Evîna wî welatê wî ye

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ciwanê  bi navê Hewar Tunç yê ku ji Şirnexê penaberî başûrê Kurdistanê bûye, evîna welatê xwe bi helbestên xwe yên ku di dilê xwe de veşartî îfade dike

Hewar Tunç ciwanekî panabere ku di sala 1995’an de li Şirnexê ji dayik bûye. Tevî ku li Şirnexê ji dayik bûye, lê ji ber zilm  û zordariya dewleta tirk li gel malbata xwe koçî başûrê Kurdistanê dibe û li ser xaka welatê xwe di paneberiyê de jiyana xwe derbas dike.

Jiyana penabertiyê

Hewar Tunç ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku helbestan dinivîse wiha qala jiyana xwe dike û wiha got: “Temenê min yê zaroktiyê û ciwantiyê hemû di penabertiyê re derbas bûye. Ez li Şirnexê ji dayik bûme, lê jiyana min giştî li başûrê Kurdistanê bi penabertiya ji ber zilama dewleta tirk ku li ser gundên xwe koçber bûne derbas bûye. Hîna dema ez zarokbûm min ji guhdarkirina helbestan hezkir, eleqeyek min ya pir mezin ji bo helbestan hebû. Lê bi demê re min êdî xwest ji guhdarkirinê zêdetir helbestên li ser kaxezek spî bidim nivîsandin û îfade kirin.”

Hewar Tunç wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku min temenê xwe yê zarokatî derbas kir, ez derbasî dibistanên navîn û amadeyî bûm, hestên min ê helbest nivîsandinê jî ketin nava jiyana min û xebatên min de. Heya piştî demekî helbestên ku min dinivîsandin êdî min xwest xebatên xwe de gavekî cudatir bidim avêtin, min xwest hestên xwe û helbestên xwe êdî bi awayekî cuda bidim pêş. Di heman demê de bi awayekî hîn berfirehtir helbestên xwe bi gel re parvebikim. Berî ku ez helbestên xwe bi gel re parvebikim hîn zêdetir eleqeya min ya mezin bi çêkirina helbestan û gotina helbestan re çêbû. Lê piştî ku min ev gav avêt min got ku ez ê ji niha û pêde helbestên xwe bi gel re parve bikim û êdî bêxim dibin xizmeta gel de, min bi hestên cudatir dest bi karê xwe yê helbestvanî kir.”

‘Helbestvanî çandek kurdewerî ye’

Hewar Tunç got ku helbestvanî çandek kurdewarî ye û wiha dewam kir: “Hestên helbestvanî pir cuda ne, ji ber ku di çanda gelê kurd e helbest cihekî pir taybet digire. Heya niha gelê kurd bi wêjeya xwe û zimanê xwe yê helbestvanî pir dewlemend bûye. Her heyînekî di çanda kurdewarî de pîroz e. Em ê bi helbestên xwe her timî çanda xwe, ziman, wêje û dîroka xwe biparêzin.”

Tunç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her ciwan bibe xwedî hestek yê helbestvaniyê. Banga min ji bo her ciwanî heye ku hestek xwe yê helbestan bidin avakirin. Di heman demê de vê eleqeyek pir zêde bidin helbestan. Ji ber ku helbest çanda gelê me dide nîşankirin. Divê her ciwan hestên xwe bi helbestan bidin îfade kirin.”

Evîna min welatê min e

Ger tu bi xwazî min nas bikî

Pewîste tu ji laşên birin netirsî

Ji desten bi xwin ne revî

Û pir nêzîkî şeva di navbera mirin û jiyanê de bî

Pewîste tu li welatek xirabûyî jiyan bikî

Ger tu bi xwazî min nas bikî

Ez lawek nizanim evîna du kesî çiye

Tenê dizanim ji welat hezbikim

Çep rastê min ne diyare

Ez her tim mêhvanê bajarên xirabûyîme

Mirin hertim li ber dergehê jiyana min e

Tu nikarî ji min hez bikî

Ji min heskirin wê giran li te were

Tu nikarî li berxwe bidî

Ma te carnan şevê li ber findê derbaz kiriye

Rojê bi dengê guleyan silav kiriye

Ma te carnan malbata xwe di konên xerîbiyê de dîtiye û hêstirên çavên dayika xwe jimartiye

Ez lawek her tim şeva xwe li ber findê de derbaz dikim

Rojê bidengê guleyan silav dikim

Ez lawek hertim malbata xwe di konên xerîbiyê de di bînim û rondikên çavên dayika xwe dijmêrim

Di jimartina her rondikekê de ez carekî dimirim

Te carnan mirin jiyankiriye

Tu nikarî ji min hezbikî

Ez nikarim ji te hezbikim

Ez ê biçim te bi tenê bi hêlim û carekî din ne vegerim

Ger çûm li min nepirse

Ez lawe ku di bajarê xwe de winda bûme

Bûyîm qaçax bûyîm fîrar

Herkes lêpirsina min dike û ez jî li rastiya xwe digerim

Tu nikarî ji min hez bikî

Ji min re ne bêje ji te hez dikim

Tu bêji ez ê şerm bikim û piştre bikim girî

Ger bikim girî ez tu car te efû nakim

Ji min re nebêje ji te hez dikim

Ger bêji ez ê bi mînim bê bersiv pişta xwe bidim te û biçim

Wê dilê te bi şewite ger dilê te bi şewite ez tu car xwe efû nakim

Ez lawek carnan gel carnan şervanim

Hinek dibêjin milîtan hinek di bêjim terorîst

Ji hinekan re canfeda me

ji hinekan re tirs û guman im

Nasnameya min tûne ye navê min di zindanan de

Jiyan li min heram kirine û îro ez bi berxwedanê li helal dikim

tu karê min bi evînê nîne

Min tiştek xweşik ne dît di vî temenê xwe yê ciwan de

Ne cejnekî min karî li deriyekî bixim şekirekî bêxim li nav lêvên xwe û deh salan paş biçim li zarokatiya xwe bi zivirim

Ne ji rojek tenê ji rojbûna min li bîra min hat kesê ji ji min re ne got rojbûna te pîroz be.

Ez û ev hest jî erd heya ezman ji hev dûr in

Tu nikarî ji min hezbikî

Li ber guhên min în dengên bi tirs

dengên mirinê

Li ber çavên minin bedenên di jêrzemînan de di pijiyan

Vî çavên ku xweda kor nekirî tenê zilm dît

De bila çav kor kiriba min ne dîtiba

De bila guh ker kiriba min ne bihîstiba

De bila min bi kuştiba min jiyan nekiriba di vê jiyana ku ji bê eslan re mayî

Ditirsim ji xewê

Ditirsim razim

Wijdan di peyîve dilê min parçe parçe ye tu nikarî ji min hez bikî

Tu nikarî ji min hez bikî

Ez kurd im

Tu nikarî ji min hez bikî

Ez bê nasname me

Tu nikarî ji min hez bikî

Ez şervan im

Şervanê rastiyê

Şervanê heqîqetê me

Tu nikarî ji min hez bikî… MEXMÛR

Dikarî Biecibînî