Şanoya firotina cenazeyekê

Navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîsê, amadekariyên şanoyeke bi navê “Cenazeyek li ser peyarê” dike. Şano wê di Mihrîcana 4`emîn a Şanoyê ya Herêma Cizîrê de ya ku tê payîn di dawiya meha Adarê de were oergenîzekirin, bê pêşkêşkirin

Di çarçoveya amadekariyên Mihrîcana 4`emîn a Şanoyê ya Herêma Cizîrê de ku bi navê Şehîd Yekta Herekol tê orgenîzekirin, komên şanoyê berhemên xwe amade dikin.

Yek ji wan koman jî Koma El-Emel a Çand û Huner a navçeya Til Hemîsê ye. Kom bi lîstika şanoyê ya bi navê  “Cenazeyek li ser peyarê” ku rewşa Sûriyê vedêbije, dê beşdarî mihrîcanê bibe.

Mijara şanoyê ji hizira nivîskarê nemir Sedallah Wenûs hatiye girtin. Nivîskar aloziyên civakan û zordestiya desthilatdariyê li ser gel û nakokiya di navbera gel, kole, xizan, zengîn, qanûn û exlaqê de vedibêje.

Endamê rêveber ê Tevgera Çand û Huner a navçeya Til Hemîsê Simko Cûdî derhêneriya şanoyê kir. Çar jê lîstikvanên jin, bi giştî 16 lîstikvanên temenê wan di navbera 12-27´an de rolên vê lîstika şanoyê dikin. Dirêjahiya dema şanoyê jî 30 deqîqe ye.

Di şanoyê de Simko Cûdî bûyerên aloziya Sûriyê û azarên gel dide nîşan. Di şanoyê de gelek bûyer rû didin. Yek jê ew e ku hinan cenazeyek avêtiye ser re. Û piştre bûyerên girêdayî kirîn û firotina cenazeyî dest pê dikin.

Di şanoyê de azarên gelê Sûriyeyê di şoreşê de û xwîna ku li kolanan di encama topbaranê û bombebarandina bi balafiran de hatiye rijandin û paşguhkirina vê rewşê tên vegotin. Rexneya sereke ya vê lîstika şanoyê ew e ku mirov û dinya xwe li qêrînên zarok û jinên Sûriyê kerr dike. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî