Awirek li helbestê

Gava ji helbestvan Ehmed Huseynî pirsa, ka helbest wilo hêja ye ku meriv çavên xwe ji bo wê birijîne, hat kirin, wî wiha li pirsê vegerand: “Ji bo helbestê ne bi tenê meriv çavên xwe  dirijîne, meriv her wiha xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne.”

Nivîsandina helbestê di vê demê de ku pirbûna helbestvanan zêde ye, êdî ev nemaye wek diyardeyekê, ev bûye wek cihê hinek ji nîqaşan, ta ku em êdî li rêyên çareseriyê jê re derbixin; tenê wisa ev şêwe û karakterên hinan bi taybet ji helbestavanan û bi giştî ji nivîskaran, berê wejeyê dide ber bi metirsiyeke mezin û ev metirsî wê di nava deryaya edebiyatê de pêlên şikestin û têkçûyî bi xwe re bîne.

Em hemû di vî warî de zehmetiyan dikişînin, lê hinek perwerda wêjeyî ji bo me girîng û pêwîst e.

Îca li vir pêwîst e ku kesên ku bi rastî xwe di vî warî de diêşînin, tiliyên xwe bişewitînin û peyvan ji bin toza dîroka kevin derînin û gewdên xwe bikin darbest ji bo ku di gotistanên wêjeyê de nifşên ku li pey me tên, me bê gazin bi bîr bînin û em nebin sûcdarê wêjeyeke şikestî.

Gava ji helbestvan Ehmed Huseynî pirsa, ka helbest wilo hêja ye ku meriv çavên xwe ji bo wê birijîne, hat kirin, wî wiha li pirsê vegerand: “Ji bo helbestê ne bi tenê meriv çavên xwe  dirijîne, meriv her wiha xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne.”

Helbestvan Oktavio Paz yê Meksîkî dibêje, helbest ne felsefeya we heye, ne ola wê û ne jî zanista wê heye, lê dema helbest helbesta rasteqîn nebe, dikare wan têgehan hemiyan bi derbirîna xwe watedar bike.

Lê em li vir ji bîr nekin ka yewnanên kevin bê çawa li ser helbestê şîrove kirine. Dema ku herdu destanên helbestan bi navê Odîsa û Îlyada yên ku mohra xwe li wejeyê û helbesta cihanê xistin, ev herdu destan ên feylesofê Axrîqî Homeros ku di navbera sedsala 8- 9 Beriya Mîladê jiyaye û ev herdu destan behsa cenga Terwadayê dikin; dîsa heger em baş helbestê fam bikin û nêzî giyanê helbestê bibin, em ê tesbît û mînakên bi vî rengê eşkere û zelal bikin.

Di nav geşt û xwendina helbesta îro de heger em baş bala xwe bidinê, em ê bi awayekî rasterast li pêşberî çend xal û pirsên sereke werin, jixwe, em ji bîr nekin ku hinek ji xwînerên helbestê wê rastî nezelalî û çewtiya ku li ser dilê helbestê rûniştiye bi awayekî rasteqîn werin.

Jixwe, ne tenê ev, ji bo xwendevanên helbestê ango, ji bo xwîneran pêwîst e, di heman gavê de ji bo helbestvanan û helbestnivîsan jî girîng e. Arîsto yê yewnan dibêje, çav alava bingehîn a zanîn û têgihişitinê ye, ne tenê çav dema meriv helbestekê bixwîne, ne tenê bi çavan her wiha bi dil giyan û hestan wê kêliyê bijî, wê çaxê wê ev tarîtî, mij, xumam û nezelaliya ku li ser serê helbestê yanî helbstvanan hatiye, ronî û eşkere bibe.

Li vir dema ku em behsa helbestê bikin û em ê ji xwe bipirsin, gelo ji bo çi helbest? û helbest çi ye?

Di ezmûna min a nivîsandinê de, min pir caran rengê xwînê yên ku bi ser zeviyên peyvê de diherikin, bi rengê kesk nîşan daye, şevên xwe yên ku bi ewrên tarî dorpêç dibin ez bi cawê helbestê spî dikim, pirr kesan wê çaxê ji min re digot, gelo ma bi rastî rengê xwînê kesk e? Û şevên reş û tarî spî ne, îcar, ji bo ku zêde nekevim danasînê û hinek şîroveyên helbestê, bi kurtî şevên helbestvanan spî ne û rengê xwîna wan kesk e. Ha wê çaxê helbestvan ji yê ne helbestvan cuda û eşkere dibe.

Di nava karwanên pirsan de pirsa ku her tim li pêş e, çima ev nifşên nû yên dest bi helbestnivîsandinê (ya kurmanciyê) kirine, helbestên wan qels û lewaz in, tevî ku gelek nav niha derketine ser qada bigiştî edebiyat û bi taybetî helbestê, helbestvanên ku di vî milê de rexne li wan tê kirin, divê bi giştî wêje û bi bi taybetî helbestê baş bixwînin û helbesta cihanî jî baş têbigihîjin. Dîsa li vir çima wateya helbestê baş nayê zanîn? Ez ji bo wan helbestvanên ku di milê agahiyan de lawaz in, li vir behsa hinek navan bikim; Feqiyê Teyran (1590-1660), Hecî Qadirî Koyî (1817-1897), Ehmedê Xanî (1650-1707), Melayê Cizîrî (1570-1640) û heta bi Cegerxwîn (1903-1984). Û Şêrko Bêkes (1940-2013). Û heta bi Ehmedê Huseynî (1955 -). Pir pêwîst e van tevan bixwînin û ji geşt û tama helbestê fêr bibin, wê demê hêdî wê karibin danasîna helbestê li qadên cihanî bi awayekî reht şirov û zelal bikin.

Û…

Îcar, bera xwe baş di vî warî de serwext bikin û bi hunerên xwe û bi derbirînên xwe yên cihêreng helbestê di ezmanê peyvê de bedew û berz bikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka / Cano Şakir

Dikarî Biecibînî