Kurk Mantolû Madonna êdî bi kurdî ye

Kadrî Esen / Amed

Aktivîstê zimanê kurdî Yûnis Das romana Sabahattîn Alî ‘Kurk Mantolû Madonna’ bi navê ‘Madonnaya Mantokurk Lê’ wergerand kurdî û ji Weşanxaneyên J&J’ê çap kir. Das diyar kir ku ji ber mafê telîfê îsal romanê çap kiriye

Romana ‘Kurk Mantolû Madonna’ ya bi nav û deng a helbestvan û nivîskarê gewre yê tirk Sabahattîn Alî ji aliyê Yûnis Das ve bi navê ‘Madonnaya Mantokurk Lê’ li kurdî hat wergerandin. Wergera romanê ji aliyê Weşanxaneya J&J’ê ve hatiye çapkirin. Wergêr Das diyar kir ku di dawiya sala 2011’an de dest bi wergera romanê kiriye û di nav 2 salan de temam kiriye. Das da zanîn ku ji ber mafê telîfê, wergera xwe îsal çap kiriye. Das têkildarî wergera pirtûkê pirsên e-rojnameyê bersivand.

Yûnis Das kî ye, em dikarin bi kurtasî te nas bikin?

Di sala 1985’an de li Cizîrê ji dayîk bûm. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa mekatronîkê xwend. Di zanîngehê de beşdarî nav xebatên TZP Kurdî bûm û rêveberiya Enstitûya Kurdî ya Stenbolê kir. Her wiha bi mamostetî û rêveberiya Kurdî-Der’an berdewamiya karên xwe yên zimanî kir. Di hin rojname û kovaran de nivîsên min hatin weşandin. Di kovarên Zend û Hawara Botanê de karên nivîsê kir û pê re jî redaktoriya hin pirtûkan kir. Di sala 2012’an de li gel koma xwe ya muzîkê Teq û Reqê albûmek derxist û solîstiya albûmê kir. Min ji bo hînkirina kurdî kovareke bi navê ‘Dibistan’ derxist û her wiha berhevkariya folklora kurdî kiriye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê têkildarî etno muzîkolojiyê li ser Mihemed Arif Cizîrî teza xwe amade dikim û bi awayekî serbixwe bi karên muzîk û hunerî re têkildar im. Her wiha pisporiya ewlehiya kar dikim. Pê re jî di Kovara Ziryabê de endamê lijneya weşanê me.

Heta niha we qet pirtûk wergerandiye?

Dikarim bibêjim wergerên min kirine bidim ser hev dikin çend pirtûk lê weke pirtûkekê wergereke min a weşiyayî nîne. Ji bo kovaran çîrok û gotar min ji tirkî wergerandin. Di nav xebatên sazîyan de xebatên der barê mufredata perwerdehiyê de gelek materyalên nivîskî û gotar min ji tirkî ji bo kurdî wergerandin.

We çima ji bo wergerandinê Sabahattîn Ali û berhema wî ya ‘Kurk Mantolû Madonna’ hilbijart?

Hemû mijûlahî û hewldanên ji bo kurdî bê guman xîret in û ji bo pêşeroja kurdan xizmetên hêja ne. Bi potansîyala xwe ya rêzimanî û edebî ya di navbera her du zimanan de min bêhtir hest bi girîngiya wergerê kir ku divê teqez xîretên xwe yên vê qadê bo pêşerojê mayînde bikim. Elbet gelek metnên hêja hene ji tirkî bên wergerandin lê dema wext û derfetên mirov sînordar bin, mirov bêhtir berê xwe dide vebijêrkên herî berketî û yên sereke. Min jî ji heval û dostên xwe yên bi edebiyatê rabûyî pirsyar kir û berê min kete vê romana kult a tirkî. Di ser de jî nivîskarekî muxalîf ê ji alîyê pergalê ve hatiye kuştin ev roman nivîsîbû. Her wiha serekebûna romanê ya di edebiyata tirkî de bêşik e. Yek ji herî zêde romana tirkî ya bi zimanên cîhanê hatiye wergerandin û hatiye xwendin e. Divê di kurdiya me de jî hebûya.

We çawa biryara wergera pirtûkê da û kîngê dest bi wergera wê kir? Wergera pirtûkê çiqas dema we girt û di pêvajoya wergerê de hûn rastî zehmetiyên çawa hatin?

Piştî şêwra ji hevalê xwe Brahîm Ronîzêr di sala 2011’an de min pirtûk bi dest xist û xwend û min biryar da. Lê derfet pêk nehatin demildest dest pê bikim. Di dawiya sala 2011’an de min dest pê kir. A rast min kar û barê xwe nekir ev pirtûk û min nikarîbû zêde wextê xwe ji bo wê terxan bikim. Min mamostetî, aktîvîstî û rêveberiya saziyên zimên dikir û di ber re jî min muzîkjenî dikir û wê demê min nikarîbû serê xwe bixwerînim ji xilbeyiya karên xwe. Di hin şevên kit û mat ên guncaw de ez li ser wergerê rawestiyam. Bi vî rengî bi bêhna fireh di nava salekê de min dawî lê anî. Lê ji ber pêwendî ji bo berhemên ji tirkî wergerandî nebû û bazara weşanxaneyan di vî warî de kesad bû û her wiha ji ber zehmetiya wergirtina mafên telîfê yê pirtûkê min ji bo weşandina kitêbê tu hewldan nekir û min neşand tu weşanxaneyan û li bendê mam ku heta rojekê bê weşandin. Bi israr û motîvasyona dostên hêja me hewla çapkirinê piştî wergerandina pirtûkê bi 2 salan, li gel weşanxaneya J&J’ê da. Lê belê tevî hemû hewldan û serlêdanên bo wergirtina mafê telîfê yê pirtûkê, ajans û pêwendîdarên xwediyên mafê telîfê tiştek bi destê me nexistin. Bi mecbûrî dîsa weşandina pirtûkê ket paş ku heta 2019’ê piştî koçkirina Sabahattîn Alî bi 70 salî mafê telîfê yên berhemên wîrabûyî û bûyî malê gel. Bi vê bêminetîyê û bi dilekî rehetî me keyslê anî vê berhemê bigihînin ber destê xwendevanên kurdî. An ku berhem piştî wergerandinê bi 7 salan çap bû. Zehmetiya herî mezin jî ev yek bû.

Her nivîskar reseniyekê îfade dike. Mirov çiqasî di wergerê de serxwet û rewa be jî bivê nevê şêweya her nivîskarî hin zehmetî û nêzîkahiyên din derdixe pêşiya mirov. Sabahattîn Alî di vê romana xwe de gelekî analîzên derûnî û çavdêriyên hundirîn ên mirovan dike û vê yekê bi çavdêriyên razber pêk tîne. Wergerandina teswîr, çavdêrî û teşbîhên derûnî yên bi hevokên dûvdirêj di destpêkê de hinek zehmetî bo min çêbûn. Lê bi behra û lêgerîna xwe ya zimên û bi formên alternatîfên hevoksaziyê min ceribandî min hewl da wan hemû hêmanan bêkêmasî wergerînim. Di dawiya wergerê de çar pênc caran min ji nû ve xwend û bi temamî min hewl da mantiqê  kurdî lê bidim rûniştandin. Dikarim bibêjim di dilê min de bi cih bû.

Li ser medya civakî têkildarî wergerandina navê pirtûkê nîqaş hene. Gelek kes diyar dikin ku navê pirtûkê şaş hatiye wergerandin. Têkildarî van nîqaşan dixwazî çi bibêjî?

Li ser navê pirtûkê ji destpêkê heta weşandinê weke vebijêrk deh pazdeh navên alternatîf min rêz kirin û li ser wan û yên heval û dostên min ên pisporên zimên pêşnîyarkirî ez rawestiyam. Vebijêrkên weke Madonnaya Mantoyêkurk Lixwekirî, Madonnaya bi MantoyêKurk, Madonnaya Mantoyê Kurk wergirtî, Madonnaya xwedî Mantokurk û Madonnaya Mantoyê Kurk Lê hwd. hebûn. Bi min forma herî pratîk “Madonnaya Mantokurk Lê” bû. Ew “lê” ya dawî ji bo mirovên bi cil û bergê xwe pênase dibin, di kurmancî de tê zanîn û formeke gelêrî ye. Bo mînak “keçika fîstan lê” , “mêrikê şelwar lê” , “jina çakêt lê” hwd. Tê zanîn “lê” ya li wir cînavkeke lehevxistî ye ku ji “li” û “wê/wî” pêk tê û weke “lê” pratîze bûye. An ku (li)+(wê/wî) = LÊ. Elbet min dikarîbû navên din jî lê bikim lê belê ya herî serifî dilê min ev bû.

Dîsa jî spas dikim bo heval û xemxurên kurdî ku bûne şirîkên vê nîqaşê. Hêvîdar im nîqaş tenê ne li ser navê wê di heman demê de li ser naverokê jî rû bidin û ev pirtûk xizmeteke gewre bo edebiyat û zimanê kurdî bike.

Dikarî Biecibînî