‘Ez gulê naxwazim’

Di beşa ‘Ez gulê naxwazim’ a Mihrîcana Filman a Stenbolê de ku cara 38’emîn derdikeve pêşberî sînemahezan de filmên derbarê jinan de cih digirin

Weqfa Çand û Huner a Stenbolê (ÎKSV) 38’emîna Mihrîcana Filman a Stenbolê li dar dixe. Mihrîcan wê di navbera 5-16’ê nîsanê de bi rê ve biçe.

Di beşa festîvalê ya bi navê “Ez gulê naxwazim” de 10 filmên ku mijarên wan jin in, cih bigirin. Di vê beşê de wê temaşevan karibin ji welatên cuda yên wekî Macaristan, Vîetnam, Sûriye, Romanya û ji gelek welatên din ên cihanê li çîrokên jinan temaşe bikin.

Bernameya festîvalê wê 13´ê adarê bê eşkerekirin, lê filmên beşa Ez gulê naxwaz im diyar bûne, weke li jêr:

* Xizmetkara odeyê – Lîla Avîlés

* Sofia – Meryem Benm’barek

* Nefes – Arturo Castro Godoy

* Ev her tiştî diguhere- Tom Donahue

* Qûmaşê ku herî zêde jê hez dikim – Gaya Jîjî

* Parzemîna şemitok – Marîe Kreutzer

* Hevjîna 3’yemîn – Ash Mayfaîr

* Alîce T. – Radu Muntean

* Rojek – Zsófia Szilágyi

* Navê wê Petrunia ye – Teona Strugar Mitevska.

STENBOL

Dikarî Biecibînî