Hêst, bêrîkirin, êş û azarên xwe bi wêneyan rave dike

 

Jina bi navê Hêvîn Birîm a ji ber dagirkeriya dewleta tirk a Efrînê koçî Şehbayê kir, niha hêst û bêrîkirina xwe ya Efrînê bi wêneyan rave dike û bi rêya wêneyan tiştên ku hatine jiyîn nîşan dide

Piştî êrîş û dagirkirin dewleta tirk ên li ser Efrînê bi hezaran efrînî li Şehbayê bi cih bûn û berxwedana xwe li Şehbayê didomînin. Jina bi navê Hêvîn Birîm a 35 salî û dayika 5 zarokan e niha hest û bêrîkirina xwe ya ji bo Efrînê bi wêneyan rave dike.

Derbarê mijarê de Birîm diyar kir ku xêzkirina wêneyan hunerke azad e û wiha got: “Dema ez 15 salî bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Hestên xwe yên ku min bi kesekî re parve nedikir min bi wêneyan diyar dikir. Birayê min jî di vê mijarê de piştigirî da min. Ez bi taybet jiyana berê ya gundan, xwezayê, jinên çandiniyê dikin xêz dikim. Xêzkirina wêneyan hunereke azad e. Divê hemû jin li vê hunera azad xwedî derkevin.”

Birîm bal kişand xêzkirina hesreta Efrînê û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Efrîn hat dagirkirin şûnde min êdî êş, berxwedan û komkujiyên ku hatin jiyîn xêz kir. Lê tu carî min hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekir. Bi xêzkirina wêneyan hest, êş û berxwedana xwe rave dikim. Ez hestên xwe yên bêrîkirina Efrînê di wêneyan de nîşan didim. Ez dizanim ku ez ê rojekê dîsa vegerim Efrînê.” ŞEHBA

 

Dikarî Biecibînî