Bertewîlê Darê… Ewcê Marînê…

Niha dema li ser mijarê dipojinim digihijim wê ancamê ku ya ev bûyerên ‘dûrî aqil’ mîna rastiyeke berbiçav bi me dida bawerkirin, hêza gotinê bû. Gotinên wisa bihêz ku filmên Holywood ên bi teknîka herî bipêşketî jî nikaribin hevqasî bi bandor bin

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Azîz Ogur ev çend hefte ne têkildarÎi biwêjên kurdî û gotinên pêşiyan dinivîsîne. Azîz Ogur di nivîsa xwe vê hefteyê de jî der barê biwêjên ‘Bertewilê Darê û Ewcê Marînê’ nivîsandiye û tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;

“Gotin an biwêjên ku bi wan gelek tişt tên îfadekirin, tevî ku di tevahiya kurdî de hene jî di asta herêmî de jî gelek biwêj hene. Lê ev bi xwe, mijareke berfireh a lêkolînê ye ku dikare zimanê me dewlemendtir bike, ku ez ê li vir xwe nedim ber barê wê.

Biwêj hene tenê li hin herêman têne zanîn. Hinek li gundan heta hinek jî di nava malbat, an eşîran de bi sînor in. Bêguman mîna pîvana esasî ya afirandina biwêjên cihî jî hin bûyerên ku bandorê li jiyan û civakê dikin di ziman de mîna gotinên qalibî cihê xwe digirin. Ev dikare ji bo piçûkxistinê be, ji bo pesindayinê yan ji bo ravekirina rewşeke ji rewşê jiyanî be. Yanî serpêhatî, bûyer û tecrûbeyên civakê bi gotinên qalibî an sembol derbasî nifşên nû dibe.

Ji ber mêtingerî, êrişên tunekirinê û asîmîlasyonê, derfeta lêkolînan û xabatên akademîk jî pirr çênebûye. Biwêj çi gelemperî bin çi jî herêmî bin, piştî bi demekê tenê bi mabest û wateya dixwaze bide bi sînor dimîne, yanî çîrok an sêrpêhatiya wê, bi demê re yan dema nifş tên guhertin, tên jibîrkirin. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim du biwêjên navdar ên herêma Mêrdîn û Nisêbînê parve bikim. Yek jê “Bertewîlê Darê”, ya din jî Ewcê Marînê ye.

Bertewîlê Darê

Berê divê bajarakî antîk Dara were naskirin. Dara Beriya Mîladê di navbera salên 530-570’î de ji aliyê Împaratorê Persan, Drayuvaşî (Darxîs) ve hatiye avakirin. Ji ber navendeke girîng a li ser rêya bazirganiyê ye, bûye meydana şerê mezin ê navbera împeratoriyan. Bi keleha dîrokî, sîstema depokirinê yan sarincên avê, goristana antîk û gelek hebûnên din ên xwe disipêrin dîroka 10 hezar salan, mîna Heskîfê cihekî balkêş e.

Li tevahiya Mêrdînê û hin herêmên derdora wê biwêja ‘Bertewîlê Darê’ navdar e. Ji bo kesên ji aliyê fizîkî ve gir, bihêz û hinekî jî bêteşe, navlêkirina “Bertewîlê Darê” heye. Tê gotin Bertewîl, Beriya Mîladê di salên 500’î de jiyaye. Ev Bertewîlê Darê jî lehengekî navdar ê Dara ya Mêrdînê ye. Dibe ku kralê Darayê be jî! Bi şerê xwe yê li dij Eşîra Ereb a Benîhîlalî ku xwestin derbasî Kurdistanê bibin, heta roja me serpêhatiya xwe aniye. Jixwe, di vî şerî de jiyana xwe ji dest dide. Tê gotin Bertewîl kesekî wisa bi hêz, girr û şervan bû ku tu şervanî nikarîbû xwe li ber bigire. Her wiha qala hespê wî yê nêr û belek ê bêhempa jî tê kirin. Ketina Mezopotamyayê yan Kurdistanê ya Eşîra Benîhilalî jî Beriya Mîladê salên 500´î ye.

Versiyoneke din a ‘Bertewîlê Darê’ jî ew e ku bajarê antîk ê Darayê li binya Mêrdînê navendeke rêveberiya Împaratoriya Pers bû. Navê xwe ji kralê Pers Darius an Darxîs girtiye. Wî kesek yan tebayek (efrîdek) gelekî mezin û bi hêz xwedî dikir. Di dema şer de li pêşiya artêşê bi mezinî, hêz, şehl û îhtîşama xwe dibû sedem ku artêşa dijber ji aliyê moral ve têk biçe. Ew teba “Bertewîl” dihate binavkirin. Hêna jî ji bo kesên gelekî bihêz, şervan û gelekî girr re, biwêja “bertewîl” tê bikaranîn.

Ewcê Marînê

Marîn gundekî Nisêbînê ye û li quntarên Çiyayê Bagokê ye. Manastir an Dêra Mor Evgîn bi dîrok û rola xwe ya di belavbûna Xiristiyaniyê de cihekî pîroz ê suryaniyan e jî.

Di demên zaroktiya me de qala Ewcê Marînê dihate kirin. Ewc tê wateya “dêw’. Dihate gotin ku bi dehan metroyan bilind bû û li Çiyayê Bagokê dijiya. Bi şertê ku zirarê nede mirovan û gundan xwarina wî di nav xwe de bêş dikir. Her carê dihate Marînê û xwarin an qûtê jê re hatiye amadekirin dibir. Ji bo kesên gelekî bejn dirêj şibandin a “Ewcê Marînê” têkirin.

Her wiha bi dehan çîrok der barê Ewcê Marînê de dihatin gotin. Mînak, dibêjin, carekê gundiya gotiye heta dest û rûyê xwe neşo, ew ê xwarinê nedinê. Ewc jî gotiye “an ez ê destê xwe yan jî rûyê xwe bişom”. Li ser vê yekê gundiya gotiye, rûyê xwe bişo û hesabê ku dema rûyê xwe bişoyê destê wî jî şil bibin werin şûştin, kiriye. Lê belê Ewc lingek avêtiye aliyê din ê çemî,  û rûyê xwe li avê xistiye.

Dîsa tê gotin carekê qût yan xwarina wî bi derengî xistine, Ewc lingek avêyite vî aliyê Marînê, yê din avêtiye aliyê din û gotiye heta muhleta dayî wan biqede xwarina wî neyê, ew ê bi gund de birrî û wan di nava gû de bihêle. Wekî din li nêzî Marînê latekî mezin ê kunek tê de heye ku jê re dibêjin, guharê (keça) ewc e.

Ya balkêş jî ew bû ku di civat û sohbetan de dema qala Ewc dihate kirin, ji guhdaran û me re ne mîna tiştekî mîtolojîk, lê mîna serpêhatî yan rastiyeke dîroka nêz be, xuya bû.

Niha dema li ser mijarê dipojinim digihijim wê ancamê ku ya ev bûyerên ‘dûrî aqil’ mîna rastiyeke berbiçav bi me dida bawerkirin, hêza gotinê bû. Gotinên wisa bihêz ku filmên Holywood ên bi teknîka herî bipêşketî jî nikaribin hevqasî bi bandor bin.

Yanî hêza zimanê kurdî dibû sedem bi Bertewîlê Darê re li ser pişta hespê belek em li beriya Mêrdînê û bi Ewcê Marînê yê dehan metroyan dirêj newal bi newal li Çiyayê Bagokê bigerin.”

Dikarî Biecibînî