Serpêhatiya Keleş bi 2 romanan

Dengê nalîna evîna yekalî bi çêja çandperestî û welatparêzîyê ye ku Newafê Mîro di vê gurzenameyê de, bi hestekî pir nazik agirê evîna bêxwedî dadaye û di nav re rewşa kurdan a civakî, sîyasî û çandî li ber çavan raxistiye

Nivîskar Newaf Mîro, meha bihurî ji Weşanên Lîsê 3 romanên xwe derxistibûn. Yek ji wan romanan a bi navê Lehengê Tazî berê bi navê Keleşê Reş jî derçûbû, lê Newaf Mîro dibêje, roman vê carê bi edîtoriyeke nû derketiye, ji ber wê jî ne çapa duyem e. Ji bilî wê ye weke dewama wê romanê bi heman lehengî romana Lehengê Dîl û weke romaneke ji wan xweser jî Dilname di nava van hersê kitêban de ne.

Em bi Dilnameyê destpê bikin. Di danasîna Weşanên Lîsê de ji bo kitêbê tê gotin, “Dilname… Dengê nalîna evîna yekalî bi çêja çandperestî û welatparêzîyê ye ku Newafê Mîro di vê gurzenameyê de, bi hestekî pir nazik agirê evîna bêxwedî dadaye û di nav re rewşa kurdan a civakî, sîyasî û çandî li ber çavan raxistiye.”

Newaf Mîro ji bo vê romanê dibêje, “Nameyên evînî ne; xortek ji keçekê re diniovîse, lê nikare wan nameyana bigihîniyê. Dixwaze wan bigihîniyê, lê ditirse ku winda bibin. Axir rewşa welatê me diyar e, bayê şoreşê, welatparêziyê, azadiyê, mirov êdî çi navî lê dike, her yekî bi devereê ve dibe. Hinek azadiya xwe di azadiya welatekî de dibînin, hinek jî azadiya xwe û siberoja xwe di dilekî de dibînin. Ew xort diçe Ewropayê, li wir dijî û karê felekê ye, wan liqayî hev tîne.”

Navê xortî Dildaro ye û nameyên wî jî ji Gulyarê re ne. Gulyarê beriya ku ew li hezkirina xwe mikur bê, tev li nav refên şoreşê dibe û berê xwe dide serê çiyayan. Hevdîtina wan jî piştî birîndariya Gulyarê û dermanbûna wê li Elmanyayê çêdibe.

Keleşê Reş ma Lehengê Tazî

Lehengekî Tazî, serpêhatiya kurdekî êzidî yê bi navê “Keleşê Reş” e, bi rengê ku Weşanên Lîsê romanê didin nasîn. Axir ev serpêhatiyahanê çîroka “devşîrmeyên” kurd û êzidî ye ku wê li dijî miletê xwe şer bikin. Ji bo vê romana ku berê ji Weşanên Perî derçûbû.

Herçî Lehengê Dîl e weke cilda duyem a vê romanê ye. Weşanên Lîs ji bo vê romanê dibêje, “Jîyana mirov bi xwe lêgerîn e. Helbet mirov berê wekî zarok di zikê dêya xwe de, paşê di nava dergûş û mala xwe de, paşê di hewş, gund, tax an bajarê xwe de û paşê nav sînor û pişt sînorên dewlet, ol, têgih û çanda xwe de li xwe digere. Mirov bi hezkirin, çewtî û rastîyên xwe encamek e. A ku Lehengên Dîl lê digerin bi xwe di dinyaya mezin û gewrik de û di hundirê xwe de lixwegerîn e.”

Mîro ji bo Lehengê Dîl dibêje, Keleş di vê beşê de li Rûsya dîl dikeve û belkî ev rêzeroman dewam bike ji ber ku min Keleş nekuştiye hîna.

Kunyeyên hersê kitêban weke li jêr e:

* Dilname / Newaf Mîro / Roman / 90 rûpel / 2019

* Lehengê Dîl / Newaf Mîro / Roman / 120 rûpel / 2019

* Lehengê Tazî / Newaf Mîro / Roman /176 rûpel / 201

FRANKFURT

Dikarî Biecibînî