Bi vegotina çîrokan çanda kurdî diparêze

Dayika çîrokvan Zerga Muhemed derbarê çîrokên xwe yên ku bi jin û zarokan re parve dike axivî û diyar kir ku ew bi rêya çîrokên xwe çanda kurdan bi zarokan dide nasandin û bi vî awayî dîrokê diparêze

Li Kurdistanê bi salan e li ser çand û kevneşopiya kurdan zextên dijwar hatin kirin. Ji helandin, windakirin û bişaftina çandê, li beramberê vê yekê jî ji bo parastina kevneşopiya dîroka kevnar dayikên kurd bi vegotina çîrokan ji nifşên nû re dîrokê zindî dikin. Dayika bi navê Zerga Muhemed bi temenê xwe 61 salî û ji bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê ye, bi vegotina çîrokan li dijî bişaftinê çanda dîroka kevnar diparêze. Zarok û jinên Dêrîkê her dem li derdora wê kom dibin û li çîrokên kevnar guhdar dikin.

Zerga Muhemed li ser hest û parvekirina çîrokan axivî û diyar kir ku ew bi rêya çîrokên xwe çanda kurdan bi zarokan dide nasandin û bi vî awayî dîrokê zindî dike.

Çîrokên xwe bi nifşên nû re parve dike

Muhemed bal kişand ser hewldanên windakirin û helandina çanda kurdan û wiha domand: “Min bi guhdarkirina  çîrokan temenê xwe derbas kir. Dema em zarok bûn kêfa min pir ji çîrokan re dihat. Di dema min de me çîrokên dayikan guhdar dikirin. Heta ku dayika me ji me re çîrok negota em ranedizan. Dapîr û dayikên me herî zêde zivistana çîrok ji me re digotin. Lê belê hewldanên pergala kapîtalîst ku her dixwaze çanda gelan tune bike, bi derketina alavên teknîkî dîroka çandan tê helandin. Armanca min a vegotina çîrokan çand û dîroka kurdan bi nifşê nû re parve bikim, zindî bikim.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Muhemed behsa wateya çîrokên ku ji jin û zarokan re dibêje kir û wiha got: “Naskirina dîrok û çandê zarok ji bo xwe perwerdeya herî bi wate û girîng dibîne. Ev şîretên dayikên me ne ku em çanda xwe bi vegotina çîrokan biparêzin.”

‘Divê em siberoja xwe biparêzin’

Muhemed herî dawî anî ziman ku divê malbat zarokên xwe ji têknîkê biparêzin û perwerdeya bingeh bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her qadekê jiyanê cihê perwerdeyê ye. Ji bo wê jî divê di warê fêrkirina çanda rast em zarokên xwe bêpar nehêlin. Mirov bi zanebûn û naskirina çandê dewlemend dibe. Zarok siberoja me ne. Divê em siberoja xwe biparêzin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî