Guneşer dibêje “Ax De Vaji”

Albuma Maviş Guneşer a bi  navê ‘Ax De Vaji’ bi vesazkirina Metin û Kemal Kahraman, tevî kitêbeke 118 rûpelî ji Lizge muzîkê derçû

Maviş Guneşer di xebatên ‘Meyman’, ‘Çeverê Hazaru’, ‘Saê Moru, Oxul’ ên Metin û Kemal Kahraman de ji sala 2002´yan de cih digire. Bi vê albuma ‘Ax de Vaji’ jî wê duyemîn albuma xwe ya solo derxist. Maviş Guneşer sala 1999´an bi navê xwe yê hunermend Sozdar, albuma ‘Keje’ derxistibû.

‘Zêmarên siyasî’

Bi vesazkirinên Metin û Kemal Kahraman bi tevahî 8 stran di albumê de hene; ev hemû jî ji zêmarên ji rêûresmê ne ku bi albumê di çarçoveya sîstematîkeke taybet de hewldane di wan bigihijin û îcra bikin. Bi bine sernavê “Zêmarên siyasî yên Dersimê” ev album hatiye weşandin. Di albumê de zêmarên ji bo wan mirovan hatine gotin, ewên ku di şerên navbera dewletan de û di şerên bi dewleta tirk re hatine kuştin.

Bi vê helwêstê ji Şerê Cîhanê yê Yekê û vir ve hewl hatiye dayîn ku dîroka Dersimê ya bêhtirî sed salên bihurî bi zêmaran were ravekirin. Li ser bereya Çanakkale û li ser bereya şerê bi Rûsyayê re her yekê yek zêmar, li ser qirrkirina Dersimê ya 1937-38´an de 4 zêmar hene û li ser vaakirina gundan a salên 90´î jî zêmarek heye. Wekî din li ser çêkirina bendavên li ser Munzurê jî zêmarek heye. STENBOL

Dikarî Biecibînî