya mirovan, gelekî nêzî rastiyê ne, gelo di wan sehneyan de tecrûbeya te heye?

Gundê me li Zaxo ye, ev karê qaçaxçîtiyê li wir gelek tê kirin. 2001´ê gava ez hatim vêrê (Belçîka) ez bi qaçaxî hatim, ez bi qemyonê hatim. Ez hatim Belçîka jî, min 6 salan tercûmanî ji bo penaberan kir. Ya girîng ew bû ku em fokusa xwe nexin ser vê mijarê. Rastî, sehne zêdetir bûn, lê ji bo ku temaşevan ji xwe nepirse, gelo film li ser babeteke din e, me ew bi kar neanîn.

Ya ji bo me girîng ew bû ku Zagros malbata xwe, kûçikê xwe, pezê xwe, gundê xwe jiyana xwe dihêle li pey xwe. Di sehneyên rêwîtiya penaberiyê de jî diviyabû diyar be ku girtin, kuştin tê de heye. Me got, divê Zagros ew qasî zehmetiyê bibîne, ku ji hevjîna xwe bawer bike, gava ew bibêje, zarok di rêwîtiyê de ji ber min çû.

Du kesên sereke Zagros û Havîn hez ji hev dikin, lê tiştên xwe ji hev re nabêjin, paşê ji hev re dibêjin, çima?

Ev pirsyareke baş e. Zagros gelekî cihê ye ji pismamê xwe Ezîz ku li jina xwe dixe. Lê me xwest em nîşan bidin ku dîn, civak, adet û filan hene ku mirovan mecbûr dikin derewan bikin. Yanî jiyaneke wisa heye ku her tişt te mecbûr dike ku tu ne wek xwe bî. Lê hin tişt me hişt in ku temaşevan ji xwe bipirse, bo çî filan tişt jê re negot, diviya bibêje, û ew bi xwe bigihîje vê encama em dixwazin nîşan bidin.

Çima Zagros xwe li Navenda Çanda Kurd girt li Brukselê?

Gava tên Ewropayê, ev miletên din gelekî ji hev dûr dikevin. Lê em kurd, bi rêya navendên me yên çandî û rêxistinên me, em tên cem hev. Kîjan kurd bê, dibêje, ez biçim komeleya kurdan, belkî dostan, hevalan bibînim. Hev du nas dikin, civakeke gelekî bi êk ve girêdayî ye, alîkariya ek û du dike. Ne tenê Zagros, Ebdulah jî tê, ew jî di ser komeleyê re xwe digihîne Zagrosî. Zagros gava tê, pê re bi tedbîr in jî, dixwazin zanibin ka ew çi kes e, çima li Dara dipirse û wekî din.

Herçî çûna komeleyê ya Ebdulah e, ew berê muxtar e, kirinên wî ji bo dewama têkiliya wî ya bi dewleta tirk re ne; gava diçe komeleyê ev kontrasteke mezin e. Li wir komele wî nake der, lê wî dixe kelderê, jêrzemînê. Ew dibêjinê tu ne ji me yî, em rêzê ji te re nagirin. Me îhtîram jî ji komeleyê re girt dema ku me dîmen li wir girtin.

Guharê di guhê Dara de te hesab kiribû?

Erê, ji destpêkê bi guhar û lixwekirin, rabûn û rûniştina wî, dike ku paşê temaşeker nebêje, ev çi bû, ma ev hevcins e. Ji ber wê jî di sehneya wî ya yekem de, ew li devê deriyê komeleyê ye, ne li derve ye ne jî li hundir e.

Hevpeyvîn: Yenî Ozgur Polîtîka / Luqman Guldivê

Dikarî Biecibînî